Bratîslava
Bratîslava
| |
|---|---|
| |
| Bratislava | |
Bratîslava li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 48°8′41″Bk 17°6′46″Rh / 48.14472°Bk 17.11278°Rh | |
| Dewlet | Slovakya, Çekoslovakya, Slovak Republic, Çekoslovakya, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, împeratoriya Awistiryayê, Habsburg monarchy, Keyaniya Mecaristanê, Principality of Hungary, Great Moravia |
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | 907 |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Matúš Vallo (2018–) |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 367.664262 km2 (141.955.965 sq mi) |
| Bilindahî | 152 m (499 ft) |
| Nifûs | 479.389 (2024) |
| Dem | |
| Koda postayê | |
| Koda telefonê | 2 |
| Plakaya erebeyê | BA, BL, BT |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Bratîslava, paytext û bajarê herî mezin ê Slovakyayê ye ku li başûrê rojavayê Slovakya li bintara Karpatên Piçûk e ku li herdu peravên Çemê Dunayê û li peravê çepê Çemê Morava hatiye avakirin. Bi awayekî fermî nifûsa bajêr nêzîkî 475.000 kes e, lê tê texmîn kirin ku ji 660.000 kesan zêdetir e.[1] Bajêr li ser sinorê Awistriya û Mecarîstanê ye ku yekane paytexta neteweyî ye ku li ser sinorê du dewletên serwer e.[2]
Dîroka bajêr di bin bandora mirovên gelek netewe û dînan de ye ku di nav de awistrî, bulgarî, kroatî, çekî, almanî, mecarî, cihû, romanî û slovakî hene.[3] Bajêr ji 1563an heya 1783an cihê bitackirin û navenda zagonsaz û paytexta Keyaniya Mecarîstanê bû ku yanzdeh padîşahên mecar û heşt şahbanûyan li Katedrala St Martinê tac li serê xwe kirin.[4] Piraniya meclîsên parlamena Mecarîstanê ji sedsala 17an heya Serdema Reforma Mecarîstanê li vir hatine lidarxistin û bajar bûye cihê gelek kesayetiyên dîrokî yên Mecar, Alman û Slovak.
Îro Bratîslava navenda siyasî, çandî û aborî ya Slovakyayê ye û bajêr navenda serokatî, parlemento û rêveberiya Slovakî ye. Li bajêr gelek zanîngeh û gelek muzexane, şano û saziyên din ên çandî û perwerdehiyê hene.[5] Navenda gelek karsaziyên mezin û saziyên darayî yên Slovakya li Bratîslava ye.
Hevsengiya hêza kirînê li gorî herêmên din ên slovakî sê qat zêdetir e. Bratîslava her sal dora 1 mîlyon tûrîstan pêşwazî dike ku bi piranî ji Komara Çek, Almanya û ji Awistiryayê têne bajêr.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a.s, Petit Press. "V Bratislave žije štvrť milióna cépečkárov, najviac ich nie je v Petržalke". index.sme.sk (bi slovakî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Bratislava Blast". web.archive.org. 10 kanûna pêşîn 2006. Ji orîjînalê di 10 kanûna pêşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 7 adar 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2007. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Gruber, Ruth E. (10 adar 1991). "Charm and Concrete in Bratislava". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 5 adar 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2007. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a.s, Petit Press (6 kanûna pêşîn 2016). "Bratislava reports increase in visitors". spectator.sme.sk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
