Mele Mehmûdê Bazîdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Mehmûdê Bazîdî
Jidayikbûn1797
Mirin1863 (66 Salî)
Erzîrom
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
PîşeKurdolog, Wêjevan, Dîroknas, Dîplomat, Civaknas, Zimannas, Çîroknivîs, Werger
SerdemSedsala 19'an
BandorbarŞerefxanê Bedlîsî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Eliyê Teremaxî û Mele Xelîlê Sêrtî
BandorkerQanatê Kurdo
DînÎslam
biguhêreBelge

Mele Mehmûdê Bazîdî (jdb. 1797 Bazîd - m. 1863 Erzîrom) Kurdnas û nivîskarê kurd e ku damezrînerê paxşana kurdî ye.[1] Bazîdî di sedsala 19an de Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi şeklê pexşanî nivîsiye ku berhema wî yêkemîn çîroka nûjen tê hesibandin.[2] Herwiha Mele Mehmûdê Bazîdî di nav nivîskarên kurdan de piraliya xwe ve balê dikişîne.

Bazîdî li Kurdistanê alimek meşhûr bû û qedra wî li nav civakê zêde bû. Ew di jiyana xwe de zehmetiyên şer, aborî, siyasî derbas kiriye. Gelek xalên jiyana wî ne diyar in. Di sala 1855an de şerê li navbera Osmanî-Ûris dest pê dike ji bo vî Bazîdî koçî Erziromê kiriye. Li wir konsolosê ûris Alexandre Jaba (1893-1894) nas kiriye û derheqe kurdolojiye bi hev re xebitîn. Dawiya vê xebatê gelek berhem peyda bûne. Ev berhemên henê wek Koleksiyona Aleksander Jaba tên nasîn. Jabayî ev berhem şandine zanîngeha Petersburgê. Li wir gav bi gav ev berhem hatine weşandin.

Mele Bazîdî yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di sedsala 19an de, di hemû danûstandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bi kar aniye. Her wekî tê zanîn ku bi taybetî di sedsala 19an de farisî û erebî di nav zana û rewşenbîrên kurd de gelek di rewacê de bûne. Nêzikî temamê zana û rewşenbîrên kurd di karên xwe yên nivîsandinê de ev her du ziman bi kar anîne. Lê belê Mele Mehmûdê Bazidî bi eksê vê hereket kiriye. Ew kitêbên ji aliyê wî ve hatine nivîsandin bi kurdî ne.[3]

Bazîdî yekem pexşannûs û çîroknûsê kurd, yekem wergêrê kurd, yekem civaknasê kurd, yekem dîroknasê kurd ku berhema xwe bi kurdî nivîsîye bû.[çavkanî hewce ye]

Hin berhemên muhîm yên Bazîdî ev in; Tewarîxî cedîdî Kurdistan, Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan, û Mem û Zîn A Mele Mehmûdê Bazîdî.

Jiyana Mele Mehmûdê Bazîdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mizgefta Bazîdê û taxa weran

Li ser jiyana Bazîdî agahiyên zêde nînin. Yanî li ku xwend, mamosteyên wî kî bûn, dê û bavê wî, malbata wî. Gera wî ya ji bo zanînê û detayên din ên jiyanê ku mixabin hemû klasîkên me jê bêpar in. Jiyana Bazîdî jî, eger ne agahiyên heval û şagirtê wî Alexandre Jaba bûya, dê ne ewqasî zelal bûya. Bi her halî gelek lêkolîner dibêjin ku sala ji dayikbûna wî di navbera (1797 û 1799) an de ye li bajarê Bazîdê. Peter Lerch di nivîseke xwe de çêrî nameyeke Jaba dibe ku ji Lerch re di îlona 1857an de şandiye. Ew di wê nameyê de dibêje ku, temenê Bazidî 60 sal e. Ev jî dide xuyakirin ku Mele Mehmûd di sala 1797an de ji dayik bûye.[4] Li gor belegeyeke din jî, Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1863an de çûye li ser dilovaniya xwe.

