Mirina masûlkeyên dil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Myokardinfarkt

Mirina masûlkeyên dil (miyokardînfarkt, înfarkta dil, qeyrana dil an jî krîza dil) yek ji nexweşiyên ku di rêzên pêşîn de can digirin, ziyaneke mezin î aborî didin e.

Wekî tê zanîn dil masûlkeyek e, pompeyek e. Dil ji du hefteyiyê heya dawiya jiyanê xwînê pompe dike laş û xwîna kirêt vedikişîne bo paqijkirinê. Dileke bêproblem di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Dil di nava rîtma xwe de pompe dike. Dil çawa xwînê dide laş, ewqas jî pêdiviya wê bi xwînê heye. Masûlkeyên dil oksîjen û xurdemeniyê bi riya xwînberên koronerî yên ku ji masûlkeyên dil berpirsiyar in digirin.

Mixabin rojekê tê, lûleyên laş, herwekî xwînberên koronerî dixitimin û xwîn kêm an hîç naçe dil. Wê gavê îşemî destpêdike û heger mudahale nebe, ew cihê ku xwînberên koronerî xwînê dideyê dimirin û Mirina masûlkeyên dil pêk tê.

Sedemên ku miyokardînfarktê ditetikînin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sedemên genetîk, heger di malbatê de yek nexweşê dil be, yên din jî di bin rîskê de ne
  • Kişandina sigarayê
  • Bêtevgerî, jiyaneke bê tevger, teral, bêî sport
  • Zêdebûna kîloyê(gelewbûn)
  • Kolesterîn, zêdebûna radeya kolesterînê di xwînê de
  • Jiyaneke nebirêkûpêk, zêde stres

Hin nîşanên (sîmptomên) miyokardînfarktê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên ku ji ber krîza dil êş têdikevin
  • Êş, şewat, giraniyeke nebirêkûpêk (hin caran zêde, hin caran guherbar) di singê çepê de (herwekî hin caran rastê de jî). Ev êş li milê çepê dixe û herwekî heya binê çena miriv diêşîne. Ango Angîna pektorîs.
  • Xwêdana sar
  • Tirsa mirinê
  • Tirsa fetisînê
  • Madelihevketin an verêşandin

Helbet di hin mirovan de sîmptomên din jî xwe didin der. Bo mînak li cem hinekan orta piştê, girik an zikê de êş hwd. Pirranî li cem jinan nîşaneyên wiha dertên.

Heger ji van sîmptoman kêm 4 heb kivşe ne û ji 20 dq zêdetir bêî rawestîn didome divê mirov bilez xwe bigîhîne nexweşxaneyê. Lewra dil ketiye talûkeya mirinê. Li vir dem wekî zêr e. Çiqas jû tedawî ewqas kêm tehrîbat di masûlkeyên dil de.

Heger heya 6 saetî midehele bûye û bi lêgerîna kateterê xwînbera koronerî ya ku xitimiye hatiye vekirin û dîsa xwîn çûye masûlkeyên dil, ziyan kêm dibe. Heger ji 12 saetî zêdetir lêgerîna katater nehatiye kirin, bi dayina dermanên xwînê tenik dikin (Heparîn hwd), balon anjiyoplastî, dayîna Stent, by-pass hwd nehatibe kirin êdî pirr dereng e û êş jî êdî namîne. Ew cihê ku ji wê lûleya xitimî xwîn digirt edî miriye û fonksiyonê nake.

Mirina masûlkeyên dil pirranî xwe li cem mêran dide der.

Kî di bin rîska miyokardînfarktê de ye?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mêr ên 55 salî berjortir (li cem jinan kêm e, lewra hormonên jintiyê wan diparêzin, lê heger li cem jinan bibin bêhtir ziyanê didin)
  • Kesên ku sîgarayê dikişînin
  • Kesên ku xwarinên têr kolesterînî dixwin (goştê sor, ser-pê, rûnê nivîşkî hwd)
  • Kesen ku bêhereket in
  • Kesên ku di malbata wê de nexweşê dil û lûleyên xwînê hene

Înfarkta dil belayeke cidî û bixetere ye. Heger piştî înfarktê 2 saetan nexweş hê dijî, mirov dikare bêje wê talûkeya mezin a yekemîn derbaskiriye. Lê înfarkta duyemîn hergav li bendê ye. Heger nexweş jiyana xwe ji serî ve biguherîne, rîskan kêm bike dikare temenê xwe dirêj bike û komplîkasyonên înfarkê hiştiye bigre bin kontrolê nehêle zêde bibin. Nexweşiyên Dil -Lûleyeên xwînê wekî şer bi dijmin re ye. Heger mirov jiyana xwe radîkal neguherîne înfarka duyemîn, felc heya mirin dikare pêk were.

Îro li rûyê cîhanê bi milyonan kesên înfarkderbaskirî jiyana xwe guhertine, wekî berê nebe jî dijîn û karê xwe dikin. Mixabin li Kurdistanê pirraniya kesên înfarkt derbasdikin dimirin. Lewra nexweşxaneyên têkûz kêm în û pir biha ne. Tenê lêgerîna kateterê bi tevê razana nexweşxaneyê û stentê herî kêm 4-5 hezar dolar e. Di operasyonên by-passê de ev digihêje hin caran 15-20 hezar dolarî.

Heger komplîkasyon û ziyanên ku înfarktê hiştine ne pirr zêde bin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nexweş dikare piştî 3-4 hefteyan têkiliya cinsî biceribîne. Heger êşa singê destpêkir dikare bêhna xwe vede dîsa biceribîne. Divê fedî neke ji bijîşkê xwe re hemî derdê xwe bêje, bipirse.
  • Nexweş dikare piştî înfarktê gorî EKG ya piralî tesbît kiriye bixebite, sportê bike
  • Pirraniya kesên înfarkt derbaskirî dikevin depresyonê yan li wan berpêyên panîkî peyda dibin. Divê îhmal neke û here terapiya wê bibîne. Lewra depresyon jî înfarktan ditetikînin.
  • Divê dermanên xwe birêkûpêk bikarbîne û bi taybetî dermanên ku Stentan diparêzin ihmal neke.
  • Heger bijîşk tiştekê din negotibe heya 15 kg dikare hilbigire, bîsîkletê siwar be, avjeniyê bike. Divê pirr û pirr mêywe û sebze bixwe û avê vexwe.

Kesên înfarkta dil derbaskirine nikarin bikin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Raxwarina sîgarayê
  • Xwarina têr kolesterînî
  • Bihereket mayîn
  • Kîloyên nû wergirtin
  • Barê giran û karê giran
  • Bikaranîna dermanên ku li dermanên wê nayên
  • Jiyaneke di bin stres, xemginiyê de
  • Karên qibale (bi dem sînorkirî), lewra mirov dixe bin stresê
  • Alkol (şerab ne tê de, şerabvexwarina kêm ji bo dil û lûleyên xwînê pirr baş e)