Here naverokê

Bayê Azadiyê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berga Bayê Azadiyê

Bayê Aazadiyê pirtûkek kurteçîrrokan ya Lokman Polat e.

Çîrrokên pirtûkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bayê Azadiyê ji 15 kurteçîrokan pêkhatî heye ku digel pêþgotina nivîskar, li ser hev 106 rûpel e. Ev kurteçîrok di destpêka salên 1990î de hatine nivîsîn û bi giranî li ser jiyan û xebata þervanên kurd, rewþa gundiyên Kurdistanê û hovîtiya dijmin li welatê me ne. Pirtûk ji aliyê birêz Lokman Polat de hatiye nivîsîn û Weşanxaneya Çanda Nûjen ew weþandiye.

Niha, ji ber ku pirtûk êdî ne mîna nanê tenûrê germ û nerm e û çend sal di ser derketina wê re derbas bûne, ez gelekî fikirîm ka vê pirtûkê çawa binirxînim û dîsan jî min zehmetî di nirxandinê de kiþand. Ne ji ber ku min ê nikaribûya tiþtek li ser wê bigota, min ê nexwestibûya wê bipesinînin an jî newêrîbûya kêmasiyên wê bînim ziman û rexne bikim lê ji ber ku diviyabû min ji xwe re perspektîvek bibijartiya. Lê perspektîv di rewþên wiha de zaf bûn, tenak problem ew bû ku yek ji wan jî nikare bi tena serê xwe têr hêjayî û kêmasiyên pirtûkê bîne ber xwendevanan.

Eger bi tenê armanc ev nivîsar bûya, bes bû min bi tenê perspektîva dîrokî, ango di vê delîvê de rewþa kurteçîroknivîsiya kurdî bi taybetî an jî wêje û zimanê kurdî bi giþtî di dema nivîsîna van çîrokan de, li ber çavan bigirta û diyar bikira ku birêz Lokman Polat karek bêwêne hêja kiriye. Bêguman ev yek bi serê xwe jî rast e: herçî ku pirtûkên kurdî niha jî kêm in û hunera çîroknivîsiya nûjen li cem me hê baþ nekemiliye, di destpêka salên 90î de rewþ sedcarî ji niha jî kamax- û wêrantir bû. Li aliyek din, bi dehan þoreþ û serhildan li Kurdistanê hat pêkanîn, di nav wan de bi hezaran mêrxas û çelengên nedîtî û bêmînak rabûn û dîsan jî bi dehan hezaran keç û xortên nestêle giyanê xwe yê pak di vê þopê de gorî roj û tavek geþ kirin daku ew bê û ewrên tikîtarî ji ser esmanê welatê me rabike û tîrêjên azadiyê li çiyayên berz û zozanên hênik, bejiyên beyar û mêrgên têrav bireþîne... Lê piþtî têkçûna yek li pey a din a van serhildan û berxwedanên bêpayan tiþtek ji me re li pey wan nemaye çimkî roman û çîrokên nivîskî li ser wan bûyer û rûdanan nehatine vegotin; serokatiya pirraniya serhildan û þoreþên me girîngî nedaye dokumentkirina þer û pevçûnan, serkeftin û têkçûnan û ji ber ku gelê me hema bi temamî ji arþîvek gelêrî/neteweyî ya başparastî bêpar bûye, hertiþtê me hertim di bin gefa wenda- û jibîrbûnê de maye.

Jiyana şervanên kurd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lê, mîna ku hat gotin, nivîskar jiyan û çelengiyên þervanên kurd, bi taybetî gerîlayan, serekanî girtiye û hema hemû çîrokên wî kêm-zêde li ser vê mijarê ne. Tevî ku gelekî yekalî û reþespî be jî, ev 15 kurteçîrok wêneyek jêhatî li ser tevgera neteweyî û þerê çekdarî, jiyana gundiyan û zilma li ser wan, þiyarbûna gel û têgihîna rêça rizgariyê radixe ber çavên xwendevanan. Ango serekanî û îlhama nivîskar rewþa rojane ya Kurdistanê û realîteya gelê me ye. Jiyana gundewarî, stemkariya dijmin û zimanê kurteçîrokan realîst in û jixwe ev yek armanca nivîskar jî bûye. Lê - bi yan jî bê dilxwaziya nivîskar - pirraniya lehengên çîrokên wî ne realîst lê îdealîst in. Ew bi asanî dikevin nav refên þoreþê, xwe, malbat û gundê xwe û pirranî caran hemû hebûna xwe gorî þoreþê dikin. Ez nabêjim ku bi vî awayî vegotina çîrokan xerab e çimkî nivîskar azad e ku lehengên çîrokên xwe li gor dilê xwe biafirîne. Tenak kêmasî ew e ku leheng gelekî sernerm in û li gor daxwaza nivîskar tev digerin. Nizanim ka ji serhiþkiya min bi xwe ye yan çima ez zêde ji lehengên hinekî serhiþk hez dikim ku ne li gor nivîskar lê jiyana xwe bi xwe bijîn. Bi vî awayî ew wisan jîndar dibin ku xwendevan zêdetir pê tê bawerandin û herwiha bandorandin jî.

