Bikarhêner:Rasti

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Bitcoin (nîşan: ₿, kurtkirin: BTC) diravek elektronîkî ye ku bi ti bankayên navendî an jî sazûmana hikûmetê ve negirêdayî ye. Ew dikare piştî bêhnokê li 100 mîlyonî were dabeş kirin. 0,00000001 BTC, 1 satoşî ye. Di heman demê de di Dark Web ta dirava herî zêde tê bikar anîne[1].

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Wekî hemî teknolojîyên şoreşgerî, çavkaniyên ku pêşeng û afirînerê bitcoin di gotara xwe de behs kirine, hene. Wei Dai B-Cash, Nick Szabo BitGold, David Chaum Digicash guhertoyên herî prîmîtîfin û ji alîyê dewletan hatîye astengikirin. Ji ber ku ev ezmûnên nerind neyên pêşîya Satoshi Nakamoto (afirînerî BTC), wî/wê/wan nasnameya xwe veşartîye.

Tora Bitcoin di 3ê Çile ya 2009an de hate destpê kirin. Nivîskarê gotarê Satoshi Nakamoto ye û nayê zanîn ku ew kîye. Di bloka genesisê de hatîye diyar kirin ku jimara herî zêde ya bitcoin 21 mîlyone. Yekem transfera bitcoin di navbera şîfrekar Hal Finney û Satoshi Nakamato da pêk hat. Hal Finney ji bo pêşveçuyîna BTC, alîkarîya Satoshi Nakamato kir. Care yekem 22ê gulana 2010an de pizzayek bî 10000BTC hate kirîn.

Di 22ê tîrmeha 2013an de, nirxa tevahî ya Bitcoin 1,2 mîlyar $ e[2]. Ev nîrx di 13ê nîsana 2021an de 1.12 trîlyon $ e. Hêjmara tevahî ya bitcoin a ku niha hatîye hilberandin gihîştiye asta 18,677,306 BTC[3].

Teknolojî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Teknolojî ya BTC lî ser p2p transfer, SHA256, zincîra blokan (blockchain) hatîye damezrandin. Transfera ku di navbera dû adresan da pêk tê, di blokanda tên veşartin. Dî her blokêda, nîrxa hash ya bloka pêşîya vê bloke, cîh digire. Bî vî avayî , zincîra blokan tê çêkirin û hemu transfer tên veşartin.

Navê bloka yekem a sîstemê "bloka genesis" e û di 4ê çile ya 2009an de hate hilberandin. Hilberîner bi saya komputera van transfera qeydê blockchain dikin û ji bo vî karî BTC hildidin. Dî serîda ev xelat 50BTC bû û her diçe hindik dibe. Nêzîkî çar sala carê ev xelat nîvî dibe [4]. Dî sala 2021an de ev xelat 6.25 BTC ye.

Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bitcoin li hin welatan wekî amûrek drav û veberhênanê tê bikar anîn. Ji ber ku ew dikarin wekî drav werin bikar anîn, nirxek bitcoin heye. Hin fonên aborî (ji ber ku her diçe nirxa BTC zêde dibe) bi BTC ra eleqedar dibin. Nîrxa BTC di encama dabîn û daxwazê derdikeve hole. Her ku daxwaz zêde dibe, bihayê/nîrxa wê zêde dibe.

Daxuyaniyên derheqê têkçuna Bitcoin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Gelek caran nuçeyên di derheqa têkçuna BTC derketin[5]. Di destpêka 2015an de, rojnamevanek 29 nûçe ragihand ku Bitcoin xilas dibe[6].

Kovara Forbes di hezîrana 2011an de dawiya bitcoin ragihand, dû re kovara Gizmodo ya Awistralyadi tebaxa 2011an de ev yek şopand[7]. Kovara Wired di Kanûna 2012an de "nuçeya qediya" ragihand[8]. Kovara Ouishare di gulana 2013an de nûçeya "lîstik qediya ye, bitcoin"[9]. New York Magazine ê di hezîrana 2013an de nuçeya "Bitcoin li ser riya gorê" weşand[10]. Reuters di çile 2014an de "rehmet" ragihand[11]. Street Insider ragihand ku di sibata 2014 de bitcoin "mirî ye"[12]. The Weekly Standard adar 2014[13], Salon adar 2014[14], Vice News adar 2014[15], Financial Times di îlona 2014an de nûçeyên li ser "dawiya bitcoin" weşand [16]. Di çile 2015 de, USA Today ji bo bitcoin nuçeya "çû" weşand [17] û Telgraf ragihand ku "ezmûna bitcoin qediya" [18]. Mike Hearn, pêşvebirê berê yê bitcoin, di çile ya 2016 de ji bo bitcoin ragihand û got "projeyek serneketî ye"[19].

bikaranîna giştî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hin aborîzan di derbarê bitcoin de erênî ne, lê hinekên din bi guman in.

Hejmara bazirganên ku di sala 2015an de bitcoin qebûl kirin 100,000 derbas kir[20]. Hin şîrket jî dravdanên/peredanên bi bitcoin qebûl dikin.

