Cuneydê Bexdayî
Jump to navigation
Jump to search
Cuneydê Bexdayî anko Cuneyd kurê Mehmedê Ebulqasimê Xezzazê Bexdayî (830-910) yek ji pêşengên sofiyatiyê ye. Gelek ji zincîr û silsileyên sofiyan resen û koka xwe digehînin wî.
Bavê wî ji bajarê Nehawendê ye (rojavaya Îranê) çû bû Bexdayê, lê Cuneyd li Bexdayê hat dinyayê û her li wî bajarî jî mezin bû.
Giringiya sofiyatiya Cuneydî, di hevberdanana digel sofiyatiya kesên mîna Mensûrê Hellac ew e ko Cuneydî bangewazî jibo sofiyatiya liserxwe dikir . Wî serxweşiya kesên mîna Hellac û Bayezîdê Bestamî nedipejirand.
![]() | Ev gotar şitlekê girêdayî têkildarî Îslamê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |