Baran Rizgar
Baran Rizgar | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1957 |
| Hevwelatî | Tirkiye |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Baran Rizgar an Mehmet F. Önen (1957 Dêrika Çiyayê Mazî) amadekarê ferhengeke kurdî-îngilîzî îngilîzî-kurdî ye. Ev ferheng û pirtûka bi navê Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî di sala 1993an de hatin weşandin.[1] Dûre di 1996an de pirtûka xwe ya Dersên Kurdî bi zimanê Îngîlîzî - Learn Kurdish amade kir û da weşandin.
Baran Rizgar li gel van berheman bi deh salan li Londonê li xwendegehên fermî û komelan mamostetiya zimanê kurdî kiriye, ji bo nasandin, belavkirin û di saziyên fermî de bicihkirina kurmancî pêşengî kiriye, û wek encama van xebatên wî yên dûdirêj nuha li Brîtanyayê gelek şaredarî û saziyên dewletê di weşanên xwe de cih didin kurmancî û wergêrên kurmancî pêşkêş dikin.
Rizgar li Dêrika Mêrdînê hat dinyayê. Di sala 1988an de ji Tirkiyê derket û li Brîtanyayê bicih bû[2]; ji 2021ê û vir de li King's College University London mamostetîya zimanê kurdî dike.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dersên Kurdî in English
- Kurdish-English, English-Kurdish Dictionary
- Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bêtir Agahî: http://www.baranrizgar.co.cc
- http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane Girêdana arşîvê 2010-03-22 li ser Wayback Machine
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |