Berbir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berbira solînan (Saxifraga aizoides)

Berbir (Saxifraga) navê çîneke riwekên famîleya berbiran (Saxifragaceae) e. Di vê çînê de bi qasî 450 heya 480 cure hene. Li ser hinekê endamên vê çînê gotûbêj hene, hin riweknas, hejmarê kêmtir nîşan didin. Berbirê herwiha navê xwe daye famîleyê jî. Navê vê çînê yê zanistiyê jî wekî yê kurdî, di wateya riweka berê, kevirê dibire de ye. Saxum = Ber, kevir, kemer û frangere = Birrîn.

Cureyên berbirê ji herêmên ji rûyê deryayê bilind û avhewaya wê sar e, hezdikin. Li Kurdistanê çend ji berbiran digihên ne diyar e, xebateke zanistî nîne. Li çiyayên Alpê dora 40 cure tên dîtin. Çend cure bo baxçevaniyê tên çandin. Herwiha hin cure jî tên xwarin, ji aliyê vîtamîna C ve dewlemend in.

Systematik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berbira pelkuvark (Saxifraga androsacea).
Berbira pelzerzeng (Saxifraga aphylla).
Berbira cotkulîlk (Saxifraga biflora).
Berbira kefzerkî (Saxifraga bryoides.
Berbira keskeşîn (Saxifraga caesia).
Berbira zûrorepo (Saxifraga cernua).
Berbira pelmor (Saxifraga oppositifolia).
Berbira çîmenê (Saxifraga rosacea).
Saxifraga taygetea.
Saxifraga tolmiei.
Saxifraga trifurcata.
Berbira siyokî (Saxifraga umbrosa).
Saxifraga wahlenbergii.

Çîna berbiran li 12 beşan hatiye parvekirin:

Van salên dawiyê, xebatên molekularbiyolojiyê Micranthes ji çînê hatie veqetandin:

Cureyên navdar ên berbirê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

The Saxifraga Society. Li ser Saxifraga. Girêdana arşîvê 2004-12-04 li ser Wayback Machine (îngl.)

Li ser berbirê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • David Allardice Webb und R. J. Gornall: Saxifrages of Europe, with notes on African, American and some Asiatic species, London 1989
  • Pan Jintang, Richard Gronall, Hideaki Ohda: Saxifraga in Flora of China, Volume 8, Seite 280. Online.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]