Here naverokê

Dehak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dehaq hat beralîkirin)
Dehak li gorî Mîr Musavvir

Dehaq an Dehak an ku Zehak, li gor mîtolojiya kurdî û îranî desthilatdarek xwînmij bû û zarok ser jê dikirin û dixwast ku xelqê bike kolê xwe. Zilm li xelqê dikir lê ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hat kuştin. Roja ku Kawa Dehaq (Dehak) kuşt ew roj bû cejna azadîyê û serxwebûnê. Dehaq pirr navên wî hene: Dehak, Dehaq, Dihak, Duhak, Zehak, Zihak, Zuhak, Ejdeha.[çavkanî hewce ye]

Çi qas navên wî hebin jî xuya ye ku ew kesek bû ku ew bi zilm û zordariyê ve tê naskirin.

Di Kitêba Durrûl Mecalîs da Çîroka Dehak

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wiha neqîl û beyan dikin, Dehhak padîşahekî qewî zêde adil û munsif bû. Îblîs eleyhîl le'ne ji edl û însafa wî, zêde merhemeta [wî] qewî dilteng bûyî. Xwast ku ewî ji rê biderîne. Emrê ewaneyekî xwe kir, go, "elbete ez ji te dixwazim ku Dehhakî ji rê biderinî."

Ewî ewaneyî, xwe xiste sûreta mirofekî ciwan û hate nik Dehhakî û muddeyê du, sê salan qewî xizmeteke qenc ji boy Dehhak kirî. Dehhak zêde ji xwe razî kir. Paşî rojekê izin ji Dehhak xwast, "destûra min, ez dê biçime mala xwe." Her çend Dehhak got ku "meçe, li nik min bimîne." Ewaneyî go ku "hêvî dikim ku bi riza te ez dê biçim." Dehhakî destûr da û gote ewaneyî ku "te hinde xizmeta min kir, çi dixwazî bideme te." Ewaneyî go ku "îhtiyaca min bi tiştekî nîne, eger tu dixwazî ez ji te razî bibim, min ji zêde muhîbbeta te heye, herdû ser milêd xwe veke, ez ramûsim û biçme şola xwe." Dehhakî herdû ser milêd xwe vekir, ewanê Iblîs ramûsa û çûye şola [xwe].

Paşî çend rojekan herdû ser milêd Dehhakî xurîyan û dere vebûn û bûye birîn û ji birînan her yekî serê marekî bi der ve hat. Ewan maran Dehhak bê hizûr kirî, êdî rahetiya Dehhak nemayî. Her çi qeder li etraf û eknafan hekîm û etîbba hebûn, cemî kir, go, "elbete îlacekê li defa vî derdî bikin." Ewan cumle etîbba û muneccîma îttifaq kirin ku "ev birîna ji nefsa Şeytanî peyda bûye û xebîs e, îlaca wê qewî zehmet e û mezerret digehî îbadullahî. Çara wê ew e ku her rojê benî ademekî ciwan, çarde salî bête qetil kirin û mejîya wî bidene van maran ku sakin bibin. Weger ne, çare nîne.

Êcarê Dehhak emir kir, wekî qureyê bi nobet her roj neferekî benî ademan, wekî hekîman gotî kur be weya kiç be distandin û qetil dikirin, mejîya wî didane wan maran. Meazellah bi vê uslûbê muddeyekê kêşa û ji zulm û cewra Dehhakî nas peragende bûyî, bi etraf û eknafan belav bûn û di nêv bajêr da heddadek hebû navê Xirdink Ahirgir bû. Ewî mirofî du kur hebûn, nobeta berê kurekî wî estandîn û birîn qetil kirin. Paşî muddeyekê disan dor hate Xirdink Ahirgir ku kurê dinê jê bistînin.

Dilê di Xirdinkî qewî sotî, peştemala xwe kirî beyraq û kirîye gazî, "eman, ji zulma vî zalimîîbadullah li ser Xirdinkî berhev bûn û êriş birîne ser Dehhak, heman di wê demê da Dehhak qetil û Fereydûn kurê mamê wî înan beyet kirin û ji boy xwe kirine padîşah.[1]

Di Şahnameyê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî Şahnameyê Firdewsî, Dehak kurê padîşahekî ereban bû bi navê Merdas. Ehrimen wî xapand û li ser milên wî du mar derketin. Van maran tenê bi mejîyê mirovan têr dibûn. Her roj dû mirov dikuştin ku maran têr bikin.

Piştî 1000 salan Fereydun, bi alîkariya Kawayê Hesinkar, li dijî Dehak rabû. Dehak têk bir û li Çiyayê Demavend di şikîftekê de zencîre kir. Li gorî efsaneyê, ewê li wir bimîne heta dawiya cîhanê.

Taybetmendiyên Dehak

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Du marên li ser milên wî - sembola xerabî û zilmê
  • Padîşahiya 1000 salî - serdema tarîtiyê
  • Xwarina mejîyê mirovan - zilma herî mezin
  • Têkbirina ji aliyê Fereydun û Kawa - serketina qenciyê

Dehak di çanda kurdî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çanda kurdî de, çîroka Dehak û Kawa girîngiya mezin heye. Ev çîrok bingeha Newrozê ye - cejna serê salê ya kurdan.

Girîngiya Newrozê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî efsaneyê, roja ku Kawayê Hesinkar Dehak kuşt bû 21ê Adarê. Ev roj wek roja azadî û serxwebûnê tê pîrozkirin. Kurd li seranserê cîhanê Newrozê bi:

  • Agirbêstên mezin
  • Govend û stranên neteweyî
  • Cil û bergên rengîn (kesk, sor, zer)
  • Komkirina bi malbatan pîroz dikin.

Sembola berxwedanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kawa di çanda kurdî de sembola berxwedanê ye li dijî zordariyê. Çakûça wî ya hesinker nîşana xebata ji bo azadiyê ye.

  1. ^ Durrû'l Mecalîs, Mela Mûsayê Hekarî. 2022. r. 144-145. {{cite book}}: Parametreya |sala orjînal= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)