Dîroka Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dîroka Kurdistanê[1], hemû dîrok û mêjûya gelê kurd dihundirîne.

2 hezarsala berî zayînê qewmên Hindûwropî koçî Îranê û Kurdistana niha kirin. Bi vî şeklî xelkê ermen belaveyî bakurê Îranê bû û qewmên din jî belaveyî başûrê Îranê bûn. Her wisa 9emîn sedsala berî zayînê de dagirkirina qewmên aryan destpê kir bo herêmê. Di encamê de 3yemîn sedsala berî zayînê de arîbûna herêmê temam bû. Êdî ji wî wextî heta niha gelên aryan li herêmê jiyan û belav bûn. Peydabûna bavkalên kurdan di 5emîn sedsala berî zayînê de peyda dibin [2]. Jixwe Ksenofon di berhema xwe Anabasisê de behsa bavkalên kurdan digehîne sedsala 5emîn ya berî zayînê. Her wisa piştî van bûyeran etnisîteya kurdan jî pêk dihê. Di navbera sedsalên 200 û 600 de ya piştî zayînê etnisîteya kurd çêdibe [3]. Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye [4]

Nav[biguherîne]

Peyva "Kurdistan" di sedsala 12emîn yekem car hate bikaranîn. Siltanê Selcukiyan, Siltan Sencer yekem car navê Kurdistanê wek welatek bikaranî. Her wisa li sala 1298ê ji layê gerokê ewropayî Marco Polo ve jî peyva Kurdistan an jî Kardistan hatiye bikaranîn. Di çavkaniyên mongolan de di sedsala 14ê de behsê Kurdistanê tê kirin. Reşîdûdîn Fezlullah Hemedanî jî di sala 1318ê de peyva Kurdistanê bikartîne.[5]

Melayê Cizîrî jî di navbera salên 1567 û 1640ê de wiha behsa Kurdistanê dike;

Kurd kî ne[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurd

Etnisîte[biguherîne]

Mikhail Semenovich Lazarev dibêje ku kurd wek etnisîte li derdora salên navîna 500an çêbûye [6]. Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye [7]

Miletê kurd ji 7 qewman pêk tê. Ev her heft qewm xwe wek kurd didin nasîn. Qewmên kurd û zimanên wan;

Gel Ziman
Kurmanc Kurmancî
Soran Soranî
Zaza Zazakî
Hewram Hewramî
Kurdên başûr Kurdiya başûr
Lek Lekî
Lor Lorî

Dîn[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dînên kurdan
Pirtûk: Kürdistan Tasavvuf Tarihi, Muhammed Rauf Tavakkolî, Weşanên Hîvdayê

Nêrîna giştî[biguherîne]

Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-Sophene

Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.

Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, nivîskarên ereb wekî Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat (clan, family) e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye clan (bi inglizi) dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514'an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate.

Berî Îslamiyet li Kurdistanê belavbûyî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Gutî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mêd
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Karduk
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lolo
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hurî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kardox
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Ancewasî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Zawdex
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mox
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîtanî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanîgalbat
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Waşşûkanî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mardpetakan

Ku mirov bahsa demên berî zayîna dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê de, weke ku bi ´Ksenofanes' Xenophanes re tê ser ziman, "Kardox" hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê "kurda"[8] navê kurdan tê bikaranîn. Di dema Gûtiyan de, ev nav heye. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re "welatê kurdan" an jî "kardoxiyan" tê gotin. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên ku têne jînkirin, wê deme wan ji holê narakê, lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê.

Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê heta ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re "kalden-Ur" dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan jî li wir pêş dikeve û pêşketineka mazin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û Mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopîyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mazin heya. Gûtî, wê bidest bikaranîna ayaran bikin, weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin.

Navenda Gûtiyan herêma Cizîre Botan bû. Wan, wê demê ji Cizîre Botan re digotin "gerzûbaqarta". Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku îro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku îro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan (Gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya Nebî Nuh heya. Hingî, ola Êzdatîyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê.

Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mazin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. Her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me, bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê ku dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî.

Hate ku dem tê deme Naîriyan wê ev wilo berdewam bê. Lê di wê navberê de li herême hin bi hin hêzeka din jî bilind dibe. Ew jî, hêz û mazinbûna Asûriyan a. Ew jî, wê êdî ji sadsalên 16. û 15 min pê de bidest mazinbûna xwe bikin. Bi wê re, çend ku ew bihêz dibin wê bixwezin ku li herêmê serdest bibin. Piştî Gûtîyan re li herêmê Naîrî êdî hin bi hin mazin bûna û ji qadeka ku ji ber Zagrosan digihê hate herêmê Botanê ber Diclê û ji wir jî hate ber Firatê serdestiya wan heya. Destpêka wan, wê herême Botanê bê. Piştre wê navenda wan xişiqê herême Sêrt, Wan û Mûşê û hwd. Lê di demên wan dawiyê de wê Zagorosan bê navenda wan. Bi wê re, serdestiya wan li çiyayê mazin Agirî jî dibe. Wekî din jî, ev der, ji wan re parastinekê jî dike.

