City Hunter (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
City Hunter
Cure Aksiyon
Romans
Senarîst Hwang Eun-kyung
Choi Soo-jin
Derhêner Jin Hyuk
Lîstikvan Lee Min-ho
Park Min-young
Lee Joon-hyuk
Kim Sang-joong
Hwang Sun-hee
Goo Ha-ra
Chun Ho-jin
Muzîka vebûnê "It's Alright" ji aliyê Yang Hwa-jin
Muzîka dawî "Suddenly" ji aliyê Kim bo-kyung
Welat Korêya Başûr
Ziman Korêyî
Hejmara sezonan 1
Hejmara beşan 20
Cih Kore, Taylenda
Mawe Çarşem û Pêncşeman saet 21:55
Kanal Seoul Broadcasting System
Weşana ewilî 25'ê gulana 2011
Weşana dawiyê 28'ê tîrmeha 2011
Ya pêşî 49 Days
Ya piştî Protect the Boss

City Hunter (Hangul: 시티헌터, bi kurdî: Nêçîrvanê Bajarê) rêzefîlmekî dramayê ya Korêya Başûr a sala 2011an e ku ev dispêre seriya mangayê a Japonî City Hunter (yê bi heman navê) ji aliyê Tsukasa Hojo ve hatiye nivîsîn û wênekirin.[1] Di rolên sereke de Lee Min-ho, Park Min-young, Lee Joon-hyuk, Kim Sang-joong, Kim Sang-ho, Hwang Sun-hee, Goo Hara, Chun Ho-jin û Lee Kwang-soo lîstine. Weşana ewil di 25'ê gulana 2011an de li ser kanala SBS hatiye weşandin û di 28'ê tîrmeha 2011an de xilas bûye.

Kurte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1983an de, serokkomara Korêya Başûr Chun Doo-hwan û nûnerên wî di ziyaretên wan a Bûrmayê de bombeyên bicihkirî ji aliyê casûsên Korêya Bakur ve tên teqandin û hinek desthilatdarên payebilind tên kuştin. Ji vê bûyera dîrokî re bombekirina Rangoon'ê jî tê gotin (herwiha wek bûyera Rangoon'ê jî tê zanîn). Ji bo berêrîşekî, 5 desthilatdarên Korêya Başûr operasyonekî veşartî plan kirin, û nava vê operasyonê "Operation Cleansweep" dakirin. Operasyon tê kirin û gelek endamên Bakur yên payebilind têne kuştin. Lee Jin-pyo û Park Moo-yul, du bodyguardên Xizmeta Ewlehiyê a Serokatiyê û hevalên wî yên herî baş di bombekirinê de amade bûn, û ji bo vê armancê tîmekî 21-kesan organîze kirin. Tîm, li Pyongyang'ê operasyonekî serkeftî bi rê ve bir lêbelê, ew pênc serok vê planê ji bo ku rê nedin derketina krîzekî navneteweyî betal kirin. Diltirsiyên wan yê mezin ev bû ku heke ev mîsyon ji aliyê gel vê bê zanîn, wê Dewletên Yekbûyî parastina nukleer vekêşîne, lê desthilardarên Sêûlê diyarkirin ku wê heyfa xwe nestînin.

Operasyon bi ser ket, lê gava ku leşker ji bendera Nampo'yê ber bi noqava Komkeştiya Korêya Başûr ve soberî dikirin nîşanbazên ku ji bo kuştina wan hatibûn rayedarkirin bi çêkên sniperê gule berdan ser wan. Park piştî nîşanbaz agir berda ser wî û birîndar bû, ji bo ku jiyana Lee xilas bike xwe avêt ber guleyên ku diçûn ser Lee. Û ji bo xilaskirina wî jiyana xwe ji dest da. Nîşanbaz got çika hemûyan kuştiye, lê Lee sax ma. Lee ber bi beravê ve soberî kir û gava ku vegeriya Korêya Başûr hîn bû ku qeyd hatine jêbirin.

Ji bo ku heyfa xwe û hevalên xwe bistîne, Jin-pyo kurrê Moo-yul yê biçûk ji diya wî revand û navê wî Lee Yoon-sung dakir. Wî revand Taylendayê û ji bo ku ew wek şervanekî mezin bibe wî perwerde kir. Piştî êrişekî gundê wan, Jin-pyo ji bo xwe planekî demdirêj çêkir. Piştî heft salan, piştî ku perwerdehiya xwe bi serkeftin qedand û doktorayê xwe li Dewletên Yekbûyî hilda, Yoon-sung ji bo ku plana bavê xwe yê tolhildanê bi cih bîne vegeriya Korêya Başûr. Ew wek pisporekî enformatîkê di bin Tora Komunîkasyonê ya Neteweyî de têket Blue Houseê. [Blue House li Korêyê wekî Qesra Spî (White House) yê Amerîkayê, navê avahiya ku serokkomar lê dimînin e] Û ji aliyê Jin-pyo ve hertim ji bo ku ti carî ji tu kesî bawer neke û qet dildar nebe tê tembîh kirin.

