Dînamîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dînamîk, tevgera heyberekê ku di bin hêzekî de ye vedikolîne. Bi gotineke din dînamîk, jandeyên ku dibin sedema tevgerê û tevgerê diguherînin, vedikolîne.

Ew yek ji şaxên Mekanîka Klasîk e.

Xebatên ku di vî warî de ye piranî serê sedsala 17. de ji aliyê Sir Isaac Newton ve hatiye çêkirin û van encaman, bi sê zagonê de hatiye îfadekirin.

Prensîbên Dinamîkê[biguherîne]

1) Prensîba tebatî [biguherîne]

Eger ku çeqa hêzên ku ji heyberekê re hatiye sepandin sifir be ew heyber derawaya xwe ya wê kêlî de dihêvişîne. Yanê eger ku cîsm disekine ew dê sekina xwe berdewam bike. Eger ku cîsm dilivîne jî ew dê bi leza xwe ya westar livîna xwe berdewam bike.

2) Prensîba asas a dînamîkê[biguherîne]

Heke hêzeke net bandor li cismekî re bike ew cîsm dê bi lezanî bilivîne.

Formûl:

Di vê formûlê de,

, hêza çeq a ku di bereka livê de ye ye. Yekeya wê Newton(N) e.

, baristeya têhev a hemû cismên ku tevî tevgerê bûne ye. Yekeya wê kîlogram(kg) e.

, tawdana(lezan) sîstemê ye. Yekeya wê  e.

3) Prensîba tek û bertek(kar û kardanewe)[biguherîne]

Hêza ku ji aliyê cîsmêkî ve bi çik li ser rûxarê disepîne jê re kar(tek) tê gotin.Hêza ku ji aliyê rûxar ve bi çik li cismê disepîne jî jê re kardanewe(bertek) tê gotin.

Cîsmekî ku li ser zemîna asoyî tê hiştin ,ew qasî giraniya xwe hêza tek disepîne. Eger ku cîsm li ser zemînê hevsengê de be jî qasî giraniya xwe hêza bertek çê dike.

Hêza delkê(Hêza xişandinê)[biguherîne]

Hêla hêza delkê ji hêla livê re ters e. Peyva sembola qatjimara delkê ye.

Cîsmekî ku dilive jê re hêza delkê bandor dike.Hawireke bê delk hema hema tuneye.

Formûl:

Di vê formûlê de,

, hêza delkê ye.Yekeya wê Newton(N) e.

, qatjimara delkê ye.Sembola wê ya din jî (mu) ye.

, hêza bertekê ye.Yekeya wê Newton(N) e.

Hêza delkê tu car nikare cismekî bida livandin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Wikipedia(Werger)
  • Ferhenga zaravên teknîkî[1]