Binrax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Doşekên nûjen dikarin bêî karyola jî bin

Binrax, doşek, mitêl, nalîk bo nivisandin (raketin, razan, xewtin), veketin û paldanê ye. Herwiha mirov dikare bo armanceke din jî bikarbîne.

Binrax navê wan ê giştî ye. Mitêl, doşek ji ya di odeya nivînê de, yan odeyên din raketinê de tên bikaranîn e. Lê ji ber ku pirranî tenê ji bi nivisandê (razan) tê bikaranîn mirov dikare di heman wateyê de bikarbîne. Ango hin doşek hene tenê ji bo veketin an paldanê ne, ne ji bo odeyên nivînan in.

Binraxên nûjen rengîn in. Gelek cureyên wê hene. Berê li Kurdistanê ji hiriyê dihatin çêkirin. Nivînên klasîk ên kurdî de herwiha lihêf, balgeh jî hebûn.

Dîroka binraxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka binraxê jî dişibe ya nivînan. Medî, romayî, faris û grekan nivînên bi pê bikaranîne û binraxên xwe li ser karyolayan danîne. Heger karyola neban jî, binraxên xwe stûr çêdikirin. Ji ber wê ye binraxên kurdan gelek stûr in.

Di sedsalên 12. û 13. de ji ereban derbasê ewropayiyan bûye. Li Ewropayê binrax gelek bipêş ketine. Mirov dikare bêje cureyên niha hene, pirranî li Ewropayê hatine pêşxistin.

Cureyên binraxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]