Brader
Brader Brader Musîkî | |
|---|---|
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | 1958 Mûsîka, Mêrdîn |
| Netewe | Kurd |
| Pîşe | Hunermend, lîstikvan |
| Amûr | Mandolin, flut û tembûr |
| biguhêre | |

Brader muzîkvan û wênesazekî kurd e. Brader ango Brader Mûsîkî di 1958an de li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dinyayê.[1] Bavê wî dengbêj bû. Zaroktiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbas kiriye.[2][3]
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Brader dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristiyê li bajarê Wanê xwendiye. Di salên 1970 û 1975an de ew hînî tembûrê bû. Piştî 1980yî wî dest bi karê profesyonelî yê muzîkê kir.[4]
Ji ber xebata xwe ya muzîkê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigire. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekem li zindanê dinivisîne.
Ji sala 1986an û vir ve li Holendayê jiyana xwe berdewam dike. Heta niha deh albûm çêkirine. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava dengbêjî û muzîka modern de mîna pirekê dibîne.
Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produksyonên kurd û holendî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten van Godlos niha jî di xebateka nû ya filmekî holendî de ye. Herwiha di filmê Meşê de jî bi roleke çûçûk xuya bûye. Brader li gel xebatên muzîk û sinemayê xebatên wênekariyê jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Vegera welêt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî 18 salan cara yekem di sala 2004an de vegeriya welêt. Li seranserê welêt nêzîkî 30-40 konser dan.
Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta niha 12 albûm çêkirine. Yekem albûma bi navê Dinya Fanî di sala 1989an de derxistiye. Albûma bi navê Pepûlê di sala 2005an de û albûma dawî ya bi navê Herim kuda di sala 2022an de derketin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera Brader Girêdana arşîvê 2011-02-07 li ser Wayback Machine
- Hevpeyvîn Bi Brader Mûsîkî re/Beş 1-NETKURD Girêdana arşîvê 2006-05-17 li ser Wayback Machine
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Hozan Brader: Ez Bi Koka Xwe Ve Girêdayî Me û Hunera Min Ji Kaniya Wê Tê". VOA. 26 adar 2016. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Hemû Stranên 'Brader'". www.gotinenstranan.com. Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2021.
- ^ "Muzika Kurdi | Musika Kurdi | Kurdische Musik | Kurdish Music | Stran". www.ronibaran.de. Ji orîjînalê di 9 gulan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2021.
- ^ Ekrem Demir (1996). Hevpeyvîn: Gerek mirov bûyeran bi hunerî bihone. Azadiya Welat, 37:1996, r. 8-9.
- Girêdana arşîvê 2006-05-17 li ser Wayback Machine
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |