Dêra Çil Şehîdan, Mêrdîn
Jump to navigation
Jump to search
Dêra Mor Behnam an jî Dêra Çil Şehîdan di sala 569'an de hatiye avakirin li taxa Şarê ya Mêrdînê. Dêra suryaniyên yaqûbî ye.
Di sala 1170'î de bermayiyên pîroz ên çil şehîdên mesîhî yên Sêwasê (Sebastia) anîne vê dêrê, lewre navê wê îroyîn kirin Dêra Çilan an jî Dêra Çil Şehîdan.
Îroj dêra metropolît a Mêrdînê ye.
Galerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Tabloya serpêhatiya çil leşkerên mesîhî ku di sala 320'î de nêzîkî Sêwasê ji layê împeratorê Licinius ve hatin kujtin û şehîd bûn