Cudabûna nijadî li DYAyê
Cudabûna nijadî li DYAyê | |
---|---|
![]() Nîşanek ji bo odeya bendê ku tenê ji bo mirovên ne ji nijadê çermspî bû. Di sala 1943an de li termînala otobusê ya Greyhound li Roma, Georgia. Li seranserê Başûr qanûnên Jim Crow hebûn ku bi qanûnî veqetandinê ferz dikirin. | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ![]() |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di çarçoveya cudabûna nijadî li DYAyê de, tesîs û karûbarên wekî xanî, lênihêrîna tenduristî, perwerdehî, kar û veguheztinê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser bingeha kategorîzasyonên nijadî bi rêkûpêk dihatin veqetandin.
Ev veqetandina nijadî bi qanûnî an civakî welatiyên afroamerîkî ji yên spî vediqetand, û her weha hindikahiyên din ên etnîkî jî ji civakên piranî bi awayeke sîstematik dihatin veqedtandin.[1] Veqetandin di serî de bi veqetandina laşî û peydakirina dezgehên cihê ve girêdayî bûn. Lê li ser jiyana taybet jî astengî hebûn, wek qedexekirina zewacên tevlihev (ku bi qanûnên li dijî zewacên tevlihev dihat sepandin) û cihêkirina rolan di nav saziyekê de. Hêzên çekdar ên Dewletên Yekbûyî heta 1948an bi fermî wek yekîneyên reş û yekîneyên spî veqetandî bûn, lê hê jî bi gelemperî ji hêla efserên spî ve dihatin rêve kirin.[2]