Dîfterî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Corynebacterium diphteriae

Dîfterî (Corynebacterium diphtheriae) nexweşiyeke sîstema bêhngirtinê ye.

Di sîstema bêhngirtinê de bi riya bakteriyê toksîn çêdibe û zû derbasî yekê din dibe. Beriya ku derziyên parastinê ewçend nebipêşketîbû vê nexweşiyê canê gelekan digirt. Lê îro pirr kêm e. Li Kurdistanê ji ber xizaniyê û kêmbûna derziyên parastinê dîsa jî canstîn e. Toksîna ku ev bakterî di organîzmayê de dihêle gelek bixetere ye. Heya bigire dikare felcê jî pêk bîne.

Cara pêşîn di sala 1826'î de Pierre Bretonneau ev bakterî binavkiriye. Di sala 1923'î de derziya parastina vê bakteriyê hatiye dîtin.

Hin cureyên dîfteriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Difteriya poz (bêvle)
  • Dîfteriya stû (qirikê)
  • Dîfteriya zengilokê
  • Difteriya li derî sîstema bêhvedanê, bo mînak guh, çav hwd.

Her cureyê dîfteriyê gorî xwe hin sîmptoman lidardixe.

Sîmptoma dîfteriya poz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Herikandina poz

Hin simptomên dîfteriya stû (qirikê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bêmadayî
  • Cirifîn
  • Zêdetîna laş
  • Serêş
  • Verêş
  • Westîn (betilîn)
  • Hin caran di tevgera hişarê de xerabûn
  • Astengiyên mîzkirinê

Hin sîmptomên dîfteriya zengilokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kuxîna du dengî
  • Astengî di bêhnvedanê de
  • Werim di sîstema behnvedanê de

Helbet, sîmptom ne standart in û gorî asta nexweşiyê tên guhertin. Dîfterî pirranî dereng pê tê derxistin. Divê mirov derziyên parastinê birêkûpêk bike. Divê mirov li dijî sawê têbikoşe.

Tedawiya nexweşiyê dikare bi qasî 2 mangê bidome.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

[çavkanî hewce ye]