Bişîfrekirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bişîfrekirin (encryption) karê veşartina nivîsa zelal e. Bi rêbazeka şifrekirinê nivîsa zelal li nivîsa veşartî tê zivirandin. Yek an pirtir kilît wek parametreyên şifrekirinê tên bikaranîn. Herêma lêkolînê, a li ser van mijaran mijûl dibe krîptografî ye.

Karê vajî, yê ku nivîseka veşartî li nivîsa zelal werdigerîne bêşîfrekirin e. Wekhevbûna rêbazên bi- an bêşifrekirine an jî kilîtan ne pêwîst e. Herêma lêkolîna vî mijarî krîptoanalîz e.