Here naverokê

Baran Kendeş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Baran Kendeş
Jidayikbûn1969
Kobanî, Rojavaya Kurdistanê
Mirin8ê çiriya paşîn a 2003an
biguhêreBelge

Baran Kendeş (jdb. 1969 li Kobanî, Rojavaya Kurdistanê - m. 8ê çiriya paşînê 2003ê)[1] hunermendekî muzîka kurdî ye. Ew birayê hunermendê kurd Miço Kendeş e.

Baran Kendeş di zarokatiya xwe de dest bi hunerê kir, yekem kaseta strana xwe ya bi navê "Baran Bibar" bi birayê xwe hunermend Miço Kendeş re di sala 1986an de tomar kir û heta dawiya jiyana xwe gelek berhem afirandin, wekî berhemên wî yên bi navên: Di Tariyê - Jiyan - Ez Xwedîbûm Bi Tenê - Lo Lo Bira - Wax - mey Gero - Heso - Mem û Zîn - Eyşa Îbê.

Baran Kendeş di 8ê çiriya paşînê 2003ê de ji ber krîza dil çû ber dilovaniya Xwedê. Kendeş zewicî bû û bavê du keçikan bû. Di demeke dijwar de dest bi stranê kir, di jiyana xwe ya hunerî de rastî gelek astengiyan hat lê bi kedeke mezin gelek stranên bedew pêşkêş kir. Ji ber wê, koçkirina wî bandoreke mezin li miletê Kobanî kir û bi beşdarbûna hejmareke balkêş ji Kobaniyan û bi merasîmeke mezin cenazeyê wî hatibû binaxkirin.

Bandora wî li ser muzîka kurdî ya li Rojavayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baran Kendeş ji bo taybetmendiya muzîka Kobanî deret, mecalekî meqam û ritim û îqai, di hindir wê de jî kedeke gelekî mezin da. Wî 24 kasêt derxistin, helbest û stran bi xwe dadanîn, ev jî di dîroka Kobaniyê de giringiyeke xwe ye mezin heye.

Kendeş Munzer Kendeş, kekê Baran li ser birayê xwe wiha got:

"Hêviya me ew e ku hevalên wî yên hunermend berhemên wî vegerînin, lêkolînan li ser wan bikin, bi şêweyekî nûjen bar bikin, da ku di bîra me de nemire û em stranan vejînin."

Helbestvan Stêrê Çelo li ser ked û xebata hunermendê:

“Baran Kendeş yek ji wan nimûneyên ku bi rastî kar û xebat û xizmeteke cihê rêzgirtinê di warî hunerî de li herêma kobanî pêşkiriye, em jî I vê rojê de, roja salvegera 10mîn ji koçkirina wî re, em wî bibîr tînin.”  

Bi boneya derbasbûna 10 salan di ser koçkirina wî re, hunermend û rewşenbîrên herêma Kobanî festîvalek li ber gora wî lidarxistin û ew bi gotin û mûzîk û helbestan bibîranîn.

Belgefîlma Baran Kendeş

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi boneya derbasbûna 20 salan di ser koçkirina wî re, belgefîlmek li ser navê wî hate weşandin, ku tê de birayê wî Miço Kendeş, gelek rêheval û hunermendên din ên ji Kobaniyê behsa wî dikin.[2]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/091120131. Roja gihiştinê 29 tebax 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ Miştenûr Film (14 çiriya paşîn 2023), Belgeflim Baran Kendeş, roja gihiştinê 29 tebax 2024