Bajar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bajarê Mûsil

Bajar (bajêr, sûk, şehir an şar jî dihêt gotin) cihekê akincîbûna mirovan e ko himbizî ya akinciyên wê û avahiyan ji gundan û bajêrokan zêdetir e. Carina bajêrbûn an nebûna akincîgehekê bi rêya qanûnê dihêt diyar kirin. Li gelek welatên cîhanê bajêran navendeka bajêrî ya akincîbûnê ya serekî û hindek binbajêr an herêmên bajêrî û gund hene.

Bajêran deverên akincîbûnê, pîşesaziyê, karweriyê û kargêriyê hene. Li bajêran avahûyên akincîbûnê (xanî) û û cade, alavên gehandinê yên mîna qîtara bajêrî hene. Lêkoliîna liser bajêran babetê zanistekê bi navê cihnasiya mirovî anko erdnîgariya mirovî ye.

Cihnasî (Erdnîgarî)[biguherîne]

Cihnasiya bajêran, çi ya fîzîkî çi ya mirovî, gelek berfireh e. Bajêr li peravên rûbaran, deryayan û okyanûsan, li cihên ko li ser rêyên bihevragirêdana deverên corbicor in û li nihalan dihên avakirin (mîna Mûsil). Herwisa, gelek ji bajêrên kevin li cihên wekî serê çiyayan hatine avakirin da li beranberî êrîşan bihatiban parastin (mîna Amêdiyê. Her ji bo vê meremê, gelek ji bajêrên kevin şûrekirî bûne (mîna Amedê.

Bi giştî, bajêrên kevin bi hevberdanana digel bajêran evro gelek bê plan dihatin avakirin. Niha plandanana jibo bajêran tiştekê wesa pêdvî ye ko bajêrên bê plan hema nahên berhozandin jî.

Dîrok[biguherîne]

Dîroka bajêran û akincîgehên dî yên mirovan dîrokeka kevnar e, herçind e ko hebûna bajêran di demên kevnar da babetekê gengeşebar e.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)