Asûrî, piştî ku mazin bûn, wê êdî bi Naîriyan re bikevina şer de û wê di sala 1128an de wê şerekî mazin bi Naîriyan re bikin. Deme ku Asûrî têne ber Naîriyan, êdî ji her herêmê her mîrê wê yan jî keyê wê, wê hêze xwe bide dora xwe, were qada şer û bi hev re bikevina şer de, bi Asrûiyan re. Lê wê têk herin. Bi wê re, wê Asûrî, weke ku bûya malê dîrokê jî, wê 43 keyên Naîrî dîl bigirin û wê ji berdêla bêşan de wan serbest berdin. Ev dem, piştre wê Naîriyan ji dîrokê nebe. Lê wê serweriya wan ya gîştkî ji holê rakê. Wê êdî ji wê deme hate sadsale 8. min, wê tekoşîneka mazin bi awayê raperînî wê li ber Asûriyan bidina kirin. Hate ku têne sadsale 7. min, wê bi raperîn û serhildanên ku dibin re wê li ber wan bi serbikevin û wê desthilatdariya Asûriyan ji holê rakin. Ku weke ku di nav kurdan de hate îro, weke "serketina Kawayê Hesinkar" tê zanîn bibe û wê ew serketin, ku weke rojeka pîroz ya ola Êzdîtiyê ya, wê di roja 21 ê adarê de pêk were û wê êdî weke ku hate îro di nav kurdan de tê gotin wê ew roj "Newroz" bê. Piştî wê serketina kurdan re, wê deme û serdestî ya Mediyan bi desthilatdarî wê dest pê bike.

Serdema îslamiyetê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Cafer Faracis
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Raperîna Babek
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Ebasiyan
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Umeye

Îslamiyet di sedsala 7'an de derket. Wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijiyan. Hêjmara wan pir kêm be jî hinekî kurd di dema Muhemmed Pêxember de bûne misilman, lê pirraniya kurdan di dema Xelîfe Omer de ku dema artêşên misilman an di sala 637'an Împeratoriya Sasaniyan hilşandin û erdê Kurdistanê feth kirin, pirraniya kurdan Îslamiyetê pejirandin û bûne misilman, û êdî kurd di nav Dewleta Îslamî de jiyan. Piştî sedsalekê kurdan gelek dewlet jî ava kirin. Dewleta herî pêşî ji aliyê Sadaqê kurê Elî ve li Rojhilata Kurdistanê li Ûrmiyeyê û bajarên derdora wê de, di sedsala 8'an de Dewleta Sadakiyan ava kirin. Piştre Dewleta Eysanî, Şedadî, Hezarhespî û Dewleta Eyûbî û wekî din hatin avakirin.

Serdema mîrektiyên kurd[biguherîne]

Kurdish states 1835.png
Di sedsala 13em de Kurdistan û Rojhilata Navîn

Xanedana Sadakiyan (770 - 827)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Sadakiyan

Xanedana Eysaniyan (912–961)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Eysanî

Xanedana Selariyan(919-1062)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Selariyan

Xanedana Hecbaniyan(943-1063)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Hecbaniyan

Xanedana Şedadiyan(951-1075)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şedadî

Xanedana Rewadiyan((955–1071))[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Rewadî

Xanedana Hesnewiyan (961-1015)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hesnewî

Xanedana Enaziyan(990–1116)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Enazî

Xanedana Merwaniyan(999-1085)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Merwanî

Xanedana Kakûyî (1008-1274)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Kakûyî

Mîrektiya Kilîsê (1000-?)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Kilîsê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurdên Kilîsê

Xanedana Hezarhespiyan(1155–1424)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hezarhespî
Mîrektiyên Atabegên kurdên lur

Mîrektiya Erdelan (1169–1867)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Erdelan

Qacariyan li sala 1868ê de mîrektiya Erdelanê ji holê rakir. Pêkhateya siyasî ya kurdan ya dawî hate vemirandin.

Xanedana Eyubiyan (1171–1260)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xanedana Eyûbiyan
Dewleta Eyûbî ya kurdan a herî mezin

Mîrektiya Bedlîsê (1182–1847)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Bedlîsê

Xanedana Xurşîdiyan(1184-1597)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xurşîdiyan

Êrîşên mongolan(1241-1259)[biguherîne]

Mîrektiya Botan(1338-1855)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Botan
Mîrektiya Botanê

Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . [9] Kurdên Bûhtî , ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. [10] Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; "Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn". [11] Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. Digel eşîra Bohtî, eşîretên Dumbılî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeş kirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. [12] Fermanên Botan, bi navê Mîrê Azîzan an Begîtîya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. [13] Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzzeddînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtî ye.[14] Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18-an de di Î Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855-an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî Împeratoriya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin.