Gava ku ew li Blue House'ê dişixulî, bi bodyguard Kim Na-na'yê re hevdû dinasin. Di dawiyê de Na-na fam dike ku ew xwediye eynî armancê ne û ew jî tevlî vê plana heyfstendinê bû. Di navbera bavê Jin-pyo û wî de di plana tolhildanê de hinek problem rû dan ji ber ku Jin-pyo nedixwest ku wekî bavê xwe tola xwe bi rêya kuştinê bistîne. Û ji bavê xwe yê cîgir re qaqibo kir.

Her endamek Konsey'ê ji sala 1983 û pê ve gihîştin dewlemendiyeke girîng û bandorekî polîtîk, û di astekî cuda-cuda de bi rişwetxweriyê re mijûl dibûn. Di pevçûna Jin-pyo û Yoon-sung de Yoon-sung pêşî li hemberî mêtoda kuştinê derket û xwest ku ji bavê xwe re nîşan bide ku bê kuştin jî mirov dikare gendeliya wan derxe holê. Yoon-sung çilvirîşa desthilatdaran berçav kir, û welatiyên Korêyê jî pê hesîn ku hêzekî nepenî wan mecbûr kirin edaletê û wek "City Hunter" (Nêçîrvanê Bajarê) nav lê dan.

Lîstikvan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(Not: Navên di parantezê de di versiyona Filîpînê de heye)

  • Lee Min-ho wek Lee Yoon-sung/Poochai (Johnny/John Lee)

Armanca Yooonsungê ya dawîn ji kesên ku bavê wî kuştinê heyf hilanîn e. Bi bikaranîna nasnameya nûciwanekî Korê-amerîkî yê ku ji MIT' (Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusettsê)'ê destûryarî girtiye, ku paşê derdikeve holê ku ew berî çend salan miriye, li Korêya Başûr di qesra serokatiyê de dest bi xebatê dike. Karê wî kir ku ew Kim Na-nayê nas bike.

Na-na di temenekî biçûk de mecbûr ma ku li xwe binêre paşê dêya wê jî di qezayek ajokarekî serxweş de jiyana xwe ji dest da û bavê wê jî ketê komayê. Bi jêhatîbûna xwe ya awarte yên di hunerên lihevxistinê de di Xizmeta Ewlehiyê a Serokatiyê de tayînekî bi dest xist. Di dema xwe ya bodyguardiyê de, ew aşiqê Lee Yoon-sungê dibe û di dawiyê de nasnameya xwe ya rast keşf dike.

Dozgêrrekî hişmend, Kim Young-joo xwediyê hestekî edaletê ya xurt e, heta li dijî siyasetvanên xopan yên Korêya Başûr jî disekine. Ew kurê yek ji endama "Konseya Pêncan" e. Ew dixwest ku nasnameya City Hunter'ê derxe holê. Young-joo beşên dawîn de gava ku Chun Jae-manê binçav dikir hate kuştin.

Warisa yekane ya Operation Clean Sweep'ê, Lee salên xwe yên navîn di Sêgoşeya Zêrrîn (Golden Triangle) de wekî lordekî tiryakê serf kir. Kela wî rabûye, ew dixwaze her kî hatibin hemû hevalên wî yên tîmê kuştibin hemûyan bikûje. Ew wekî veberdêrekî Korê-amerîkî nimre dike û Lee Yoon-sungê wek nûnera xwe ya tolhildanê diemilîne. Ew di beşa dawiyê de piştî biserneketina kuştina Serok Choiyê ji aliyê Xizmeta Ewlehiyê a Serokatiyê ve tê kuştin. Lee û hevalên wî di Goristana Neteweyî ya Sêûlê de têne binax kirin.

  • Kim Sang-ho wek Bae Man-duk/Bae Shik-joong (Lyndon/Dindo Bae)

Ew aşpêjekî ku aşên pirr xweş çêdike ye lê problema wî ya qumarê heye. Lee Yoon-sung li Taylendayê we ji rêgirên ku ji ber deyna we ya qumarê hatine diparêze û dibe hevalê wî ya nêzîk. Di hemû rêzefîlmê de ew li dijî plana Lee Jin-pyo'yê alîkariya Lee Yoon-sung dike û ji malê re tiştûmiştên beredayî distîne.

Sae-hee, veterînerekî ye û evîndara Young-joo'yê a berê ye. Ew şirîkê sûca Lee Yoon-sung'ê ya yekem e ku cara ewil bi dizî ew pê hesiyabû ku Lee Yoon-sung City Hunter e.

