Suryanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Suryanî
Suryoye/Sūrāyē
Alayê suryanî ku piranî qulam dikî
Belavbûna Suryaniyan di cihanê
Gelhe tevahî
2,000,000- 3,300,000[1][2][3] (2022)
 Sûrî 200,000 - 877,000[4][5][6]
 Iraq 142,000 - 200,000[7]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Swêd120.000 - 150.000[8]
 DYA110,807 - 300,000[9][10]
 Almanya70,000 - 100,000[11][12]
 Awistralya61,000[13]
 Libnan30,000[14]
 Urdun30,000[15]
 Holenda25,000 - 35,000[16]
 Kanada19,685[17]
 Fransa16,000[18]
 Rûsya14,000[19]
 Îran7,000 - 17,000[20]
 Yewnanistan6,000[21]
 Tirkiye5,000 - 25,000[22][23]
 Gurcistan3,299[24][25]
 Keyaniya Yekbûyî3,000 - 4,000[26]
 Ermenistan2,769 - 6,000[27]
 Awistirya2,500 - 5,000[28]
 Dewleta Filistînê1,500 - 5,000[29]
 Îsraêl1,000[30]
 Danîmarka700[31]
 Qazaxistan350[32]
 Fînlenda300[33]
Ziman
Asûrî, Kurdî, Erebî, Tirkî, Inglîzî yan Farsî
Baweriya dînî
Xristiyanî
Têkildarên komên etnîkî
Împeratoriya Asûr

Suryanî yan jî Aramî (bi Zimanê aramî: suroye, suryoye) komekî etnikî ye ku zimanekî samî diaxivin. Suryanî yek ji gelên xwemalî yên bakûrê mezopotamyayê bû ku bi piranî xwedî bawerîya xiristiyanî bûn û di navbera gelên misilman wekî Ereb, Kurd û Tirk de dijiyan. Ji ber ku gelên cîran di nav 2000 salên dawî de her tim welatê wan dagir kirine, serdemek zor dîtine. Împeratoriya Osmanî zêdetirê 400 salan axa ku gelê suryanî lê dijîn dagirkiriye.[34][35]

Li gorî texmînan di navbera milyonek heta çend milyon suryanî li rûerdê belavbûyî dijîn. Welatê wan Mezopotamya ye ku ew jê re dibêjin Bethnahrîn. Îro di navbera dewletên Tirkî, Iraq, Sûrî û Îranê de li hev hatiye parkirin.

Piştî Şerê cîhanî yê duyem suryanî bi çar aliyên cîhanê ve belav bûn. Ji ber ew rastî, armanca dewletekî suryanî jî rabû.

Kevnariya suryaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi taybetî piştî ku bi awayekî girseyî kesên ji gelê suryanî ji welatê xwe dûr ketin û diyasporayeke bi hêz li derveyî welatê xwe avakirin, bi xurtî hewl dan ku li binyada xwe bigerin. Sedêmên vê yekê di serî de gihiştina bîreke neteweyî bû ku bêhtir bi derfetên li derveyî welat bi hêz bûbû. Ev hewldan ji ber lêgera gotinek nû ya îdeolojîk bû. Îro gelek îdiayên dîroknasên suryanî û yên din li ser vê xalê hene.

Anegorî dîtina herî belav bûyi ku ji aliyê piraniya dîroknasên suryanî tê pejirandin, suryanî (yên berî zayînê împeratoriyeke mezin ava kiribûn û xwediyê şaristaniyeke gelekî dewlemend bûn) ne. Kesên vê dîtinê dipejirînin û lê xwedî derdikevin di wê baweriyê de ne ku hemû gelên kevnar ên Mezopotamyayê wekî Babîlî, Kenanî, Fenîkî, Aramî û hwd. Ji yek binyadê ne û samî ne. Ji ber vê sedemê ew gel bi hesanî tevlihev dibûn û di nav hevdu de diheliyan. Zimanê wan nêzîkî hev bûn, ev jî dibû sedema ku wan zimanê hevdu zû bipejiranda an jî bi hêsaniya tevlihevbûna zimanên wan zimanekî nû yê Samî diafirandin. Piştî belavbûna ola mesîhî li nav van gelên Mezopotamyayê ev gel bêhtir di nav hev de heliyan û bûn yek. Di serî de suryanî dûv re akadî, babîlî û aramî bi xêra zimanê hevbeş, rabûn û rûniştina hevbeş û êdî ola hevbeş gelekî nû anîn holê ku ev jî gelê suryanî ye.

