Here naverokê

Deşnê Murad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Deşnê Murad
Deşnê Murad
Jiyan
BernavŞakîraya Kurdistanê
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1986an (39 salî)
Silêmanî, Başûrê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêPop
PîşeSitranbêj, sitrannivîs, pêşkêşvanê televîzyonê, aktîvîst
Salên çalak2006–niha
Malperwww.dashnimorad.com
biguhêreBelge

Deşnê Murad (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Dashni Morad, jdb. 1ê kanûna paşîn a 1986an li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê) stranbêj, strannivîs, pêşkêşvana televîzyonê, çalakvana mafên mirovan û jîngehê ya kurd e.[1][2] Deşnê Murad li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1997an tevî malbata xwe wekê penaber koçê Holendayê bûye.[3][4] Ew di sala 2005an de bi rêya bernameya xwe ya televizyonê ya "Bê Kontrol" ku yekem car li Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin ku bi çanda popê û aliyên pêwendîdar ên çanda rojavayî ya nûjen re eleqedar bûye bi nav û deng bûye.[5][6][7][8] Gelek kes ên li Herêma Kurdistanê bi taybetî ciwan, tînin ziman ku Deşnê Murad astengên çandî û kevneşopî yên ji bo jinên ciwan şikandiye.[9][10]

Di sala 2009an de, Deşnê bi derxistina yekem albûma xwe ya bi navê "Hela Hopa" dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye.[1] Dansên wê yên rîtmîk ên di klîbên wê yê muzîkê de dibe sedem ku saziyên medyayê wê wekê "Şakîraya Kurdistanê" bi nav bikin.[1] Her çend gelek ji nifşê ciwan qîmetê didin muzîk û klîbên wê ji aliyên muhafezekar ên civakê ve neguncaw hatiye dîtin. Berî ku di sala 2014an de dev ji kariyera xwe ya muzîkê berdide ku projeyên xwe yên mirovahî û jîngehparêzî bişopîne, Murad du albûmên wekê "Hom Şika Wawa" û "Frîştay Mihreban" û rêzek sitranên yekane derxistiye.[1] Wê di sala 2012an de saziya "Zarokên Kesk" damezrandiye ku saziyeke xêrxwaziyê ye ku balê dikişîne ser zarokên kêmderfet bi taybetî bal dikişîne zarokên penaber û bal dikişîne li ser jîngehê. Murad bi awayekî çalak hewl dide ku şert û mercên wargehên penaberên li Herêma Kurdistanê baştir bike û bi rêya kampanyayan kariye ku alikariyên diravî û alîkariyên girîng bidest bixe.[1]

Murad di 1ê çileya sala 1986an de li bajarê Silêmanî ya li Başûrê Kurdistanê wekê keçek dayîk û baveke kurd hatiye dinyayê.[1] Di sala 1991ê de piştî serhildana kurdan li dijî rejîma baasê 1.400.000 kurd ji tirsa tolhildana Sadam Husên ji Başûrê Kurdistanê derdikevin.[1][3][11] Deşnê Murad di temenê 5 saliya xwe de bi malbata xwe re heya ku bi awayeke ewle vedigerin malên xwe neçar dimînin ku koçê sinorê Îranê bibin.[1][3]

Di sala 1997an de di 11 saliya xwe de, bi malbata xwe re wek penaber koçî bajarê Arnhem a Holendayê dibin.[1][3][4][11] Dema ku Deşnê Murad li Holendayê bû heya ku sala 1999an ku koçî bajarokê Didamê dibe du sal diçe dibistana St. Paulusê. Li bajaroka Didamê beşdarî Koleja Liemersê dibe ku li wir dîplomaya HAVOyê wergirtiye. Wê di 16 saliya xwe de dest bi modelî û bi dansa kolanan kiriye.[2][12] Her weha wê di ciwaniya xwe de heya ku dê û bavê wê ji ber sedemên çandî ew neçar kiriye ku derkeve fitbolê lîstiye.[2][12]

Salên destpêkê 2005–2007

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku Deşnê Murad her dem dixwest di televîzyonê de bixebite, di sala 2005an de, di temenê 19 saliya xwe de, ji bo bernameya xwe yê li televîzyoneke kurdî konsepta wê hatiye pêşniyar kirin û ji dengdaran ve konsepta wê hatiye qebûlkirin.[1] Pêşandana wê ya bi navê "Bê Kontrol" bernameya yekem car bû ku li Herêma Kurdistanê ku bi awayekî eşkere çanda rojavayî dide ber çavan.[1][2] Gelek kes li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî ciwan, dibînin ku Murad astengiyên çandî û kevneşopî yên li ser jinên ciwan şikandiye.[1][2] Ev pêşandan du salan li ser qenala Kurdistan TV ku tora televizyoneke mezin a kurdî yê li Başûrê Kurdistanê ye, hatiye weşandin û Murad di demeke kurt de bûye naveke navdarê li Herêma Kurdistanê.[1][2]

