Husein Muhammed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Husein Muhammed
Jidayikbûn1ê çiriya paşîn a 1980an (43 salî)
EsilKurd
HevwelatîFînlenda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeNivîskar, zimannas, parêzer
Partiya Siyasî
  • Green League Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Husein Muhammed (jdb. 1ê kanûna pêşîn 1980 li Zaxo[1], Başûrê Kurdistanê), wergêr, dadnas û nivîskarekî kurd e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne û niha parêzer e.

Jiyan û kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.

Ji 1995an pê ve bi kurdî dinivîse[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-inglîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite[çavkanî hewce ye].

Xebatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovara Mehname li ser înternetê, 1999-2004[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê Kovara Mehname ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.

Wîkîferheng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

H. Muhammed yek ji çalaktirîn avakerê Wîkîferhengê ye ku yekem ferhenga kurmancî - kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike ferhengek soranî - kurmancî ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e[çavkanî hewce ye].

Ferhengsazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî - soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.

Kovara Kanîzar, 2015-2018[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kanîzar kovareke zimanî û zimannasiyê bû. Nivîskarên kovarê hem lêkolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî û zimannasiya giştî bi kurdî belav kirin û hem jî dîtin û nêrînên kurttir li ser awayê rastnivîsîna kurdî weşandin. Gelek gotarên zimannasiyê yên Husein Muhammed tê de hatine weşandin.

Li gorî nivîskarên redaksyona kovarê armanca wan ev bû: "Armanca kovara me ne tenê zimannasên gihiştî û pîşedar in lê hemû bikaranînerên zimanê kurdî ne: nivîskar, rojnamevan, xwandekarên zimanê kurdî, xwandevanên berhemên kurdî û hwd. Mijara Kanîzarê ziman û zimannasî ye lê sîngê me vekirî û berê me li dûr e: em ê lêkolînên zimannasî belav bikin lê em ê herwiha xwandevanên xwe bigihîn devok û zaravayên cuda, em ê wan ji berhemên hêjayî yên bi kurdî yan li ser kurdî nivîsandî agadar bikin."[2]

Bloga zimannas.wordpress.com, 2015-2020[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bloga Husein Muhammed a bi navê "Zimannas" ji sala 2015an pê de berdewam e.[3]

Pendnivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bilî wergerên xwe, Husein Muhammed belkî herî baş bi pendên anku aforîzmayên xwe têt nasîn. Wî ev pend di rojnivîskên xwe de nivîsîne û paşî ew di Kovara Mehname û derin din de belav kirine.

Berhemên wergerandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malper û kovar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Husein Muhammed heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Husein Muhammed". People Pill.
  2. ^ https://zimannas.files.wordpress.com/2015/08/hejmar11.pdf
  3. ^ https://zimannas.wordpress.com/2020/04/
  4. ^ https://zimannas.wordpress.com