Ehmedê Xanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ehmedê Xanî
Statue of Kurdish poet and writer Ahmadi Xani in Sulaymaniyah, Kurdistan, Iraq.JPG
Peykerê Ehmedê Xanî li Silêmaniyê
Navê rastî Ehmed
Zayîn 1650 an jî 1651
Colemêrg
Mirin 1707
Agirî / Bazîd
Herêm Bakûrê Kurdistanê
Hemwelatî  Kurdistan
Eslê xwe Kurd
Dîn Îslam
Bav Şêx Îlyas
Dayik Gulnîgar
Dibistan Medreseyên Kurdî
Medreseyên Sûrîyê
Medreseyên Îranê
Destûrname Mele Camî
Çax Sedsala 17'an
Pîşe Fîlozof, Helbestvan, Dîroknas, Alim û Astronom
Bandor Mele Mehmûdê Bazîdî, Îsmaîlê Bazîdî, Miradxan, Hecî Qadirê Koyî, Hejar, Hêmin, Mele Ehmedê Namî, Saidê Kurdî, Xelîfe Yûsif û Wêjeya Kurdî
Raman Yekitiya Kurdan

Ehmedê Xanî (z. 1650 Colemêrg − m. 1707 Agirî), helbestvan, wêjevan, alim, dîroknas, astronom û fîlozofekî herî mezin ên kurd e.[1]

Jiyana wî[biguherîne]

Ehmedê Xanî di sala 1650/51'î de li Colemêrgê hatîye dinyayê, Hevotina xwe a pêşîn li cem bavê xwe Şêx Îlyas digre, dûra xwendina xwe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de didomîne, xwendina xwe li Bexdayê, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêşve dixe. Di medreseyên Îranê de Felsefeya Îslamê, astronomî û fîlolojîyê hîn dibe. Di medreseyên Sûrîyê de jî Felsefeya Yewnan hîn dibe û di vê pêvajoyê de berhemên Aristoteles, Hîpokrat, Platon, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofan hîn dibe û dixwîne û gellekî salan li van deran dimîne, Piştî demekî diçe Mekeyê û Misirê jî digere û bi fîlozofekî mezin ve dizivire Bazîdê.[2]

Xanî di 14 salîya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûgên xwe bi kurdî lehçeya kurmancî nivîsandîye, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên kurdî de hate xwendin. Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanîbû.

Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese jî vekirîye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî û dersên zanistê dihatin xwendin. Xanî di medresa xwe da dersên fiqih, felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dida. Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane.

Ehmedê Xanî sala 1707'an de li Bazîdî diçe ber rehma Xwedê, û tirba wî li Bazîdê ye.

Ramanê Ehmedê Xanî[biguherîne]

Ehmedê Xanî netewperwerê kurd e, dixwest ku yekitiya kurdan çê bibe, Îxtîlafên di nav kurdan de ji bo wî pirsgirekeke mezin bû lewra di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan dike û di helbestekî xwe de waha dibeje;

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet


Li gorî Xanî ti kêmasîkî kurdan ji ereban, tirkan û farsan tineye tenê kêmasî bêrêzanî û bêyekitîbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî dixwest ku gelê kurd ji binê sumurgeya ereb, tirk û farsan bide xilas kirin û rizgar bike.

Helbestekî Xanî

Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?


Lê di berhemên Ehmedê Xanî de li dijî Tirk, ereb û farsan qet nîjadperestî tuneye. Ji xwe Hinekî helbestên xwe carna bi erebî û farisî jî nivîsiye.

Berhemên Xanî[biguherîne]

Ehmedê Xanî heta dawîya 'emrê xwe gelek pirtûg nivîsand pirtûgên wî yek a Helbestan e, yek li ser Astronomî û erdnîgarîyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yên din jî pirtûgên Îslamîne. Lê tenê çar pirtûgê wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirîne.[3]

Bîbliyografî[biguherîne]

  • Ehmedê Xanî (1995/2005). Mem û Zîn. Wergera bi tîpên latînî û kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan. Deng, Stembol.
  • Ehmedê Xanî (2010). Mem û Zîn. Şirove û bi kurdiya îro, Jan Dost. Avesta, Stembol.

Çavkanî[biguherîne]