Dîtina din dibêje ku suryanî aramî ne. Ev dîtin pişta xwe dide rastiyeke dîrokî. Em îro dizanin ku piştî sedsala 8an û 7an a berî zayînê zimanê aramî li Mezopotamyayê belav dibe û dibe zimanê bazirganiyê. Dîsa dema ku axamenî (pers, fars) aramî weke zimanê fermî dipejirînin (sedsala 6an a berî zayînê) ev ziman di nav hemû gelên samî yên Mezopotamya de tê bi karanîn .

Dîroknasê suryanî Hanna Dolaponu dibêje ku meriv nikare di mijara binyad û daheçûya suryaniyan de li gor krîtera nîjadê lêbigere. Dolaponu dîsa davêje holê ku suryanî ji tevlûhevbûna gelên kevnar wek Arami, fenîkî, kenanî û hind û îraniyan pêk hatine. Li gor vê dîtinê navên kesên ku dêra suryaniyan dihebînin bi giştî suryani ne. Gotina suryanî bi taybetî piştî belavbûna ola mesîhî hêdî hêdî bêhtir hate bikaranîn.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Zimanê suryanî
Pîrukekî berê bi zimanê suryanî

Zimanê suryanî endamêkî ji malbatzimanên semîtîk e, weki erebî yan îbranî di nav de jî heye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êdî li gor ku ev çend gotin li ser mijara aramî-suryanî ji ku hatine me bihîstin em dikarin hindekî bahsa dîroka Mezopotamya jorîn bikin.

Dîroka demên kevn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka nivîskî (dema nivîsê) ya Mezopotamyaya jorîn bi Akadan dest pêdike. Di salên berî zayînê 3 hezaran de li bakûrê Sumeran Akadan gelek dewletên serbixwe, yek bajarî avakiribûn. Ew ne dişibana Sumeran û zimanê wan jî cihe bû. Zimanê wan zimanekî Samî bû. Ew ji rojava (ji çolên Surî) ve hatibûn û nasên gelê (klanên) li rojava bûn. Cihê Akadan di navbera Dicle û Ferat de cihekî navendî bû. Seba vê jî Akadan fethên mezin di demeke kurt de karîbûn bikin.

Suryani (yên kevnar) ji herêmên Akadan ber bi bakûr ve belav bûn û gelek bajar avakirin ku yek ji wan jî bajarê Aram bû. Aram herwiha navê xwedayê vî bajarî bû û navê aşîra ku dema paşê navê xwe li hemû herêmê kir û hemû gelên herêmê di bin bandora xwe de hiştibû bû. Bê gûman çand û şaristaniya Arami nêzîkî ya Akadan û Babîliyan bû.Sedema vê yekê ev e ku Arami ji ber ku Akad û Babîl jî samî bûn hesanî xwedî li çand û şaristaniya wan xwedî derketin û şaristaniya xwe li ser vê bingehê ava kirin.

Sedsala 15an a berî zayînê qurnê ku êdî Aram li temamê Mezopotamya jorîn belav dibe ye. Vê demê Arami pir bajarên wek Nînova, Koloh û hwd. Ava kirin. Lê li bakûrê Mezopotamya jorîn tim bi hêzên eskerî dikarîbûn bimînin. Bi vî awayî Aram bû navenda bazirganiya bi Mezopotamya jêrîn (navend û başûrê Iraqê), Kapadokya (Anatolya) û Mezopotamya jorîn (Kurdistan û Ermenistan) re.

Sedsalên 8an û 7an a berî zayînê Aram bi serdegirtinên eskerî ber bi Bakûr û Bakûrêrojava ve fereh bûn û bi riya Koloniyên xwe ev der dagîr kirin. Berî zayîne di sedsala 8an de keyê Aram Salamansarê I bi artêşeke mezin bi ser gelên ku li Bakûrê Aram dijîn de diçe û heya bi keviya gola Vanê dixe bin destê xwe.

Divê navberê de di destpêka sedsala 12an a berî zayînê êdî Aramî tên Mezopotamyayê û carcaran bi ser bajarên Aram de digirin û talan dikin. Lê di sedsala X. de êdî winda bûn ji ber ku wan jî êdî dest bi jiyana şaristanî kirin û tevlî Aramiyan bûn. Û divê navberê de ji xwe Aram gelek seferên Eskerî biribûn bi ser Aramiyan de û ew kole kiribûn û di avakirina avahiyên mezin yên Aram de bi kar anîbûn. Pey vê yekê re êdî Arami bêhtir bi bazirganiyê mijul bûn. Ev bû sedema ku di demeke kurt de Aramî bibe zimanê bazirganiyê.

