Cîhan Jiyan Kara

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cîhan Jiyan Kara yan jî bi tenê Jiyan Kara, lîstikvan û youtuberekî jîr û zîre û çalak ê kurd ku niha heşt sal e li Stembolê dijî.[1] Jiyan Kara bi eslê xwe xelkê Xinûsê ye. Ew hate Stembolê, weke gelek xortên kurd, ku zanîngehê bixwîne. Îro ew li studyoya Beybun Production, li Stembolê, dixebite.

Ew ji sala 2012an û pê ve li ser Înstagram û Facebookê fenomenek e. Ji kolanên Stembolê di nava kurdan de bernameyên xwe yên bi navê "Hevpeyvînên kurdî ji kolanan" çêdike. Vîdeoyên kurt in ku bûne weke hêzeke medyayî ya serbixwe û gelek serkeftî ne. Jiyan Kaya dibêje ku "salek an du sal bi şûn de ew li ser medyaya civakî cihekî baş bigire û bi rastî bibe alternatîveke medyayê."[2]

Bi deh hezaran şopînerên wî hene ku herroj peywendî li gel wan datîne. Ji sala 2018an û pê ve ew di yekem rêzefîlma înternetê yê bi kurdî "Zarên Me" de lîstikvan e.

Girêder[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]