Cami'eyê risaleyan û hikayetan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan berhemeke Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku ji sê maqale û çil çirokan pêk hatiye. Ew di bin Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan de, weki pirtûk bi hev re hatine çapkirin.

Naveroka kitêbê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fihrist:

Ferhad Pîrbalî, destxetên Mele Mehmûdê Bazîdî ji pirtûka xwe re kir bingeh û berhema xwe ya bi navê “Mele Mehmûdê Bazîdî 1799-1867 Yekemîn Çîroknûs û Pexşanûsî Kurd” di Weşanxaneya Arasê li Hewlêr di sala 2000 de weşand. Ziya Avcı jî çîrokên Mela Mehmûd Bazîdî, di bin navê Cami‟eya Risaleyan û Hikayetan di Weşanxaneya Lîsê ya li Diyarbekirê di sala 2010 de çap kir. Cankurdî ev çil çîrok û heft çîrokên Xanima Dietrici Chrestomathie Ottomane, bi tîpên latînî vediguhezîne. Ev berhem bi navê “Çirokên Kurmancî” di weşanxaneya çanda nûjen de di sala 2000‟î de bi transkripsiyona Cankurdî tê weşandin. Cankurdî ev berhemên li jor rêzkirî ji tîpên erebî û rênivîsa berê, kirine yên latînî û ferhengoke jê re çêkiriye.[2]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.
  2. Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî. Mêrdîn: Zaningeha Mêrdîn Artukluyê.