Piştî ku emperetoriyan Aram şikest û herwiha ya Babîliyan jî êdî hemû gelên samî ketin bin destê Axameniyan ku bi xwe Pers bûn lê zimanê xwe yê fermî weke Aramî pejirandibûn. Ev yek bû sedema ku gelên samî vê demê yên Mezopotamya jorîn zimanê Aramî bi kar bînin.

Belavbûna ola mesîhî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çaxê ku mesîhîtî li Rojhilatanavîn belav bû gelên Mezopotamyaya jorîn yên Aramî ev ol zû pejirandin. Bi vê re gelên ku mesîhîtî pejirandin di nav hev de çêtir heliyan û bûn yek lê yên ku mesîhîtî ne pejirandin li derveyî vê yekîtiyê man. Bandora mesîhîtiyê herwiha jiyan da çanda herêmî . Êdî mîrasa kevnar û dewlemend ya Mezopotamyayê dîsa xwedî ji xwe re dîtin û gavên mezin avêtin.

Navenda dêra Suryanî li bajarê Riha bû. Ji vir tevgera misyonê ya mezin destpêkir û mesîhîtî di nav piraniya Aramî de belav kir. Lê gelên ne samî yên Mezopotamya jorîn mesîhîtî ne pejirandin . Di vê navberê de Bîzans hêza herêmê ya mezin bû lê navbera wê û dêra Suryanî hedî hêdî vedibû. Ev yek bi cihe bûna dêra Bîzans û dêra Suryanî bi encam bû (sedsala 5an û 6an a piştî zayînê).

Erebên misilman û suryanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çaxê ku Erebên misilman hatin Mezopotamyayê dêreke yekgirtî ya Suryaniyan ditîn. Herçi ku Suryaniyan bawerdikir ku bi hatina artêşên îslamê ew dê ji zilma Bîzans rizgar bin jî di demeke kin de dîtin ku ew bûne dîlên dewleta Erebên misilman. Mirovên ne misilman divabûn bêyî bac û xeraca ku misilman didin bac û xeracên zêde bidin.

Êdî ji ber ku Îslam bû ola herî mezîn ya herêmê û ji bo ku ji barê bacê yî giran rizgar bibin gelek endamên dêra Suryanî yên ku li bajaran dijîn misilman bûn. Van kesên ku ola xwe diguhertin nikarîbûn netewayetiya xwe biparêzin û di demeke kurt de di nav gelê ereb de winda dibûn.

Piştî hatina ereban bo Mezopotamya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên Suryanî yên ji Mêrdînê (1905)

Piştî ku bandora Ereban kêm bû û Selçukiyan hikmê xwe li ser Rojhilatanavîn danîn rewşa Suryaniyan hinî anegora berê baştir bû. Selçukiyan memurên xwe yên herêmê ji Suryaniyan hildibijartin. Ev bû sedema ku zimanê Suryanî dîsa xwedî hêz bibe û were bi karanîn. Gelek bend û cild pirtûk hatin nivîsandin. Mixabin vê tevgera çandî ya pozîtîv zêde nedomand. Bi serdegirtina Moxolan re gelên herêmê hatin qirkirin û çand û şaristaniyên wan hatin talan kirin. Ji sedsala XIV. heya XV. gelek Suryaniyên ku li başûrê Mezopotamyaya jorîn dijîn çûn çiyayan.

Hatina Osmaniyan ne weke ya Ereban olî bû. Her çiqas mafê Suryaniyan û gelên misilman di bin hikmê Osmaniyan de ne wek hev bû jî bi hatina Osmaniyan talaneke mezin çênebû anku Osmaniyan hêzên avaker yên herêmê talan ne kirin .

Danûstandinê gundên (li başûr „aşîrên“) Suryaniyan li gor bercewendiyên xwe bi gelên cîran yên weke Kurdan re jî hebûn. Lê belê piştî ku Abdulhemîdê II hate ser hikim (1876 – 1909) bi planên xweyî panîslamîst herêmên Kurd û Suryaniyan xiste nav gelacê. Kurd û Suryanî êdî pev diçûn. Herwiha pir cara Suryaniyan serî li hember Osmaniyan jî hildan û hatin qir kirin.

Qirkirina yekemîn ya demên nêzîk di sala 1843 an de hate holê. Di vê salê de Osmaniyan bi hezaran Suryanî qir kirin. Qirkirina duwem di sala 1914an de rû da. Suryanî vê salê weke sala şûr bi nav dikin. Di vê qirkirinê de bêhtirî sedhezar Suryanî ji aliyê Osmanî û aşîrên Kurd (di serî de alayên Hamîdiye) ve hatin kuştin .