Mirektiya Badînan (1376–1843)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Badînan

Mîrektiya Hekarî (1380-1845)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Hekarî

Mîrektiya Mukriyan (1400-1850)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Mukriyan

Mîrektiya Soran (1530-1835)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Soran

Mîrektiya Qûçanê(1600?-1800?)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Qûçanê

Parçebûna Kurdistanê ya yekem (1639)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Peymana Zehabê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Zehabê

Piştî peymana di navbera dewletên Osmanî û Sefewiyan de li sala 1639ê welatê kurdan bû du parçeyên sereke. Kurdistana Osmaniyan û Kurdistana Îranê. Heta ku Kurdistana Osmaniyan jî dibe sê parçe, ji bilî Rojhilata Kurdistanê her sê parçeyên din em ê wiha binav bikin. Kurdistana Îranê û kurdên Qefqasyayê di nav desthilata Sefewiyan de man. Kurdistana Osmaniyan jî di nav desthilata Osmaniyan de ma. Ev parçebûn heta şerê cîhanî yê yekem bi hindek guherînan dewam kir. Piştî şer jî her çend hewlên kurdan û hêzên din hebin jî, ev hidûd her wekî xwe ma.

Hêjayî gotinê ye ku ev peymana parçekirina Kurdistanê bi awayeke formel ma ye, yanî kurd berî peymanê jî piştî peymanê jî di bin desthilata mîrektiyan de dijiyan. Piştî peymanê mîrektiyên di bin axa Osmaniyan û Eceman de hatin kifş kirin.

Mîrektiya Baban (1649–1850)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrektiya Baban

Xanedana Zendan (1747-1779)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dûgela Zend

Mîrektiyên din[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrneşîniya Biradost
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Mîrgeha Banê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Emîrxan Lepzêrîn
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şivankaran
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dimdim
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Ûştinî

Rûxandina mîrektiyên kurdan[biguherîne]

Serdema serhildanên kurd[biguherîne]

Serhildana Êzdînşêr(1854)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Êzdînşêr

Parêzgeha Kurdistanê (1847-1864)[biguherîne]

Li sala 1847ê ji axa kurdnîşîn re navê Kurdistanê lê hat danîn ji aliyê Mistefa Reşît Paşa ve. Wek sîstema Osmaniyan wiha hate dabêşkirin. Li sala 1864ê parêzgeha Kurdistanê ji holê hate rakirin. Şûna wê parêzgehên Wan û Amedê hatin ava kirin [15]

Serhildana Bedirxaniyan(1878)[biguherîne]

Kurên Bedirxan Beg, Huseyn Beg û Osman Beg li sala 1878ê li dijî Osmaniyan serhildanek da destpê kirin û gelek axa Kurdistanê rizgar kirin [16]

Serhildana Şêx Ubeydela (1880)[biguherîne]

Avabûna Hengên Hemîdiyeyê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hengên Hemîdiye

Li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan Ebdulhemîd II bi navê Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê komeke çekdarî ji eşîrên Kurd ava kir û hinek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Bi 36 hengan ev artêş tê ava kirin. Osmaniyan hem meaş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Derfetên serokeşîr û leşkerên Hemîdiye her roja diçû zêde dibûn. Li sala 1892'yê de 40, 1893'ê de 56, 1899'ê de jî 63 heng hatin ava kirin[17].

Serhildana Bişarê Çeto (1906)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Bişarê Çeto

Li sala 1906ê vê serhildanê rû da. Paşî bi alîkariya hinek ereban diçe Yemenê [18]

Her wisa li Dêrsimê, Bazîdê û gelek herêmên din yên kurdnişîn li dijî osmaniyan serhildan tên destpê kirin.

Rewşa giştî ya kurdan[biguherîne]

Rewşa Kurdistana Osmaniyan[biguherîne]

Li sala 1881ê Siltan Ebdulhemîd navên Kurdistanê û Ermenistanê qedexe dike [19]

Şoreşa Makezagonî[biguherîne]

Piştî şoreşa makezagonî li sala 1908ê li Stenbolê yekemîn rêzxistina kurdan bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate vekirin. Bi navê Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi (rojname) jî rojnameyek weşandin. Di nav nivîskaran de Seîdê Nûrsî, Îsmaîl Heqî Babanî, Seyîd Ebdulqadir, Pîremêrd hebûn.

Pistî îlamkirina Meşrutiyeta 2yê, ji layê Emîn Alî Bedîrxan, Seyid Ebdulqadir û Şerîf Paşa ve Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd tê ava kirin. Di heman salê de 1908ê, ji bo perwerdehiya zarok û ciwanan jî Kürt Neşri Maarif Cemiyeti tê damezrandin. Ji ber nakokiyên di cemiyetê de Seyîd Ebdulqadir bi navê Hetavî Kurd kovarekê derdixe. Li sala 1910ê de ji aliyê xwendevanên kurd Hêvî (rêxistin) tê damezrandin. Li sala 1912ê de di dema şerê Balkanan de Kürt Teali ve Terakki Cemiyeti tê girtin. Piştî vê girtinê bernasiya rêxistina Hêvî zêdetir dibe. Rêxistina Hêvî bi rêberiya Dr. Şukru Mustafa Sekban kovara Roja Kurd derdixe. Her wiha Dr. Abdullah Cevdet jî endamekê Hêviyê ye. Li sala 1912ê rêxistinên bi navê Muhibban Cemiyeti û Mucedded Firkasi jî hatin ava kirin. Serokê Mucedded Firkasiyê Lutfî Fikrî bû.

Rewşenbîrên kurd li dijî Osmaniyan piştgiriya Partiya Îtîhad û Teraqî dikirin lê piştî zêdebûna nijadperestiyê di nav endamên Îtîhad û Teraqiyê de jş vê rêxistinê dûr ketin û berê xwe dan Firqeya Azadî û Hevpeymanê.

Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî (rêxistin) hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd (kovar) kovarek derxist.

Li sala 1911ê Jon Tirkan hemû rêxistin, rojname û pêkhateyên din yên kurdan girtin

Berî şerê cîhanî yê yekem destpê bike, li sala 1913ê Ebdulrezaq Bedirxanî banga hemû eşirên kurd dike ku li dijî Osmaniyan serhildanekê bikin. Lê ev bang negihist armanca xwe.

Di destpêka sala 1914ê de li Bedlîsê ji layê Mela Selîm de serhildanek dijî Osmaniyan hâte destpêk kirin. Hêjayî gotinê ye ku ermenên herêmê jî tevlî vê serhildanê bûn.

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê[biguherîne]

Li sala 1905ê serokê eşîra Şikakan Cewher Axayê Şikakî ji aliyê eceman ve tê kuştin. Piştî vê bûyerê Rojhilata Kurdistanê jî germ dibe. Simkoyê Şikakî derdikeve meydanê

Serhildana Îbrahîm Paşayê Millî(1908)[biguherîne]

Serhildana Hemawendiyan (1908)[biguherîne]

Serhildana Barzaniyan(1909-1914)[biguherîne]

Ebdulselam Barzanî li gel pêşmergeyên xwe, 1908

Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike. Li gundê Gengeçînê dibe mêvanê Sofî Ebdula Axa. Lê Sofî Ebdula xiyanetê li Şêx Ebdulselam dike û wî digire bi çar zêrevanên wî ve. Paşî teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin[20] [21]

Serhildana Garzanê(1914)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Garzanê

Berî destpêka şerê cîhanî yê yekem ji aliyê Mela Selîm, Seyîd Elî û Şêx Şabetîn ve ev serhildan tê destpê kirin. Ebdulrezaq Bedirxanî, Yusuf Kamil, Şêx Seyîd Tahayê Hekarî û Simkoyê Şikak jî bi awayeke aktîf alîkariya serhildanê dikir [22]

Parçebûna Kurdistanê ya duyem(1914-...)[biguherîne]

Leşkerên kurd di şerê cîhanî yê yekem de

Rewşa Kurdistanê[biguherîne]

Dema şerê cîhanî yê yekem destpê kirî, wek hemû Rojhilata Navîn, Kurdistan jî di bin kaoseke mezin de bû. Li her derê Kurdistanê rêvebirinên herêmî hebûn, têkiliya kurdan bihev xurt nebûn. Avêtina pêngavan hevra nebû, herkes bi aqlê xwe hereket dikir. Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem, li Kurdistanê gelek hêzên leşkerî û dîplomatîk tesîr li gelê Kurdistanê dikir;

Tehcîra kurdan(1915-1916)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Sirgûnkirina kurdan
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Qereyilan

Bi fermana padîşahê Osmaniyan kurd hatin sirgûn kirin. 700 hezar kurdên Kurdistanê tehcîrê rojavayê anatolyayê kirin. [23]

Hewlên Simkoyê Şikak[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak

Li Urmiyeyê Simko Axayê Şikakî bi fersende zeîfbûna otorîteya hikûmeta navendî ya Îranê, li Urmiyeyê xist bin desthilata xwe. Li sala 1919ê heta sala 1921ê herêm di bin kontrola xwe de hêla. Her wisa li sala 1921ê serokeşîrê Şirnexiyan Ebdurehman jî dixwazt ku li gel Emir Faysal hevdîtinê pêk bîne. Armanca wî ew bû ku li bakurê Iraqê serxwebûna xwe îlan bike û li gel Simko Axa yekitiya xwe çêke [24].

Dagirkirina ingilîzan bo Başûrê Kurdistanê(gulan 1918)[biguherîne]

Piştî êrîşên ingilîzan bo Başûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê serhildan û nerazîbûnên tevgerên kurdan destpê kirin.

Hewlên Şêx Mehmûd Berzencî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Keyaniya Kurdistanê

Li Silêmanî Bi pêşengiya Şêx Mehmûdê Berzencî li Silêmanî desthilata kurdan destpê kir. Li sala 1918ê İngilîzan, Şêx Mehmûd wek hikûmdarê Silêmanî tayîn kirin. Lê ev rewş wiha dewam nekir. Şêx Mehmûd xwest hemû Kurdistanê rêve bibe, ji ber wê li dijî İngilîzan serhildan da destpê kirin. Di encamê de İngilîzan serhildan vemirand û desthilata xwe li Silêmanî îlan kir.

Piştî Peymana Lozanê ji bo ku ingilîz îdiayên xwe bihêz bikin, rê li ber Şêx Mehmûd vekir û li sala 1924ê dîsa vegerî welat.

Hewlên rewşenbîrên kurd li Stenbolê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurd
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Li Stenbolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stenbolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû [25]. Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê mijdara 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stenbolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa[26]:

  1. Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh
  2. Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan
  3. Bicîhanînan qanûnan
  4. Kurdistan dê wek parçeyê Osmanîyan bimîne

Lê ev hevgirtina kurdên Stenbolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya ingilîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir[27] .

  • Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stenbolê ev bûn;
  1. Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de.
  2. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6emîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn.

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin [28]. Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin.

Pevçûn li Stenbolê[biguherîne]

Di destpêka sala 1921ê de li Umraniyeya girêdayî Stenbolê hêzeke tirk û hêzeke tirk dijî hev tên û pêvçûn derdikeve. Di navbera kemalîstan û kurdan de şerek mezin qewimî bû [29]

Hewlên Elîşêr Beg[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Rewşa ermenan[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Nîjadkujiya ermeniyan
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Têkiliyên kurd û ermenan

Proseya parçebûna Kurdistanê(1914-...)[biguherîne]

Peymana Sykes Pycot-16 gulan 1916[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Sykes Pycot

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin [30].

12ê rêbendana 1918ê Sir Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand [31]. Lê ev tenê wek fikr ma.

Peymana Agirbesê ya Mondrosê(30 cotmeh 1918)[biguherîne]

Destpêka dijêrîşa tirkan(19 gulan 1919-1922)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

19 gulana 1919ê hêzên tirk li dijî dewletên dagirker dest bi berxwedanê kir.

23yê nîsana 1920ê bi pêşengiya Mustafa Kemal Atatürk hevalên wî meclîs vekirin. Piştî vekirina vê meclîs hemû erkên rêvebirina dewletê di pratîkê de ket bin destê meclîsê. Vekirina vê meclîsê konsolîdasyona Şerê Rizgariya Tirkiyeyê dikir. Mistefa Kemal û hevalên wî di meclîsê de her daxuyand ku dewlet ya kurdan û tirkan e û gelek eşîrên kurd bi bi van gotinan xapandin. Heta ku 23yê cotmeha 1923yê ev rewşa bratî berdewam kir. Piştî Tirkiye ji dewletên Ewropayî hate parastin, Tirkiyeyê berê xwe da nav hidûdên xwe û dest bi qîrkirina kurdan û gelên din kir.


Hewlên Mustafa Kemal[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kongreya Erzîromê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kongreya Sêwasê

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 gelawêja 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn[32]. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda sîyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin [33]. Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendîyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike[34]. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin. [35].

Mustafa Kemal Atatürk 3yê berfanbara 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê cotmeha 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêvîyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 mijdara 1922yê jî şerê li gel İngilîzan sekinî. İngilîz mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

Konferansa Aştiyê ya Parîsê(18-21 rêbendan 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [36].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[37].

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn [38]

  1. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê
  2. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk
  3. Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê
  4. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin [39]. Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;


Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê(18-26 nîsan 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [40]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin [41].

Peymana Sevrê(20 gelawêj 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

Di 20ê gelawêja 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

  • Şertên Axê:
  1. Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de
  2. Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan
  3. Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan
  4. Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike
  5. Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne.
  • Şertên desthilatê
  1. Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan
  2. Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be
  3. Kapîtolasyon dê berdewam bikin
  4. Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Konferansa Lozanê(11 mijdar 1922-24 tîrmeh 1923[biguherîne]

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Peymana Lozanê(23 tîrmeh 1923)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin.

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe;

  1. Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de
  2. Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya İngilîzan de
  3. Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de
  4. Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de

Konferansa Xalîcê[biguherîne]

19 gulana 1924ê li Stenbolê Tirkiye û Brîtanya rûniştin ku pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Lê pirsgirêk çareser nabe û rê ji bo çareseriya Cemiyeta Neteweyan vedibe.

Li Cemiyeta Neteweyan[biguherîne]

6ê gelawêja 1924ê hikûmeta Brîtanyayê ji bo çareserkirina Mûsilê miraceeta Cemiyeta Neteweyan dike. Cemiyeta Neteweyan bi navê Xeta Brûkselê hidûdên van herdu dewletan kifş dike.

Peymana Enqereyê(1926)[biguherîne]

Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe.

Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye; Serhildan

Serdema serhildanên modern[biguherîne]

Parçe kirina Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Bakurê Kurdistanê
Nexşeya Kurdistanê
Kurdistan1920.png

Bakurê Kurdistanê, qate herî mazin ya beşa Kurdistanê ya. Li vê qate nêzî 15 û an jî 20 milyon kurd dijîn. Ji ber ku pêvajoyeka bişavtinê ya herî mazin li ser serê kurdan di vê qatê de hate meşandin, êdî pirraniyên kurdên vê qatê ji ziman û çanda xwe hatina dûrkirin. Bi vê yekê re jenosîdeka çandî bi hebûna xwe re û bi qadaxaya li ser zimanê xwe re jîn. Lê kurdên vê qatê jî, weke yên qatên din jî ti carî bindestî herê ne kirin û hertimî li berxwedan. Lê dewleta tirk jî hertimî çû bi ser wan de. Komkujiyên bi jenosîdî weke yên "Zilan", "Dêrsim", "Agirî" û hwd bi wan dana jînkirin. Ti mafê wan ne hate naskirin. Weke ku li Îraqê û li herêmê Kurdistanê ya di bindest Sûrî de hate hiştin, zimanê wan jî hate qadaxakirin û ew zor li wan hate kirin ku weke ku li Îraq û sûrî ku li ser wan bi arabitiyê mazin bibin li wir jî bi tirkitiyê li ser wan hate ferzkirin.