Salên Pêşîn û Navîn, 1797-1848[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Bazîdê dest bi xwendina medreseyê kiriye. Ji xeynî Qur'anê, hin behremên wek Mewlûda Melayê Batê, Nehc-ul Enam a Mele Xelîlê Sêrtî û Nûbihara biçûkan a Ehmedê Xanî xwendiye. Di xurtaniya xwe de çûye Tewrêzê û li wir di nav gencîneya edebiyata serdest ya farisî û erebî de xwendina xwe diqedîne. Li gel vê welatê xwe ji ber ku zimanê dewleta Osmanî ye fêrî tirkî jî dibe. Ango Mela Mehmûd ji bilî zimanê xwe kurdiya kurmancî; erebî, farisî û tirkî dizanibû. Piştî ku perwerdeya xwe qedandiye li welatê xwe Bazîdê heya sala 1854an li ser rêça Ehmedê Xanî li medreseya xwe dersdayîna xwe domandiye.

Li gelek bajar û herêmên wekî Tebriz, Hekarî, Botan, Mûş, Wan, Erzirom, Amediye û Stembolê xwendiye, geriyaye, hatiye hepiskirin, sirgûnkirin an jî ji bo kar û barê xwe lê maye. Ji hêla din ve wekî em ji nasnavê wî derdixin Mela Mehmûd çûye hec jî. Lewra jê re Hecî Mehmûd jî hatiye gotin.167 Jixwe ji bo bikaribe bibe hecî divê here Mekke û Medîneyê û her wiha wê heyama ku Mela Mehmûd li heyatê bûye, mirov bi heywanan an jî peyatî diçûn hecê. Ji bo wê jî li ser riya xwe gelek bajar û herêmên erdnîgariya Îslamê didîtin. Ji wan Şam û Qudis herêm û bajarên herî girîng in. Ji vê jî derdikeve holê Mela Mehmûd him bi xwendina xwe û him jî bi ger û seyahetên xwe xwedî ilmekî kûr bûye.

Mela Mehmûd di vê heyamê de li Bazîdê seydayekî naskirî û pêştahatî ye. Lewra him di nav gel de tê naskirin û him jî li cem rayedarên dewletê kesekî girîng e. Li gor ku rojhilatnasê polonî Felician Martin von Zaremba (1794-1874) qala gera xwe ya Bazîdê ya sala 1830an dike, rûsên ku wê demê bajar zeft kirine xwarinekê didin alim û pêştahatiyên herêmê yên ji kurd, ermenî û tirkan pêk tên. A di nav wan kesên vexwendî de Mela Mehmûd jî heye û him jî wekî alimekî deryabîr tê zanîn. Loma ew bi xwe jî paşê çend caran Mela Mehmûd re dikeve têkiliyê û dema qala wî dike dibêje melayê kurd, alimê mezin, seydayê esilzade Hecî Mehmûd. Her wiha dema diçe dîtina serokê eşîra Zîlan Silêman Axa nameya Mela Mehmûd bi xwe re dibe.[5]

Dema eşîreta Behlûl paşayê Bazîdî têk çûye. Mela Mehmûd Bazîdê diterikîne. Lewra di şerê Qirimê yê di navbera Osmanî û Rûsan (1853-1856) de birayê wî tê kuştin û ji pey wê re karê bazirganiyê yê lawê wî jî nameşe -birayê wî di karûbarê ticarete de alîkariya kurê Mela Mehmûd dikir[6] û ji ber vê aboriya malbata wî xerab dibe[7], Mela Mehmûd wê hingê diçe Erziromê û li wir wergêrî û seydatiyê kiriye. Mela Mehmûd çûye Erzeromê û li wir karê seydatiyê kiriye.[8][9][10] Heta di sala 1848an de xeynî seydatiye çi kar kiriye yan çûye kû em nizanin. Lê eşkereye heta vê salê Bazidî li Erziromê meşhûr bûye. Belkî li nav tim Kurdistanê navê wî belav bûye û hatiye nasîn.

Salên Dawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiya temenê xwe de gava emrê wî ji 70 salî mezintir e, ji ber desttengiyê tevî kurê xwe yê 12 salî diçe paytext Stembolê û daxwaznameyan dide da ku meaşekî bidinê. Ji naveroka nameyên wî meriv têkiliya wî ya bi dewletê re dibîne û ji bersivên nameyan jî tê dîtin ku rêveberiya dewletê jî wî nas dike û ji bo daxwaza wî pêk bînin fermanê dide rayedarên herêmî. Ji hêla din ve hin kes ji ber vê tevgera wî û zimanê wî yê li hember dewleta osmanî û siltan bi kar aniye wî rexne dikin. Lêbelê ji bo nirxandinên rast û bi bingeh divê şert û mercên demê rind bên zanîn û li gor wê rexne bên kirin da ku şaşiyên anakronîk neyên kirin.[11]