Xebatên muzîkê 2008–2011

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Murad her gav xeyal kiriye ku bibe stranbêj û di sala 2008an de hilberînerê muzîkê Halkawt Zahir nas dike û bi wî re sê albûmên xwe yê muzîkê çêdike.[13][14] Di sala 2009an de wê bi derxistina albûma xwe ya yekem, "Hela Hupa" dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye. Şêwaza albûmên wî wekê muzîka gelerî ya şêwaza muzîka popê hatiye pênasekirin.[15] Tevgerên wê yên reqsa rîtmîk a di klîba wê yê "Hela Hupa" de bûye sedem ku ji aliyê saziyên medyayê ve wekê "Şakiraya Kurdistanê" hatiye binavkirin.[15]

Di sala 2011an de albûma xwe ya sêyem bi navê “Frîştay Mihraban” derdixe ku ji albûma wê ya duyem serketineke mezin bidest dixe.[2] Piştre di sala 2011an de ku bi dilpakiya xwe tê naskirin, Murad alîkariya xizmetkareke etîyopyayî, Maha kiriye ku li Herêma Kurdistanê bibe stranbêj.[2][13][16]

Xebatên nû 2012–2014

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Deşnê Murad di dema çêkirina klîba sitrana Open Your Eyes de.

Di sala 2012an de Murad piştî ku dev ji berhemhênerê xwe yê kevin berdife, yekem strana xwe ya îngilîzî ya bi navê "Open Your Eyes" derxistiye ku ne tenê li Herêma Kurdistanê; li Iraq, Libnan û li Holendayê jî sitraneke serketî bû.[1] Li Holendayê, "Open Your Eyes" şeş hefte li ser XCHART ya FunX Radioyê di rêza yekem de cih girtiye.[17] "Open Your Eyes" (Çavên Xwe Vekin) ji aliyê Gary Stevenson ve hatiye çêkirin û ji aliyê Goran Kay ve hatiye nivîsandin. Paşê wê salê, ji bo hevgirtinê bi gelê Sûriyê re, Murad sitrana xwe ya bi navê "Power of Love" tomar kiriye.[18]

Deşnê Murad di sala 2012an de dest bi pêşkêşkirina gotûbêjeke nû ya bi navê "Şepolakaniya Jiyan", yan jî "Pêlên Jiyanê" kiriye ku tê de bal kişandiye ser perwerde, mafên jinan û mijarên di derbarê jîngehê de.[1]

Di sala 2013an de Murad û hunermend Karwan Kamil ji aliyê Enstîtuya Muzîkê ya Dihokê ve ji bo sitrana xwe ya bi navê "Binaz" xelata Zêrîn ji bo Xelata Muzîka Herî Baş a sala 2013an wergirtine.[19][20] Piştre di heman salê de, Murad bi koma muzîka kurdî Le Dinê re hevkarî dike û strana xwe yê bi navê "Take Me Home" derxistiye.[21] Her weha di sala 2013an de, Murad ji aliyê pargîdaniyeke muzîkê ya libnanî ve ji bo ku albûma xwe li 24 welatan belav bike, peymaneke muzîkê pêşkêşî kiriye.[1] Lêbelê peymana muzîkê piştî ku ji aliyê xebatkarên rêveberiya peymanê ve hatiye sabotekirin pêk nehatiye.[1]

Di 2014an de piştî dijwariyên din ên bi koma rêveberiya xwe re, wê biryar daye ku dev ji wan berde û balê bikişîne ser projeyên xwe yên xêrxwaziyê.[1]

Xebatên xêrxwaziyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîmenek Deşnê Murad di dema xebatên saziya Zarokên Kesk de.

Deşnê Murad çalakvanê mafên mirovan û jîngehê ye.[1] Wê di sala 2012an de saziya bi navê "Zarokên Kesk" damezrandiye ku saziyeke xêrxwaziyê ye ku balê dikişîne ser zarokên bindest, bi taybetî zarokên penaber û her weha balê dikşîne li ser jîngehê.[1] Bi xebatên din re saziya Zarokên Kesk pirtûk û materyalên fêrbûnê ji bo dibistanan peyda dike. Heya niha zêdetirî 200.000 pirtûk ji aliyê saziyê ve li ji bo zarokên ku di rewşa xizaniyê de ne belav kiriye.[22]

Murad bi awayekî çalak hewl dide ku rewşa wargehên penaberên li Herêma Kurdistanê baştir bike.[23] Di sala 2013an de Murad kampanyayeke li seranserî herêmê birêve biriye û 50.000 dolarên amerîkî alîkariyên giştî ji bo Wargeha Domîz a penaberên Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê bû kom kiriye.[24] Di îlona sala 2015an de bi hevkariya Hoby Group Iraq û Adra Kurdistan, saziya Zarokên Kesk pirtûkxaneyeke biçûk li Wargeha Penaberan a Baharkayê ku li nêzîkî Hewlêrê ye vekiriye. Li pirtûkxaneyê pirtûkên bi zimanên îngilîzî, erebî û kurdî ji bo penaberan hatiye kom kirin.[25]