Yek ji du zarokên Serok Choi'yê ye, Da-hye dildarî Lee Yoon-sung'ê ye û ji Lee Yoon-sung'ê dersa taybet werdigire. Ew êrîşê dike komekî keçan yê ku rêvebiriya bavê wê rexne dikin û dike ku skandalekî derkeve.

Serokkomara Korêya Başûr yê destpêka rêzefîlmê ye, yek ji mirovên planker ya operasyona sala 1983'yê ye û ji bo alîkariyê soz dabû. Endama yekaneyê ku dizane Lee Jin-pyo dijî û wê ji bo tolhildanê dîsa vegere, lê titişt nake. Paşê derdikeve holê ku ew bavê Lee Yoon-sung'ê ya rast ew e û we ji Lee Jin-pyo re wek zirkur daye.

Berfirehkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê Lee Yoon-sung'ê ye, di beşa ewil de Jin-pyo'yê diparêze. Paşê derdikeve holê ku ew bavê Yoon-sung ya rast nîn e, û tenê Lee Kyung-hee'yê piştî qedandina têkiliya wê yê bi Choi Eung-chan'ê diparast. Navên Park û Lee Jin-pyo'yê li ser abîdeyekî ku ji bo yadkirina wan hatiye danîn e.

Dêya Lee Yoon-sung'ê ye, ku ew di aşxaneyekî biçûk de dişixulî û wek jinekî bi tenê dijiya û paşê kurê wê Yoon-sung di savatiya xwe de hate revandin. Ew ji Choi Eung-chan'ê ducanî bû, lê gava qerar da ku we zarokê xwe biparêze, jiyana wê û zaroka wê ji aliyê Chun Jae-man ve hate tehdîdkirin. Paşê nexweşîna wê ya xwînspîbûnê (losemî) pê girt, lê dû re Yoon-sung ji bo ku we xilas bike jê re moxa hestiya xwe bexşand. Kyung-hee di beşa dawîn de ji bo ku dest bi jiyanekî nû bike bi Shik-joong'ê re çû Dewletên Yekbûyî.

Seroka tîma Tora Komunîkasyonê ya Blue House'ê ye.

Hevpîşeya Kim Na-na'yê yê ji Xizmeta Ewlehiyê a Serokatiyê ye ku ji bo nerîna Choi Da-hye'yê hatiye tayînkirin.

Hevpîşeya Yoon-sung'ê ya ji Tora Komunîkasyonê ya Neteweyî ye ku bi Eun-ah'ê re biaşkerahî têkildar dibe. Di dawiya rêzefîlmê de pê re nîşanî dibe.

Berê polîsekî bû û dev ji karê berdabû. Piştî ku hîn bû birayê wî jî parçeyekî operasyona 1983an bû, Jin-pyo pê re ket îrtîbatê û we jî daxilî plana tolhildanê kir. Ew ji ber xwestina wê ya zordana ketina pelên Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Korêyê û ji bo ceribana lêgerînê ka çi hatiye serê birayê wî, ji karê hate avêtin.

Senatorekî ye, Kyung-wan di nav Konseya Pêncan de hedefa ewil a City Hunter'ê ye, ew herwiha fonên xizmeta sosyal yên ku ji bo zarokan hatine hilanîn dizît. Ji ber sûcê xwe hate hepskirin, lê di beşa 9an de tê îma kirin ku di destên Jin-pyo de hatiye kuştin.

Karsazekî yê ku di şirketekî de dixebite ye, Jea-man beşdarî plankirina mîsyona Koreya Bakur bû. Ew di nav endamên Konseya Pêncan de yê herî xirab û bêrehm e. Ew paşê kitêba ku hemû operasyonên nepenî yê sala 1983'yan têde têne veşartin ku divê di sala 2030an de bê aşkere kirin şewitand. Derket holê ku kitêba ku ew şewitandibû tenê kopiyekî bû û Jin-pyo yê orijînal peyda kiribû. Chun di beşa dawîn de di destên Jin-pyo de dimire.

Bavê Kim Young-joo'yê û wezîrê perwerdehiyê ya berê ye, yek ji plankerên mîsyona Koreya Bakur bû û paşê li ser veşartina vê operasyonê li hev kirin.

  • Choi Sang-hoon wek Seo Yong-hak (Randy Seo)

Wezîra parêzvaniyê yê berê û berendamê serokatiyê ya mimkin e.

  • Min Young-won wek Min-hee (mêvan)
  • Yoon Ye-hee wek Mrs. Yong (First Lady) (mêvan)
  • Kim Byung-choon wek Jang Woo-hyun
  • Shin Young-jin wek Kim Mi-ok
  • Chae Sang-woo wek Puchai'ya ciwan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "시티헌터 – Daum 영화". Movie.daum.net. Ji orîjînalê di 5 adar 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 sibat 2016.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]