Mele Mehmûdê Bazîdî û dîplomasî, 1848-1853[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîplomasiya kurdan

Salên Mele Mehmûdî Bazidî jiyayê (1797-1863) osmanî hez dikin dawiya mîrektiya kurdan bînin. Otonomiya kurdan hilweşînin û bi merkezê ve girê bidin. Diyare ku Bazîdî bûye şahidê vê pevajoyê. Bazîdî xwedî qedirekî bilind bûye, bona wê yekê ye, ku navê wî li gelek mizgeft û medreseyên bajarên cuda kirine. Hurmeta wî di nav karmendên dewletê yên osmaniyê de jî hebû. Desthilatdarên sultaniyê çend caran ew wek qasidê xwe şandine bal serekên serhildanên kurdan yên li wîlayetên Botanê û Hekariyê bona ku bi wan re bikeve nava peywendiyan.[10]

Kelheya Cizîra Botan di sala 1908an de.

Alexandre Jaba navbeynkariya Bazîdî wisa vegotîye: "Mela Mehmûdê Bazîdî ne bes di nav rewşenbîra de navdar bûye, belkî di dewleta Osmanî de jî bihayê xwe hebûye, çend cara bi biryara sultanî bûye navgîn(navbeynkar) bi serokê serhildanê Kurdan li aliyê Botan û Hekarê. Di sala 1848ê Hafiz paşayî hevpeyvinek li ser mesela şerê digel Bedirxan begê çêkir. Bedirxan li Cizîrê bi serhildanê rabibû, piştî salekê bi biryara Kamil paşayî, ku serokê wê demê yê Erzeromê bû...ew hatibû verêkirin bo nik Nûrellah begê, ku serokê Kurdê Hekarê bû, di demê xwe de serhildanek dijî dewleta Osmanî çêkiribû. Dîsa di wi demî da hevpeyvîna Mela Mehmûd digel Nûrellah begê armanc ew bû serhildan bihête rakirin. Birayê Bedirxan beg, Xan Mehmûd demê hatiye Erzeromê biryar derêxistibû, ku Mela Mehmûdî qebûl bike. Xan Mehmûd mirovekî mezin bû, ne tenê Kurda ew nas dikir belkî dewletê jî baş nas dikir. Wextê xan Mehmûd hatiye erzeromê li her alî qedrê wî hat girtin. Wesa xuya bû, ku di bin ve ra têkeliyê Mela Mehmûd bi serokê Kurdan ra hebûn, wî biryara Osmaniyan dikir lê ne dijî kurda."

Di rojnameya Kurdistanê de xalek hatiye li ser serhildana Bedirxan begê, te da hatiye nivîsîn: Sultan ('Ebdul) Mecîdî, Mela Mehmûd şandibû Cizîrê cem Bedirxan begê, ji bo ku hevpeyvîn li ser rakirina serhildana Bedirxan begê bêt cêkirin û Bedirxanî bînin Stembolê.. Bedirxanî berî hingê Mela Mehmûd baş nas dikir, demê mela efendî hatiye Cizîrê, di wê demê de Osman paşa serleşkerê osmaniya bû, deme mela efendî tê Cizîrê, ew dibêje Osman paşayî: Ez dê çime nik Bedirxan begê, xundkarî ez şandîme ku hevpeyvînê bo rawestandina serhildanê digel Bedirxan bikem û Mela Mehmûd dibêjê: Tu neçe ser Cizîrê heta ez bersivekê li nik Bedirxan begê neînim. Di wê demê da Mela Mehmûd fermana Sedrul a`zem (Sadri Azem) nîşa Osman paşayî da.

