Dêrika Çiyayê Mazî
Dêrika Çiyayê Mazî | |
---|---|
Derik | |
![]() | |
Koordînat: 37°21′51″Bk 40°16′10″Rh / 37.36417°Bk 40.26944°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Dêrik |
Îdarî | |
• Qeymeqam | Tarkan Keskin |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 71 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.367 km2 (528 sq mi) |
Nifûs (2008) | 57.237 |
• Berbelavî | 41,9/km2 (109/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 19.704 |
Koda postayê | 47800 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
![]() | |
biguhêre![]() |
Dêrika Çiyayê Mazî an jî Dêrik (bi tirkî: Derik) navçe û bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye. Dêrik ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1874an de dezgeha şaredarî li Dêrikê hatiye damezrandin û ji dest pêkê heta sala 1923an bi Amedê ve girêdayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di çiriya pêşîn a sala 1927an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, Mizgeftek û Dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, serjimara bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundên li ser hev serjimara bajêr 15.111 kes in û ji vana jî 8.181 kes pîrek û 6.930 kes jî mêr in.
Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, pişta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranşar û li beriya Serê Kaniyê ye. Beriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deştê ve dadikeve bilindahiya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deşta Qoserê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin.
Pal û berwarên Çiyayê Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li beriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piştî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolên, çandiniyên weke pembû, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên şehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiştên jî bi dehan perçeyên zeytûnên, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, mişmiş, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin.
Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beşekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên beriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiştekî ku zêde bê kirin tune ye.
Di dîroka Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan şaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî ji xwe re ketiya bin hikumdariya wan.
Ermeniyên Dêrikê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê, ermenî bûn. Li gorî erdnîgarnasê fransî Vital Cuinet, di 1890î de rûniştvanên Dêrikê 2.500 bûn, 1.500 kurd û 1.000 ermaniyên gregorî.[1]
Bûyerên komkujiya ermeniyên Dêrikê 1915
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 11ê tebaxa 1915an de êrîşê li ser ermeniyên Dêrikê hat kirin û komkujiyeke mezin qewemî. Di encamê de zêdeyî 1.000 ermeniyan hatin kuştin.
Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê dimînin.[çavkanî hewce ye] Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîşesaziyê (seneetkarî) di destê ermeniyan de bûn. Yek ji avahiyên dîrokî yên ermaniyan Dêra Sor e, ku li ser navê ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmînkirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dêrik bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve ye. Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eşîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêvkirin. Li ser kuştina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso (Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
Rûpîvana Dêrikê 1397 km² ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes.
Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1.500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deşta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên şehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê "kilinker" e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve.
Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piraniya çeman zivistanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikîn. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin.
Zeytûn, hinar û hejîrên Dêrikê gelek navdar in.
-
Zeytûnên Dêrikê
-
Hinarên Dêrikê
-
Hejîrên Dêrikê
Cihên dîrokî yên Dêrikê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navdarên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Eyyüp Güven
- Edîp Karahan
- Qedrîcan
- Reşîdê Kurd
- Bûbê Eser
- Enwer Karahan
- Firat Cewerî
- Hogir Berbir
- Lokman Ayebe
- Ronî War
- H. Kovan Baqî
- Erkan Özgen
- Elîxan Loran
- Rêzan Tovjîn
- Fewzî Bîlge
- Osman Özçelik
- Rodi Zinar
Koma muzîkê ya Koma Azad di sala 1987an de ji aliyê Bawer Can û Turhan Yapıştıran li Dêrîkê ava bû.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Navên kurdî û tirkî[girêdan daimî miriye]
- Malpera Dêrikê Girêdana arşîvê 2004-07-30 li ser Wayback Machine
- Malpera Dêrikê (tirkî)
- Malpera Qeymeqamtiya Dêrikê (tirkî)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Cuinet, Vital (2001). La Turquie d'Asie, 1. Stembol: Les Éditions ISIS. r. 388.
- Orijînala vê gotarê ji malpera derikli.com Girêdana arşîvê 2004-07-30 li ser Wayback Machine hatiye stendin.