Li gorî lêkolînek ku 2017an de ji hêla Zanîngeha Cambridge ve hatî çêkirin, di navbera 2.9 mîlyon û 8 mîlyon bikarhêner xwedan cûzdanên drav ên dîjîtal in. Pereyê dîjîtal ê herî zêde tê bikar anîn bitcoin e. Hejmara bikarhênerên çalak ji 2013an û vir ve pir zêde bûye.

Hin Arjentîniyan Bitcoin kirîn da ku li hember enflasyona mezin xwe biparêzin. Di dema qeyrana darayî ya li Qibrisê di 2012-2013 de, kirînên bitcoin (ji ber fikarên ku dê hesabên wan werin desteser kirin an jî bac kirin) zêde bûn.

Rewşa hiqûqî, bac û rêzikname[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rewşa hiqûqî ya Bitcoin welat bi welat cuda dibe. ji bo gelekan rewş ne zelale. Hin welat destûrê didin karanîna wê, hinekan jî ew qedexe kirine. Bi heman awayî, saziyên cuda yên hikûmetê, yekîneyan, û dadgehan bitcoin cuda cuda dabeş kirine. Qanûn û qedexeyên ku ji Bitcoin re derbas dibin di heman demê de li ser diravên elektronîkî yên wekhev jî derbasdar in[21].

Hin welatên ku Bitcoin lê hatiye qedexekirin Bangladeş[22], Bolîvya[23] û Ekuador in.

Fîlm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

"The Rise and Rise of Bitcoin" (2014) belgefîlme ke li ser bi kesên wekî bernamenûsên komputer û bazirganên narkotîkê yên bitcoin bikar tînin e.

Galerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şemaya pêvajoyê
dem û bitcoin



***********************************************************************************************

Wîkîpediya:Babîl
en-2This user is able to contribute with an intermediate level of English.
ku-3Ev bikarhêner kurmancî baş dizane.
tr-3Bu kullanıcı ileri düzey Türkçe ile katkıda bulunabilir.
{{Bikarhêner {{{4}}}}}

dem baş hemo xuşk û birano.

zimanê me girîng û dewlemende.

pêwîste ku em ji bo zimanê xwe xebat bikin.

di vî avayîda wîkîpediya kurdî ji bo me bextekî başe.

pêştaçuna wîkîpediya kurdî, pêştaçuna zimanê meye.

silav û rez....


Gotar û Beştarîyên Min[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]


Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad

Bê ma'rîfet in, bê esl û binyad

Enwayê millet xwedan kitêb in

Kurmanc-i tenê di bê hesêb in

Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc

'Işqê nekirin ji bo xwe armanc

Kurmanc-i ne pirr di bê kemal in

Emma di yetîm û bê mecal in


Ehmedê Xanî


  1. "Bitcoin on the Dark Web: The Facts". CoinDesk (bi îngilîzî). 2015-09-23. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  2. "market-cap". Blockchain.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  3. "Bitcoin price today, BTC live marketcap, chart, and info | CoinMarketCap". web.archive.org. 2021-04-08. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  4. "Help:Introduction - Bitcoin Wiki". en.bitcoin.it. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  5. Rosenfeld, Everett (2015-01-14). "Bitcoin keeps falling, and worries keep rising". CNBC (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  6. Rosenfeld, Everett (2015-01-14). "Bitcoin keeps falling, and worries keep rising". CNBC (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  7. "The Bitcoin Is Dying. Whatever". Gizmodo Australia (bi îngilîzî). 2011-08-08. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  8. "Wired, Tired, Expired for 2012: From Stellar to Suck". Wired (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  9. "Game over, Bitcoin ! À quand des monnaies virtuelles valorisant l'humain ?". web.archive.org. 2015-01-19. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  10. "Bitcoin Sees the Grim Reaper". Intelligencer (bi îngilîzî). 2013-06-20. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  11. "An early obituary for bitcoin". web.archive.org. 2015-01-19. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  12. "Bitcoin is Dead". StreetInsider.com. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  13. https://www.weeklystandard.com/blogs/bitcoin-dead_784187.html. Parametreya |title= tune ye yan vala ye (alîkarî)
  14. "Sorry, libertarians: Your dream of a Bitcoin paradise is officially dead and gone". Salon (bi îngilîzî). 2014-03-07. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  15. "Bitcoin Is Dead — Long Live Bitcoin". www.vice.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  16. "Subscribe to a slice of the FT | Financial Times". www.ft.com. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  17. "Bitcoin is headed to the 'ash heap' | America's Markets". web.archive.org. 2015-01-19. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  18. "Bitcoin might be dead. It doesn't matter". www.telegraph.co.uk. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  19. "Bitcoin: Is the crypto-currency doomed?". BBC News (bi îngilîzî). 2016-01-19. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  20. "Bitcoin now accepted by 100,000 merchants worldwide". web.archive.org. 2015-11-28. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  21. Digital Currencies: Principles, Trends, Opportunities, and Risks". Social Science Research Network. SSRN 2657598 $2.
  22. "Why Bangladesh will jail Bitcoin traders". www.telegraph.co.uk. Roja wergirtinê: 2021-04-13.
  23. "Cryptocurrency Round-Up: Bolivian Bitcoin Ban, iOS Apps & Dogecoin at McDonald's". web.archive.org. 2015-09-24. Roja wergirtinê: 2021-04-13.