Malbata Bedîrxanîyan; 1880

Ev ferman e di nav pêrtûka sultanî da jî hatiye nivîsîn. Osman paşa viyaye (xwestiye), ku şerê Bedirxan begê bike û di şerî da serkeve. Di destpêkê da Osman paşa nedihêla Mela Mehmûd biçe nik Bedrixan begê û şerî bidete rawestandin, lê paşê razî bû. Berî bersiva Bedirxanî wegere, Osman paşa êrîşê dike ser Cizîrê, dibîne ku miletî bi awayekê bi senî û menî û rêk û pêk xwe karkiriye û li jivana (amedeyî) şerî ne. Hingî Hafiz paşa pê hesiya ku ew sira di navbera wan da, Mela Mehmûdî daye Bedirxan begê. Mela efendî bersiva Bedirxan bo Osman paşayî tîne û nerazîbûna xwe diyar dike, ku bo çî ewî êrîş kire Cizîrê. Piştî wê çendê Osman paşayî Mela Mehmûd girt û qeyd û zincîr kir û verekire Stembolê û bi aliyekê dî ve nameyekê bo xundkarî verêdike û dibêje: Ku ev mirove harîkarê Bedirxan begê ye û xayinê dewletê ye. Paşê xundkar mela efendî verêdike Wanê.-Li qasek şûnde ew ji aliyê sultan ve tê efukirin û ew dişînin Wanê-[3]

Dîsa demê Mela Mehmûd li Wanê, piştî demekê birayê Bedirxan begê serhildanek li Xewacê rakir, ku deh se`eta ji Wanê dûr e, di vî demî da dewleta Osmaniyan disan Mela efendî di vê serhildanê da gunehbar dike û Mela efendî digrin, tavêjin zindanê û piştî pazde roja berdidin û ditirsînin, dibêjinê eger careka dî tiştekî wisa bikî dê jîna te bikeve di xeterê de.[9] Bêguman di demeke wiha de berdana wî ji ber tirsa rewşa Mele Mehmûd a civakî ya di nav Kurdan de û melhezeya firehnekirina cebheyek li dijî Osmaniyan bûye.[3]

Nasîna Alexandre Jaba, 1853-1863[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akademiya Zanyarî ya Saint Petersburgê

Dema şerê Rûsyayê-Tirkiyeyê (salên 1853-1856) birayê wî şehîd ketiye. Piştî têkçûna osmaniyan, kar û barê kurên wî bazirganî kiriye, roj bi roj xirabtir bûye. Wan rojên bona Mele Mehmûd Bayezîdî giran derbas kiriye. Aleksander Jaba di gulana sala 1856an de bûye konsulê Rûsvayê li Erzîromê. Hema wan çaxan jî akademîk Albert Dornê ji Petersburgê ji Aleksander Jabayî re pêşniyar kiriye, ku hikumê xwe ji bona berhevkirin û lêkolîna materyalên bi zaravê bi kurmancî bi kar bîne. Piştî sala 1856an Mela Mehmûd û Alexandre Jaba hev û dû nas kirine. Bi daxwaza Alexandre Jaba derheqe dîrok, çand, ziman kurdî gelek xebat kirine. Bazîdî kurdiya kurmancî hînî Jaba kiriye. Ew bi alîkariya kurdên xwendî û xasma Bazîdî, gelek destnivîsarên kurdî berhev kirine û ji Akademiya Zanyarî ya Saint Petersburgê re şandiye. Di nav wan de hinek destnivîsarên Mela Mehmûdî jî hebûn, ku derheqa dîrok, etnografiya û zargotina kurdan de bûn. Ji wê demê û vir de navên zanyarên rûs û kurd gelek caran bi hev re tên ser zar-zimanan û ew nav bi herfên zêrîn ketine nava dîroka kurdzaniyê.[10]

Navê Wî; Bazîdî an Bayezîdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijareke ku mirov dide fikirandin jî nîsbeta Mela Mehmûd e. Lewra di hin berheman de wekî Bazîdî û di hinekan de jî wekî Bayezîdî, Beyazîdî, Bayazidli û bilêvkirinên wê yên din tên dîtin. Gelo ji van herduyan kîjan rast e? Di xebata Rudenkoyê, Qanatê Kurdo, Jan Dost, Şukriye Resûl, Ferhad Pîrbal û Reşîd Findî de wekî Bayezîdî hatiye bikaranîn, di ya Delîlo Îzolî de Beyazîdî û di ya Seîd Dêreşî û Ziya Avcî de wekî Bazîdî hatiye nivîsîn. Gelo ji van kîjan rast e û ji bo biryardayinê pîvana me yê çi be? Ji bo diyarkirina vê meseleyê çend rê hene:

