Behaîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Perestgeha Behaulah

Behayî (farisî: بهائیت, Bahá'iyyat; erebî: بهائية, Bahá'iyya) dînek e ku ji aliyê Behaulah ve hatiye derxistin. Di eslê xwe de bingeha dînê Behaî ji îslama Şîeye. Berî damezrandina dînê Behaî, kesên vî baweriyê ji terîqeta Babitiyê bûn. Babitî jî şaxeke ji Şêxiye û Şêxiye jî baskekê Îslama Şîe ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Behaulah bi navê xwe yê rastî Mîrza Husên Elî Nurî, dînê Behaî li sala 1863ê li Bexdayê hate îlan kirin. Piştî îlankirina vî dînî Osmaniyan Behaulah sirgûn kir Stenbol, ji wir bo Edîrne û di dawiyê de jî hate sirgûn kirin bo bajarê Eqayê. Piştî mirina Behaulah, kurê wî bo rêverberê vî dînî, navê kurê xwe jî wek Abdulbeha danî bû.

Danberheva Behaîtî û Şîe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Behaîtî Şîeya 12 îmaman
Salname Sal 361 roj in,di her salê de 19 meh, di her mehê de 19 roj hene Sal 354 roj in, di her salê de 12 meh, di her mehê de 29 an jî 30 roj hene
Ulema Nîne Heye
Nimêj li gel cimeetê Tenê nimêja cenazeyê da heye Di Xutbe û nimêja cejnê de ferz e
Qible Eqa Meke
Rojî Di meha 19emîn de 19 roj Remezan
Zekat û sedeqe Ferz nîne Ferz e
Zewicîn û ji hev veqetîn Jin û mêr xwedî eynî mafa ne Mafê jinan kêmtir e
Faîz Serbest Guneh
Vexwarina Alkolê Heram Heram
Necaset/Hiquqa Namûsê Nîne Hiquqek dijwar heye ji bo namûsê
Xwarinên Qedexe Nîne Hindek xwarin heram in[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ronen A. Cohen, Hüccetiye Cemiyeti,r:99