Kurdan, lê ti carî ev yek herê nekir. Zimanê xwe parastin bi bahayê bi hezaran kuştin û êş û elaman. Piştî Peymana Lozanê re ku ew hate mohrkirin û kurdan dît ku êdî mafî wan ji wan hate standin, êdî bidest serhildanê kirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîranê, agirî, Û hwd, bûn. Kurdên vî bi dehan caran serî hildan û serhildan. Lê her carê jî têkçûn. Lê di salên 1970 yî de tekoşîna azadiya kurdan PKK dest pê kir. û wê bi fikrekî hemdem dest pê kir û bi serket. hem civate kurd li gor demê di deme xwe ya tekoşînê de perwerde kir û ji nû ve rakir û hem jî hêzê wan ya civatî derxista holê. Bi wê re î ro kurd, bi hezaran tekoşîna xwe didin.

Tirkiya ji bo ku wê tekoşîna kurdan ji holê rakê, pirr tahbê dide xwe. Ji rojava ji welatên rojava yên weke Almanya, Îngilistan û Fransa û hwd, piştgiriyê distêne ji bo ku li ber kurdan bi serkeve. Amarika jî piştgiriyê dide tirkî li ber kurdan, da qan tirkî bi serkeve û kurdan têk bibe. hate roja me jî wê rewşê bi vî awayî berdewam kir. Tirkiya, Bi gotina ku di destûra xwe ya bingihîn de bicihkiriya û ku dibêje ku "yên ku di nav sînorê tirkî dijîn û bi gîrêdana hemwelatiyê ku bi tirkî ve girêdayîna tirk in" re herkeskî tirk di hasibêne û mafê wan yên ji hebûna wan û cudatiya wan tê yên ziman û civatiyê nasnakê. Îroje me jî, di hewldana ku kurdan di nav tirkiyetiyê de bi halêne, hewlda. Îro jî, wê hewldanê dide. Zimanê wan yê kurdî hê jî qadaxaya. Hê jî, hate roja me jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.

Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 7 û an jî 8 milyon kurd dijîn. Ev qatê Kurdistanê, piştî peymane Lozanê re, ku Kurdistan bu çar qat, qat di nav sînorê Îraqê wê demê ya ku ji nû ve hate avakirin de hate hiştin. Hingî, hê hêzên Ingilîz li li wir bûn. Berî ku hêzên Îngiliz vekişihin, li wir, dewleteke ku nû bi navê îraqê avakirin. Ew qate Kurdistanê jî, ne bi navê xwe bi navê ku bigiştî lê îraqê hate kiirn, ew di nav de hate hasibandin. Kurdên wê derê jî, weke yên qatên yên Kurdistanê ti carî ew yek herê ne kirin. Piştî wê rewşê re pêşî serhildana şêx mahmudê berzencî ya li ber ingilîzan, wê baxtê wê demê kiş bike. Lê ew li wir bi sernakevê.

Piştî wê re jî, mîreteye şêx Mahmudê berzencî, wê berdewam bike û wê hertimî serhildan bibe. Rêveberiya îraqê ku hate avakirin, bi piştgiriya rojava hertimî li ber kurdan bû xwediyê serketinekê. Hate ku dem tê salên 1970 û hwd, wê kurd,di rewşeka bixwe bijîn. Piştre hertimî rêveberiyê ji ji ber ku wê rewşê ji holê rakê tevgeriya ya. Lê bi serneketiya. Piştî levkirina 1970 û hwd, kurd, wekeku di gihihina xweseriya li herêmên xwe. Lê bi Peymana Cezayirê ya ku li Cezayirê hate mohrkirin re, wê kurd, derbeyekê li wê rewşa xwe ya ramyarî bixwûn. Rojava, û amarika jî hewldidin ku derbeyekê li kurdan bixin û dixin jî. Piştre jî, wê tekoşîna kurdan berdewam bike. Hate ku dem tê salên 1990 û hwd. Di vê demê de bi xurîxîna yekîtiya sovyet re wê demeka nû biafirê. Wê amarika bikeve Îraqê de û wê herême kurdan bi xweriya xwe re bigihê biserê xwe.

Lê berî wê demê di sala 16 adare 1988an de wê kurd, derbeyeke mazin bi jenosîdeka ku dijîn wê bixwûn. Rejîma baasê ya ku li ser kar û ku ew haft salin ku bi îranê re di şer de ya ji bo herêmên wele "şat-ul arab" û hwd. PIştî ku şer bi dawî dibe, piştre bi sê çar mehan wê serokê rejima baasê Saddam Huseyin, wê bi çekên kimyewî ku wê sadsalê weke çeke mirinê ya herî xadar kifşkiriya wê li ser serê kurdan bêne bi kar hanîn. Wê tenê li bajerê Helebçê wê ser 5 hezar mirov re bêne kuştin. Kurd, wê piştre bi deh salan wê di bin bandûra wê jenosîda ku hate de bin. Lê piştî ku amarika kete Îraqê, de êdî kurd jî, gihiştina serbixwebûna li herêmên xwe. Hukumete xwe avakirn û parlamene xwe damazrandin.