  1. Mirovê navê fermî yê di belge û çavkaniyan de qebûl bike. Ji bo vê heke em Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî jêder qebûl bikin divê “Bayezîd” be. Lewra di wesîqeyên Osmanî û Îranî de jî wisa ye.
  2. Di kitêb û berhemên wî bi xwe de çi peyv çawa hatibe bikaranîn, mirov wê qebûl bike. Wê hingê gava mirov li kitêba wî ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye dinihêre derdikeve holê ku Mela Mehmûd ev peyv wekî “Bazîd” bi kar aniye.
  3. Ya sisyan jî dibe ku mirov navê gelê herêmê wekî rastî qebûl bike. Wê çaxê jî wekî Mela Mehmûd xelkê Bazîdê/Bayîzdê ye, bi xwe forma Bazîdê bi kar tîne û îro gelê bajêr dîsa heman şêweyî dixebitîne.

Di encamê de bi baweriya me divê forma Mela Mehmûd di kitêba xwe de bi kar aniye rast were qebûlkirin û navê wî wekî Mela Mehmûdê Bazîdî bê nivîsandin. Ji bilî vê gelek nasnavên Mela Mehmûd yên din jî hene û evna ji wan in: Mehmûd Efendî, Feqîr Mehmûd Efendî, Xoce Mehmûd, Hecî Mehmûd, Hacî Mehmûd û hwd.[12]

Zanayekî Piralî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mela Mehmûd zanayekî piralî ye û di warê ziman, zargotin, tarîx, bawerî û edebiyatê de gelek xebat kirine. Ew bi piralîbûna xwe ve derdikeve pêş. Heke berhemên wî bên dabeşkirin bi gelemperî ev sernavên sereke derdikevin pêş:
a) Dîrok; Tewarîxî Cedîdî Kurdistan, Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (wergera Şerefnameyê).
b) Ferheng; Devoka Hekarî-Rewendî, Ferhengê din ên li gel Jaba.
c) Rêziman; Rêzimana Teremaxî, Tuhfe en-Nehlan.
d) Wêje; Mem û Zîn, Yûsif û Zuleyxa, Leyla û Mecnûn, Şêxê Sen‘an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş, Kela Dimdim, Siyamend û Şemsê, Îskendernameya Gencewî (ji farisî werger).
e) Folklor; Berhevoka Şîret û Gotinên Pêşiyan, Berîte, Lawij û Kilamên Kurmancî.
f) Civaknasî; ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan.[13]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mele Mehmûdê Bazîdî, yek ji wan zana û rewşenbîrê kurd ê sedsala 19an ê herî têrberhem e. Lê, qasî vê têrberhem, zanatî û bi xebatên xwe yên li ser mijarên cihê cihê yên di der bara dirok, ûrf û adet, çîrok, werger û gelek milên din ên neteweyê xwe de jî, bi taybetî di nav me Kurdên bakur de, gelek kêm hatiye naskirin. Heta ev kêmnasî gihîşte sewiyeyeke wisan ku, antolojiya sed û deh mezinên Kurd derket, lê mixabin navê Mele Mehmûdê Bazîdî tê de tunebû.[3]

Heke karê Mela Mehmûd û A. Jaba bi hevkarî kirine xal bi xal bên diyarkirin ev wêne derdikeve pêş:

  • Jinûve nivîsandin

Mela Mehmûd ji bo Jaba hinek berhemên berê yên kêm peyda dibin ji nû ve nivîsandine. Bo nimûne rêzimana Teremaxî, alfabeya kurdî ya zarokan Sefheyê Sibyan, Mewlûda Şerîf, gotinên pêşiyan.

  • Nivîsîn

Mela Mehmûd li ser pêşniyaza Jaba hinek berhem bi xwe nivîsîne. Bo nimûne ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, Çîroka Mem û Zîn, Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan. Bazîdî ev bi destxeta xwe wekî berhemên serbixwe nivîsîne.

