Cûmkerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pirtiyên îro ne wekî yên etaran rengîn in

Cûmkerî, çilagî, korskerî, tevnkerî, tekstîl (bi latînî textilis) ji karê cilûbergan (kinc, pot, çek, came jî di nav de), hilberîna wan re tê gotin. Herwiha bo dekorasyonê jî cûmkarî xizmetê dike. Ji navê bazar, pîşeyê vê karê re cûmkerî dibêjin. Bo madeyê xam ê cûmkeriyê lûf, ta û biskên berhemên ji ajalan û riwekan tên bikaranîn. Di zimanê ewropayiyan de bêjeya herî nêzîk bo cûmkeriyê tekstîl e.

Dîroka cûmkeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka cûmkeriyê gelek kevn e û kes nizane kengî destpê kiriye. Bermahiyê 30 hezar salî bidest ketine ku 30 hezar salan berê lu herêma Qefqasê cûmkerî hebûye, mirovan bo pêdiviyên xwe tevnên tevnkariyê ava kirine.

Şaxên sereke yên cûmkeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hilberîna cîlûbergan
  • Cûmkeriya malê
  • Cûmkerî bo endustriyê

Hilberîna bergan êdî bi makîneyan dibin. Bo wê fabrîk û kargehên mezin hene. Ji kiras û serpêyan heya perdeyên giranbiha yên hotelan di fabrîkên cûmkeriyê de tên hilberîn.

Destkarî (kardestî) li seranser cîhanê ketiye xetereya berdewamiyê, lewra roj bi roj kêm dibe. Xalî, kulav, cîrax, binrax ûêd çend pêdviyên malê hêj jî li gelek deverên Kurdistanê di malê de bi destan tên çêkirin.

Cûmkeriya malê jî xurt e. Çarşev, rûlihêv, pêjgîr, asîtan, destmal û gelêk cureyên dercawan û newresîman li seranser cîhanê bi serê xwe bazareke mezin ava dikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]