Bozê Rewan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bozê Rewan yek ji elementên çîrokên Kurdan e. Ji deryayê hatiye. Masîgerên bajarê Mixurbiyan ew li deryayê dîl girtine û difiroşin keyan. Bozê Rewan hespek e lê ne ji rêzê ye. Xwedî taybetiyên bêhempa ye. Dikare li deryayê jî bijî. Li ser sûr û kelheyan re difire. Dikare biaxive. Hin caran digirî bi zimanê xwe û bîriya deryayê dike.