  • Werger

Mela Mehmûd karê wergerê jî kiriye. Ji vê ya herî sereke wergera Şerefnameyê ye ku ji farisî wergerandiye kurmancî û navê Tewarîxî Qedîmî Kurdistan lê kiriye. Her wiha beşeke Îskendernameya Nizamiyê Gencewî ya ji 87 malikan pêk tê wergerandiye kurmancî. Ji bilî van li gor gotinan Gulistana Se‘diyê Şîrazî û 84 çîrokên farisî jî wergerandine kurdî. Ji hêla de dema Jaba metnek werdigerande fransî an rûsî Mela Mehmûd alîkariya wî dikir. Her wiha di karê amadekirina ferhengan de jî ev hevkariya wan çêbûye.[14]

Giraniya xebata xwe bi kurdî, bi zaravayê kurmancî dinivîse. Kitêba Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, ji Farisî werdigerîne zaravayê kurmancî. Di heman demê de helbestan jî ji Erebî, Farisî û Osmanî werdigerîne Kurmancî. Dîroka Kurdistanê ya piştî Şerefnameyê, heta dema jîna xwe bi awayek rêkûpêk dinivîse. Li ser wêjeya kurdî radiweste û beşekê jê dinivîse. Li ser rêzimana kurdî jî radiweste û bi gelek qaîdeyan dinivîse. Ji bilî van xebatan, gelek berhemên din jî ji destê Mele Mehmûdê Bazîdî derketine. Lê heta weke îroj ew berhemên wî negihîştine ber destên me. Piraniya berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî, ji aliyê rojhilatnasên Sovyetî ve di arşîvên Petersburgê de hatine komkirin. Ji berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî ya ku ketî destê me, berhema bi navê Adab û Risûma Kurdan e. Adab û Risûm tê wateya "orf û edet". Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin. Orf, edet û kevneşopiyan kurdan, di vê berhemê de bi awayek balkêş li ber çavan rahêxistine. Li gor agahiyan, ev kitêba wî li zimanên rûsî, tirkî, farisî, erebî û zaravayê soranî hatiye wergerandin. Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo ku gelê xwe baş nas bike, li gelek deverên Kurdistanê digere. Li erdnîgariya welatê xwe lêkolînan dike. Li nava gel, eşîr û koçeran dahûrînên baş dike. Rewş û timtêla gel baş hîn dibe. Mêvanî, malevanî, keçxwestin, dawet û dezgîran û cîrantiyê, hîn dibe û baş dişopîne. Van kevneşopiyan dinivîse û berhema wî ya bi navê Adab û Risûma Kurdan derdikeve holê.

Kurdzan Margeret Rudankov a rûsî, di pêşgotina vê berhemê ya wergêra rûsî de wiha dibêje: "Heger ev xebata Mele Mehmûdê Bazîdî, li cem Aleksander Jaba tine bûya, ev çand û nasîna kurdan a serdema navîn bi vê rewşê bi dest me neketana."

Wî kitêbeke bi navê Adetên kurdan nivîsandiye[15] û kitêba Şerefxanê Bedlîsî ya Şerefname ji wergerandiye zimanê kurmancî. Mele Mehmûdê Bazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.[16]

Berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî yên ku xebat li ser kirine[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên ku Mela Mehmûdê Bazîdî telîf kirine[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Tewarîxî cedîdî Kurdistan
  2. Adat û Rusûmetnameê Ekradiye
  3. Cami’eya Rîsaleyan û Hîkayetan
  4. Tuhfetul-Xîlan Fî Zimanê Kurdan
  5. Wergera Şerefnameya Mîr Şerefxanê Bidlîsî A Mela Mehmûdê Bazîdî
  6. Mem û Zîn A Mele Mehmûdê Bazîdî
  7. Yusif û Zuleyxayê A Mele Mehmûdê Bazîdî
  8. Çîroka Sêxê Senan A Mele Mehmûdê Bazîdî
  9. Destana Kela Dimdimê A Mele Mehmûdê Bazîdî
  10. Leyla û Mecnûn A Mele Mehmûdê Bazîdî
  11. Bersîsê Abid A Mele Mehmûdê Bazîdî
  12. Qewlê Hespê Reş A Mele Mehmûdê Bazîdî
  13. Zembîlfiroş A Mele Mehmûdê Bazîdî
  14. Tercûme-î Darb-î Meselane bi-Ziman-î Kurmancî
  15. Xeberdana Zimanê Kurmancî[2]

Wergerên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mela Mehmûdê Bazîdî, yekem kes e ku cara ewil cilda ewilî ya Şerefnameya Mîr Serefxanê Bidlîsî ji orîjînala wê ya farisî û li ber wê nusxeya ji aliyê Zêrnov ve hatiye amadekirin, wergerandiye li ser zimanê kurdî. Wî ev xebat di sala 1858an de temam kiriye. Mela Mehmûdê Bazîdî, Kitêba Mewlûda Serîf a wergera kurdî jî nivîsandiye. Destnivîsa jimareya (Kurd 19) Mewlûda Serîf a Bazîdî di sala 1858an de nivîsandiye.

