Dêra Bartolomeyo
Jump to navigation
Jump to search
Dêra Bartolomeyo (bi ermenî: Surb Bartoghomeos) yek ji dêrên ermenî yên parêzgeha Wanê ye.
Xirbeyên dêr û manastira kevn îro nêzîkî gundê Dêra Elbakê ne. Dibêjin girê ku dêr ser hatiye avakirin cihê şehîdketina şandî Bartolomeyo bû. Ev bûyer di sala 71'ê de çêbûye û pişt re şandî li wir veşartine. Paşê jêmayên Bartolomeyo birine Romayê.
Tê texmînkirin ku ev dêr di navbera salên 17’an û 19’an [çavkanî pêwîst e] ji aliyê ermenên gregorî ve hat avakirin. Dibêjin jî ku adetekî manastirê xwedîbûna gamêşekî spî û çavşîn bû[1].
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Vital Cuinet (1889). La Turquie d'Asie.