Li aliyê din baweriya nivîskar bi şervanên kurd bêsînor e. Ev yek jî li ser herdu çavan. Lê nivîskar hevsarê lehengên xwe jî wisan dikêşe ku ew jî ji şervanan hez bikin, alîkariya wan bikin û hwd. Bêguman e ku bi mîlyonan kurd ji þervanên xwe hez dikin û ji her alî de alîkariya wan dikin. Di navbera salên 1986 û 1988an de malbata me li wargehek çiyayî li ber sînorê Bakur û Baþûrê Kurdistanê bi cî bûbû. Ez hingê gelekî biçûk bûm lê hê jî hinekî tê bîra min ku hem gerîla û hem jî pêþmerge gelek caran li wargehê me dibûn mêvan, me hem xwarin û hem jî derfeta razanê dida wan. Û ji ber ku bavê min û pirraniya zelamên gund bi xwe jî bi dirêjiya salan di nav þoreþê de bûn, me ji þervanên kurd gelekî hez dikir. Dîsan jî ji gund gelek kesên gernas û navdayî rabûbûn û þehîdên me hebûn. Lê vê yekê jî tirsa heyî ji dilê me dernedixist. Me baþ dizanî ku her deqeyê balafirên artêþa Iraqê yan jî ya Tirkiyeyê dê gundê me xopan kiribûya. Di wê demê de, ku hem li Baþûr û hem jî li Bakur tevgera rizgarîxwaz qels û lawaz bû, bêguman dîtina bi sedan þervanên kurd bêyom kêfa me dianî lê hatina wan - ji ber gef û tehdîdên dijmin li ser me - ji me re tirs bû jî... Lê ev rastî hema qet di çîrokên di pirtûkê de dernakeve ber çavan.

Li aliyê din, eger em rewşa dema nivîsîna van çîrokan li ber çavan bigirin, divê bê pejirandin ku nivîskar ew ji bo hiþyarkirina gel nivîsîne loma beþek ji yekalîtiya wê divê wek kêmasî neyê hesibandin.

Tevnê pirtûkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herçî hunera hûnandina kurteçîrokên "Bayê Azadîyê" ye, birêz Polat bi xwe di pêþgotina xwe de daye diyarkirin ku pêwîst e çîrok û çîvanok (çîçîrok) ji hev bên veqetandin û cihêtiya di nav wan de bê dîtin. Mirov dikare kurteçîrokên vê pirtûkê wek navbeyna çîrokên klasîk û yên nûjen bihesibîne. Rast e ku di çîrokên wî de lawir napeyivin û cin tine ne lê li aliyê din kronolojî bi temamî klasîk e ango bûyer bi herikîna demê re tên salixdan. Li bûyerên rûdayî hema qet nayê vegerîn û nivîskar ji xwe re kurtedemekê nagire daku di neynika wê re hem basa pêþeroj û hem jî ya paþerojê bike. Lê pirraniya çîrokan ji bûyerên pey hev ên demek dirêj pêk tên loma nivîskar mecbûr dimîne ku gelek caran vê gotinê bi kar bîne: "Di nabeynê da cîsan (dîsan) çend roj derbas bubû."

Zimanê pirtûkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herçî zimanê çîrokan e, ew asan e û xweþ li wan tiþtan tê ku bas jê tê kirin. Hevok jî sade û baþ kêrî wan kesan jî tên ku ji berî vê pirtûkê gelekî bi zimanê kurdî nexwendibe. Bêguman divê negotî nemîne ku gelek þaþîtiyên rêzimanî û yên çapê hene. Bi taybetî kesandina lêkeran/verban (ango tewandina lêkeran li gor cînavan) mîna tevlihevandina nîsk û savarê dixwiye. Lê dîsan jî divê neyê jibîrkirin ku pirtûkên din jî yên di heman demê de derketî bi heman tevliheviyan rû bi rû ne. Tiþtek din jî a biçûk lê balkêþ bala min kiþand: nivîskar çend caran paþgirtika tirkî "-sa/-se" bi lêkerên kurdî ve zeliqandiye: "bike-se" (yapar-sa= ku bike), "biçe-se" (gider-se= ku biçe). Herwiha carinan "en"a tirkî jî ji bo superlatîvandina rengdêran (adjektîvan) bi kar aniye: "En pirr jî keyfa Zozanê hatibû" (Herî pirr ...).

Min ev nirxandin li gor zanîn û pêçêbûna xwe kir lê dibe ku min gelekî hêjayiyên pirtûkê nedîtibin an jî ji bîr kiribin û/yan jî di rexnegiriya xwe de gelekî tûj bim. Eger wisan be, hêviya lêborînê ji xwendevanan û birêz Lokman Polat dikim. Li dawiyê dixwazim bibêjim ku ev pirtûk - tevî kêmasiyên heyî jî - karek gelekî serkeftî bû ku di dema xwe de hat kirin. Herwiha divê bê gotin ku "Bayê Azadiyê" li aliyekî û romana birêz Lokman Polat "Fîlozof" û romanên birêz Laleþ Qaso "Sê þev û sê roj" û "Xezeba Azadiyê" li aliyê din, nîþanên wê yekê ne ku divê tevgera neteweyî - ya kîjan perçeyê û kîjan partiyê dibe, bila bibe - hem bi hêjayî û hem jî kêmasiyên xwe ve bê nirxandin û rexnekirin.

Husein Muhammed: Kovara Mehname, hejmar 11/2000