Cem Ersever
Cem Ersever | |
---|---|
Jidayikbûn | 1950 ![]() |
Mirin | 4 çiriya paşîn 1993 ![]() Enqere ![]() |
Sedema mirinê | Mêrkujî |
Cihê goristanê | Military Cemetery of Cebeci ![]() |
Hevwelatî | Tirkiye ![]() |
Perwerde | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Ahmet Cem Ersever (jdb. 1950 li Erzîrom; m. 4ê çiriya paşîn 1993 li Enqere), yek ji fermandarên artêşa tirk ê li Kurdistanê li dijî PKKê têkoşiyaye ye. Gorî rojnameyên fermî yên Tirkiyeyê di sala 1950î de jidayîk bûye û damezrênerê saziya li dijî kurdan JİTEMê ye.
Gorî îdîayan herwekî endamê saziya Hîzbûllah a Tirkiyeyê bû ji ber ku gelek kirinên dewletê yên kirêt dizanî ji holê hate rakirin. Meytê wî li Enqereyê bi tevî jineke Sûrî hate dîtin. Navê wî tevlî hêzên mafyayî yên artêşê bûbû û bi plankirina kuştina serfermandarê artêşa bejayiyê Eşref Bitlis dihate tewanbarkirin. Tê texmînkirin ku ji ber nakokiyên berjewendiyan hatiye kuştin.
Gorî hin îdîayan ew bi eslê xwe Çîgan (mirtib, mitirb, mirtiv, aşiq, çîngene) bû û ji ber ku dişibiya ereban xwe wekî ereb û ji bajarê Kerkûkê dida nasandin. Li bajarê Erzîromê di salên 70î de bi partiya nîjadperest MHPê re xebitiye û tevlî operasyonên li dijî kurd û çepgiran bûye û êşkence dikiribûye. Bi derketina PKKê re îcar li dijî PKKê tê perwerdekirin.
Ew di 24'ê kewçêrê 1993î de li nêzîkî Enqereyê kuştî hate dîtin.