Lokman Polat
Lokman Polat nivîskarek kurd e.
Polat di sala 1956'an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Ew caran hatiye girtin û berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade be, deh sal û nîv ceza xwariye. Wî beriya sala salên 1980'yî li welêt belavokên siyasî dinivîsand. Di sala 1984'an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî sê roman û heft kurteçîrok in. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest li Stockholmê û kovarek bi navê Ronî li Stenbolê weşandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cih girtiye û endametiya wî ya komelê hîn jî didome. Ew endamê PENa Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
Berhem[biguherîne]
- Bayê Azadiyê (kurteçîrrok)
- Efsaneya Şahmaran
- Kewa Marî (Roman, Weşanên Helwest, 1999, 272 p.)
- Fîlozof (Roman, Weşanên Helwest, 2002, 163 p.)
- Rojnamevan (Roman, Weşanên Pêrî, 2002, 109 p.)
- Robîn (2004, Stembol)
BERHEMÊN LOKMAN POLAT YÊN ÇAPKIRÎ : Kurteçîrok/novel 1 - Evîn û Jîyan 2 - Bayê azadîyê 3 - Mêrxas 4 - Jin û Zîndan 5 - Evîndar 6 - Xwîn û hêstirên çavan 7 - Ey Şehîd, Hey Hebûn 8 – Gulîzar 9 – Çîrokên Rengîn 10 – Girîna Kurdî
Roman û kurteroman 1 - Kewa Marî 2 – Fîlozof 3 – Rojnamevan 4 – Robîn 5 – Hawar û Qêrîn 6 – Nûrheyata Licî 7 – Kodnav Viyan 8 – Parola Operasyonê 9 – Horî 10 – Paradîs – Xweşiya heft rojan 11 / Trajediya Evîndaran
Helbest 1 - Helbestên Sirgûnîyê
Lêkolîn / Nirxandin 1 – Ji nav edebiyata Cîhanê 2 – Ji nav edebiyata Swêdê 3 – Bandora Edebiyatê 4 – Bîst Romanên Kurdî 5 – Efsaneya Şahmaran 6 – Westayê peyv û hevokan Shakespeare 7 - Pêncî Romanên Kurdî
Yên tirkî 1 – Barbar Kasırgasi – Kısa Öyküler 2 - Baş eğmeyen bir Kürt devrimcisi - Anlati 3 – Mari Kekligim - Roman 4 - Lice Izdırabi