Mela Mehmûdê Bazîdî, gelek berhem ji zimanê tirkî, erebî û farisî jî wergerandine li ser zimanê kurdî. Destnivîsa jimareya (Kurd 49) el mecals çîrokên Millî ên ji Mela Mûsayê Hekarî standiye û ji farisî wergerandiye. Şîrîn û Ferhad, Yusif û Zilêyxa, Zuhakî Pasa, Rustem, Newsîrwan û Darewan, Bûk gwasteway Cengîz Xan. Destnivîsa jimareya (Kurd 6) bi navê Sefhe Sibyan ê ku nivîskarê wê nayê zanîn bi xetê xwe Mela Mehmûdê Bazîdî nivisiye destnivîsa jimareya (Kurd 46) Bazîdî di 1867an de nivîsiye. Destnivîsa jimareya (Kurd 43) hestê û çar çîrokên farisî kiriye kurdî, Jaba jî ew wergerandiye frensî. Destnivîsa jimareya (B3971) wergera Mela Mehmûdê Bazîdî ya Gulistana Sadiyê Sîrazî ye. Ev destnivîsên navborî li kitêbxaneya Saltikov Sîdrîn e.

  1. Wergera Şerefnameya Mîr Şerefxanê Bidlîsî a Mela Mehmûdê Bazîdî
  2. Wergera Mewlûda Şerîf a Mele Mehmûdê Bazîdî
  3. Wergera Leyla û Mecnûn a Mele Mehmûdê Bazîdî
  4. Wergera Hikayetên Farisî
  5. Wergera Şîrîn û Ferhad a Mele Mehmûdê Bazîdî
  6. Wergera Yusif û Zilêyxa a Mele Mehmûdê Bazîdî
  7. Wergera Zuhakî Pasa a Mele Mehmûdê Bazîdî
  8. Wergera Rustem a Mele Mehmûdê Bazîdî
  9. Wergera Newsîrwan û Darewan a Mele Mehmûdê Bazîdî
  10. Wergera Bûk gwasteway Cengîz Xan a Mele Mehmûdê Bazîdî
  11. Wergera Sefhe Sibyan a Mele Mehmûdê Bazîdî
  12. Wergera Gulîstan a Mele Mehmûdê Bazîdî[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ozturk, M. (n.d.). Mela Mehmûd-i Bazidî ve Adât û Rüsûmâtnâme-yi Ekrâdiye. Osmanlı Devleti Ve Kürdler.
  2. ^ a b c Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî. Mêrdîn: Zaningeha Mêrdîn Artukluyê.
  3. ^ a b c d Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.
  4. ^ Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Lêkolîner: Jan Dost, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:15
  5. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 47
  6. ^ Ji nameya A. Jaba ya ji P. Lerch re ya di 10/22 îlona 1857an de şandiye, bnr. Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, r. 255.
  7. ^ Mela Mehmûdê Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, amd. Ziya Avci, Lîs, Diyarbekir, 2010, r.
  8. ^ Ozturk, M. (n.d.). Mela Mehmûd-i Bazidî ve Adât û Rüsûmâtnâme-yi Ekrâdiye. Osmanlı Devleti Ve Kürdler.
  9. ^ a b Kurdo, Q., & Mûsaelîyan, C. (2010). Birek Ji Pêşgotina Qanetê Kurdo û C.J Mûsaelîyan. In M. M. Bazîdî, & J. Dost (Ed.), Adet û Rusûmetnameê Ekradiye (pp. 246-251). Istanbul: Nûbihar.
  10. ^ a b c Vasîlyêva, Y. (2010). Mele Mehmûdê Bazîdî. In M. M. Bazîdî, & J. Dost (Ed.), Adat û Rusûmetnameê Ekradiye (T. Xelîl, Trans., pp. 201-205). Istanbul: Nûbihar.
  11. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 50
  12. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r.46
  13. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 52
  14. ^ Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 54-55
  15. ^ http://www.ilkehaber.com/haber/nbihardan-kurt-klasikleri-dizisi-11403.htm
  16. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 îlon 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)