Rojavayê Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê nêzî 3 an jî çar milyon kurd dijîn. Ev qate Kurdistanê, ji destpêkê çendî û çawa pirsgirêkên wê bûn, piştre jî wilo berdewam kirin û hate roje ma jî ew pirsgirêkên wê berdewam dikin. Gelek pirsgirêkên wê bi qate Kurdistanê yê ku di nav sînorê tirkiyê de hate hiştin de hevpar in. Ji ber ku deme ku sînor hate xatkirin, nîvê malbatan li wî aliyê ku jê re "binxat" tê gotin li wir ma. Nîvê malbatan ji li vî aliyê tirkîtyê ku jê re "serxat" tê gotin li wir ma.

Di wê deme ku sînor hatina xatkirn, li sûriyê hêzên Firensa li wir serdest bûn. Wan jî, ew qate Kurdistanê di nav wî sînorî de hişt. Piştre ku Hêzên firensa bi şûn vekişiyan, çend ku ji kurdan soza serbixwebûna wan ya li ser herêmên wan û avakirina hukumetê ya wan li herêmên wan da jî, piştre ew soz ti carî ne hate li cih. Kurdên wê qatê, ji her aliyê mafê xwe hatina dûrkiirn. Ji welatên xwe ji bo ku bêne ravandin, çi pêdivî pê hebû, ew kirin. hemwelatîtiya wan ji ji wan hate standin. Herêmên wan bi arabkirnê re hate roje me jî rû bi rû dimênin. Ji xaynî wê jî rejoma baasê ya li ser kar, komkujiyên wê yên amudê û kobanî û hed bi wan dana jînkirin û hê jî ew di wê rewşê de na.

Rojhilatê Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê

Rojhilatê Kurdistanê nêzî 14 û an jî 15 milyon kurd lê dijîn. Îran jî weke tirkî, sûrî zimanê kurdi qadaxa kiriya. Kurd û îranî bi hev re xwediyê dîrokeka pir mazin demdirêj in. Ji deme Mediya ve dîrokeka wan ya bi hev re heya. Di deme Sasanî û Sefeviyan de jî bi hev re împarator avakirin. Gelek nixrên wan bûna wekhev. Zanistên kurd yên ku weke Bawe henifê Dînwerî û Bawe Tahirê Uryanî hwd ku biqasî ku ji kurdan bûna zanist ji persan re jî ji wan mirovên wl axê re jî bûna zanist. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku nirxeke wan ya weke hev afirêya bi demê re. Lê ku dem hate van demên dawiyê Îranê rêveberiya rêz û hûrmet ji vê pêşketina bi hev re nekir û zimanê kurdî qadaxa kir û kurd weke tirkî tûna hasibandin.

Bi mohrkirina peymane Lozanê re qateka mazin ye Kurdistanê di nav wê sînorê wê de ma. Piştre Îranê çendî ku mafê kurdan di destûra xwe de bicih kir jî, û navê herêmeka wan kira "Kurdistan" jî, wê piştre ew ne hanî bicih. Wê jî, piştre xwe tevlî şerê li dijî kurdan kir bi tirkî û Sûrî re. Piştî wê peymanê û mohrkirina wê re, êdî kurdan li wir jî ji ber ku mafê wan hatina ji wan standin bi serhildanên weke yên simko re serî hildan û serhildan. Piştre ku yektiya sovyet ava bû, Kete herême Kurdistanê de û bi navê" Komara Mehabadê ya kurd" re ew qate Kurdistanê bû dewlet. Lê ew dewlete kurd ne hate naskirin û tenê 11 mehan jiya. Piştre ku hêzên sovyetê bi şûn ve kişiyan, êdî hêzên Îranî ketina wirde û bi serokê komare kurd ya Mihabadê Qazî Mihemed re gelek kurdên pêşand bidarve kirin. Piştre, êdî bêdengiyak bû. Piştî wê xurîxîna komara kurd re, êdî hin pêşengên kurd ravina derve û piştre serhildana Kurdistanê dana dest pê kirin. Yê ku ew destpêkirin da dest pê kirin û piştre li başûrê Kurdistanê bi serket lê ku wî bixwe ew ne dît, weke damazrînerê dewletê kurd Merwanî badê kurê dostik ku wê avabûna Merwanîyan ne dît. Mele Mistefa Barzanî jî, ew avabûna "Başûrê Kurdistanê" ya weke dewletekê ne dît.

Kurdên li Qefqasya[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurdên Qefqasyayê

Kurdên Qefqasyayê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navîn de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in ku bi rêya sirgûnan cihê wan hatiye guherandin.

Diyasporaya kurdan[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Diyasporaya kurdan

Nûredîn Zaza wextê ku li Ewropa Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa didamezrîne. Îsmet Şerîf Wanlî di navbera salên 1958 û 1962yê serokatiya komeleyê dike [42]

Paşeroja Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîplomasiya kurdan
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kurdayetî

Sinorên Kurdistanê[biguherîne]

Berî koça tirkan bo Rojhilata Navîn xelkê kurd li devera Kîlîkya û Sûrî bi awayeke berbelav dijîya. Jixwe bi dûçûna Vladîmîr Mînorskî piştî şerê 1185ê di navbera tirkmen û kurdan de, kurdên herêma Sûrî û Kîlîkya ji layê tirkan ji van herêman hatin derxistin [43]

Bi dûçûna efserê ingilîz C.L.Woolley sinorên Kurdistanê wiha ye; Kurdistan ji Qers û Tiflîsê heta Edeneyê, ji Trebzonê heta Meletî û Rewandizê dirêj dibe [44].