Murad ji sala 2014an vir ve bi awayekî çalak ji bo êzîdiyên dîl û jicîhwarkirî kampanyayan dide meşandin û piştgirî dide wan. Ew niha kampanyayeke bi navê "Keçên Êzidî" bi rê ve dibe ku armanca kampanyayê komkirina dirav û hewlên baldariyê ye ku ji bo piştgirîkirina êzîdî û hindikahiyên din ên ku ji ber DAÎŞê jicih û warên xwe bûne û ziraran dîtine hatiye birêve birin. Di sala 2014an de Murad zêdetirî 30 ton alîkarî bi hevkariya Mala Êzîdî Kalkar kom kiriye ku ji aliyê xelkên civaka wê ya herêmî li Arnhemê ji bo êzîdiyên Herêma Kurdistanê ku jicihwarên xwe bûne hatiye kom kirin.[26]

Deşnê Murad di heman demê de xebatkareke navdarê ji bo mafên jinan û ji bo gelek jinên ciwan ên Herêma Kurdistanê re wekê kesayetiyeke femînîst a îlhamê tê dîtin. Ew niha kampanyayeke bi navê "Dengên Jinan ên Cîhanê" dimeşîne ku xayeya kampanyayê ew e ku platformeke ji jinan re peyda bike ku biaxivin û çîrokên xwe bi hev re parve bikin.[27]

  • Hela Hupa (Album/2009)
  • Hom Shika Wawa (Album/2010)
  • Frishtay Mihreban (Album/2011)
  • I Am (Open Your Eyes) (Single/2012)
  • Binaz (Karwan Kamil ft. Dashni Morad) (Single/2012)
  • Power of Love (Single/2013)
  • Take Me Home (Le Dinê ft. Dashni Morad) (Single/2013)
  1. ^ a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t "Dashni Morad - My story". web.archive.org. 3 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  2. ^ a b c d e f g h "Dashni Morad | New Music And Songs |". web.archive.org. 14 îlon 2016. Ji orîjînalê di 14 îlon 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  3. ^ a b c d "TEDx Talks". YouTube (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ a b "Arnhemse zangeres berucht en beroemd in Irak". www.gld.nl (bi holendî). 22 nîsan 2016. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ "Kurdish Women: A story Of Struggle And Inspiration – zîv". web.archive.org. 25 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê di 25 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  6. ^ "IRAQ: Kurdistan's 'Shakira' causes shock waves in her homeland". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 17 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  7. ^ "Dashni Murad "Kurdish Shakira" shakes customs". ekurd.net. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  8. ^ "Dashni Murad shakes conservative Kurdistan". DAWN.COM (bi îngilîzî). 28 tebax 2009. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  9. ^ Kurdistan, United State Of (3 sibat 2010). "United States of Kurdistan: Those who condemns Dashni should shut up!". United States of Kurdistan. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  10. ^ "Iraq's 'Shakira' shakes conservative Kurdistan - Kurdish Institute of Paris". web.archive.org. 31 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 31 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  11. ^ a b "- YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
  12. ^ a b "Dashni Morad Kurdish Singer, Erbil Lifestyle, Interview on Erbilia". web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ a b "Dashni Morad Kurdish Singer, Erbil Lifestyle, Interview on Erbilia". web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Dashni Murad Makes Kurdish Music History. By Befrin Goran (Dashni Murad)". ekurd.net. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  15. ^ a b "dashne murad interview bbc tv | Ghostarchive". ghostarchive.org. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  16. ^ "Ethiopian maid trades cleaning for singing in Iraq". Al Arabiya English (bi îngilîzî). 6 çiriya paşîn 2010. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  17. ^ "XChart Top 40". FunX (bi holendî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  18. ^ Dashni Morad (19 nîsan 2013), Dashni Morad - Power of Love Official Music Video, roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025
  19. ^ "Dashni Morad". www.facebook.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  20. ^ Vin TV (6 çiriya paşîn 2012), Karwan Kamil & Dashni Morad - Binaz (Kurdish Music), roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025
  21. ^ Vin TV (20 tebax 2013), Li Dine ft Dashni Murad -Take me home | لێ دنێ و دەشنێ موراد - تەيك مى هوم, roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025
  22. ^ "Kurdish Women: A story Of Struggle And Inspiration – zîv". web.archive.org. 25 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê di 25 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  23. ^ "Zoekende Dashni Morad: De haat blijft maar groeien in de wereld". www.gld.nl (bi holendî). 14 hezîran 2016. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  24. ^ Dashni Morad (4 tebax 2013), A report by Dashni Morad about the Syrian Kurds as refugees in the Domuz Camp in Kurdistan Iraq, roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025
  25. ^ "Arnhemse zangeres berucht en beroemd in Irak". www.gld.nl (bi holendî). 22 nîsan 2016. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  26. ^ "Dashni Morad". web.archive.org. 3 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  27. ^ "Dashni Morad - Projects". web.archive.org. 3 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]