Em hevî dikin ku bivê nivîsa kurt xwendevan bûbin xwediyê çend agahiyan li ser Suryaniyan ku perçek ji jiyana Kurdistanê ne.

Partiyên siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Suryaniyên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Franso Herîrî

Têkildarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. https://books.google.at/books?id=rWB3Bv3vuyMC&q=total+assyrian+population&pg=PA43&redir_esc=y#v=snippet&q=total%20assyrian%20population&f=false
  2. https://www.ethnologue.com/show_language.asp?code=aii
  3. https://www.trtworld.com/magazine/assyrians-return-to-turkey-from-europe-to-save-their-culture-10131
  4. https://web.archive.org/web/20110812191457/http://www.todayszaman.com/newsDetail_getNewsById.action?load=detay&link=140085
  5. https://www.al-monitor.com/security/2014/04/syria-assyrians-threat-crisis.html
  6. http://www.assyrianpolicy.org/
  7. Erasing the Legacy of Khabour: Destruction of Assyrian Cultural Heritage in the Khabour Region of Syria". Assyrian Policy Institute.
  8. https://www.svt.se/nyheter/lokalt/sodertalje/statministerns-folkmordsbesked-kan-avgora-kommunvalet-underskatta-inte-fragan
  9. https://archive.today/20200212055845/http://factfinder.census.gov/faces/tableservices/jsf/pages/productview.xhtml?pid=ACS_11_1YR_S0201&prodType=table
  10. https://www.azleg.gov/legtext/54leg/2r/bills/hcr2006p.htm
  11. https://web.archive.org/web/20111008014028/http://www.borkenerzeitung.de/lokales/kreis_borken/borken/1561426_Diskussion_zum_Thema_Aaramaeische_Christen_im_Kapitelshaus.html
  12. 70,000 Syriac Christians according to REMID (of which 55,000 Syriac Orthodox).
  13. https://web.archive.org/web/20170709233002/http://www.abs.gov.au/ausstats/abs@.nsf/Lookup/by%20Subject/2071.0~2016~Main%20Features~Cultural%20Diversity%20Article~20
  14. https://www.assyrianpolicy.org/lebanon
  15. https://www.christianheadlines.com/articles/assyrian-and-chaldean-christians-flee-iraq-to-neighboring-jordan-11542438.html
  16. https://www.chaldeannews.com/chaldeans-around-the-world/2021/1/27/chaldeans-in-europe-part-v
  17. https://www12.statcan.gc.ca/census-recensement/2021/dp-pd/prof/details/page.cfm?LANG=E&GENDERlist=1&STATISTIClist=1,4&DGUIDlist=2021A000011124&HEADERlist=31&SearchText=Canada
  18. Wieviorka, Michel; Bataille, Philippe (2007). The lure of anti-Semitism: hatred of Jews in present-day France. BRILL. ISBN 9789004163379.
  19. https://web.archive.org/web/20130724092059/http://www.gks.ru/free_doc/new_site/perepis2010/croc/Documents/Vol4/pub-04-04.xlsx
  20. https://www.state.gov/reports/2018-report-on-international-religious-freedom/iran/
  21. http://www.atour.com/news/international/20030623a.html
  22. http://www.aina.org/articles/turkish.htm
  23. https://www.state.gov/reports/2018-report-on-international-religious-freedom/turkey/
  24. https://web.archive.org/web/20141105030638/http://www.ecoi.net/189322::georgia/324351.316658.8309...lk.566738/others.htm
  25. According to the 1989 population census, there were 5,200 Assyrians in Georgia (0.1 percent); according to the 2002 census, their number dropped to 3,299, while their percentage remained the same
  26. https://www.anthro.ox.ac.uk/
  27. https://news.am/eng/news/133112.html
  28. https://bethnahrin.de/assyrer/assyrische-bevoelkerung-weltweit/
  29. https://roadsandkingdoms.com/2015/learning-the-language-of-jesus-christ/
  30. http://parshan.co.il/index2.php?id=11204&lang=HEB
  31. https://www.kristeligt-dagblad.dk/kirke-tro/vi-har-vores-eget-sted-styrker-min-tro-og-min-foelelse-af-hoere-til-i-danmark
  32. https://www.astanatimes.com/2014/12/assyrian-community-kazakhstan-survived-dark-times-now-focuses-education/
  33. http://www.aina.org/news/20071018142453.htm
  34. "The Assyrian Genocide -- Assyrian International News Agency". www.aina.org. Roja wergirtinê: 1 sibat 2023.
  35. Genocide in the Ottoman Empire: Armenians, Assyrians, and Greeks, 1913-1923 (Çapa 1). Berghahn Books. 2017. ISBN 978-1-78533-432-0.