Mixurbiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mixurbiyan bajareke çîrokî ye. Di destana Memê Alan de jî derbas dibe. Li dora bajêr sûrên pirr bilind hene. Li ser 24 dîrekên tîrêjên rojê ava bûye. Li wî bajarî 500 malbatên Cihû, 500 malbatên Xirîstiyanan Ermenî, 500 malbatên Kurd-Êzîdî, 500 malbatên Kurd-misilman, 500 malbatên Kurd-Elewî û 500 malbatên Asûrî dijîn. Ji xeynî wan malbata key heye. Li ber deriyên sûrê dergevan henin.

Bajareke dewlemend û bi hizûr e. Bajar di destana Memê Alan de dibe yê bavê wî. Memê Alan lawê key e. Du apê (mamê) wî bêûrt in, ango zarokan wan nîne. Yekemîn zarokê key e. Diya wî ne ji malbateke keyan e. Jineka belengaz, kor, kerr û seqet e. Hêviya malbata key û tevahiya bajarên Mixurbiyan li ser Memê Alan e. Dixwazin Mem bibe key û îdareya bajar bike. Mixabin Mem di xewna xwe de Zîn dîtiye û dilketiye Zinê, Zîna Zêdan.