Şerîf Paşa di Konferansa Aştiyê ya Parîsêde sinorên Kurdistanê wiha kifş dike; Kurdistan ji bakur ji Zivenê(hidûdê Qefqasyayê) destpê dike, ber bi rojava Erzirom, Erzîncan, Kemah, Arapkîr, Behismi, Divikê diçe. Li başûr Herran, çiyayên Sincarê, Tel Asfar, Erbîlê, Kerkûkê, Silêmaniyê, Akelmanê, Sînayê teqîp dike. Li rojhilat ji Rewanduz, Elbakê, Wezîrqeleyê dibuhure û xwe digehîne hidûdê Îranê [45].

Wezîrê Mistemlekeya Hindîstanê Sir Arthur Hirtzel di derbarê Kurdistanê de raportekê amade dike û wiha dibêje; Kurdistan ji başûrê Çemê Botanê heta çiyayê Dîjleyê û Herranê dirêj dibe û li rojhilat heta Îranê diçe. Kurdistan Bedlîs, Wan û Mûsilê dihundirîne lê navenda Mûsilê rojavayê çemê Dîcleyê daxilî Kurdistanê nîne [46]

Li sala 1919ê heyeta kurd Cemiyeta Tealiya Kurd li Stenbolê li gel nûnerên DYA û Brîtanyayê hevdîtinan dike. Di wê hevdîtinê de Seîdê Nûrsî jî hebû ku teleb dikir divê sinorên Kurdistanê bigihîje Deryaya Spî [47]

Hinek malbatên girîng di dîroka Kurdistanê de[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Malbatên girîng

Dîroka leşkerî ya Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka leşkerî ya kurdan

Pirtûk û lêkolîn[biguherîne]

  • Kürt Millet Hareketleri ve Irak'ta Kürdistan İhtilali, Dr. Şivan, Weşanên APEC 1997, Weşanên El 2014
  • Kürt Dosyası, Rafet Ballı, Weşanên Cem 1993
  • Kürdistan Ulusal Sorunu ve Türkiyenin Stratejik Önemi, Mahmut Kılınç
  • People without a Country, Gerard Chailand 1993
  • Muhtasar Kürdistan Tarihi, Ekrem Cemilpaşa, Weşanên Avestayê
  • Kurdistan During The First World War, Kamal Mazhar Ahmad
  • Hatıralar, Ebubekir Hazım Tepeyran
  • Meleklerin Küllerinden, Andrew Collins
  • Ninova Kalıntıları, A. Layard
  • Kürt’ler, Türkler, Araplar, C. J. Edmonds
  • Mezopotamya ve Kürdistan’a gizli yolculuk, E. B. Soane
  • Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language, E. B. Soane
  • Kürdistan 1919, E. W. C. Noel
  • Kürt’ler, Vladimir Minorsky
  • Kürt’ler Sosyolojik Tarihi bir İnceleme, Basil Nikitin
  • İnsanlığın Beşiği Kürdistan’da Yaşam, W. A. Wigram & Edgar T. A. Wigram
  • Yezidiler, Roger Lescot
  • Memê Alan Destani, Roger Lescot

Binêre[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:destpêk
  2. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:19
  3. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:14
  4. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:16
  5. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşana Avesta,2010, r:35
  6. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:14
  7. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:16
  8. HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS: bo gotina ku "kurd"î ku ji dema Hûriyan rûpêlên weke çavkanî 394. 397. 395. 363 na.
  9. M. Streck, “Bohtan”, MEBİA, C. 2, MEB, İstanbul 1979, s. 773.
  10. ULUSLARARASI ŞIRNAK VE ÇEVRESİ SEMPOZYUMU”,
  11. Şeref Han, Şerefname Kürd Tarihi, Cev: M.Emin Bozarslan, Deng Yayınları, İstanbul 2006,s. 94.
  12. Celile celil, age, 78.
  13. Şeref Han, a.g.e s.94
  14. Süreyya Bedirhan, Kürt Davası ve Hoybun, Çev: Dilara Zirek, Med Yay., İstanbul 1994, s. 76
  15. Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:55
  16. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:150
  17. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:286
  18. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:152
  19. Ortadoğu’da İslam ve Çatışan Milliyetçilikler, Kamal Soleimani, Weşanên Peywendê, 2019, r:138
  20. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228
  21. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:149
  22. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:181
  23. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:188
  24. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:219
  25. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:84
  26. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:371
  27. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:373
  28. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:135
  29. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:217
  30. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:336
  31. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:350
  32. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  33. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  34. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:139
  35. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:141
  36. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  37. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351
  38. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:353
  39. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:376
  40. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:361
  41. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:362
  42. Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:75
  43. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:38
  44. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:113
  45. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:130
  46. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:171
  47. Ortadoğu'da İslam ve Çatışan Miliyetçilikler, Weşanên Peywendê, 2019, Stenbol, r:274