Dengdar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Dengdar (li gorî hin zimannasan wekî bêdeng û bêdenganî [1] jî tê naskirin), di dengzaniya bilêvkirinê da, dengekî axivtinê ye ko bi girtina tivav an nîveşkan ya riya deng a jorîn dihêt bêjkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdaran dengdêr in.

Hema bibêje di hemî zimanên cîhanê da hijmara dengdaran ji dengdêran zêdetir e. Dengên mîna Ş, Ç, R, K û P'ê di zimanê kurdî da dengdar in. Dengên mîna Î, Ê, O jî dengdêr in.

Dengdarên zimanê kurdî[biguherîne]

Di zimanê kurdî de 23 dengdar hene. Dengdar bi sê awayan ji hev vediqetin: li gorî cihderka dengan (bo mînak, dengdarên lêvî, diranlêvî, diranî û hwd), li gorî awayê derketina dengan (yên girtî, yên fîzekî û hwd) û li gorî asta derketinê. Bo nîmune, dengdara b, dengdareke lêvî ya girtî ya nerm e; ya c jî dengdareke pêşesmandevî ya nîvgirtî ya bixişîn e û nerm û sist e.

Dengdarên zimanê kurdî
Dengdarên... lêvî diranlêvî diranî esmandevî paşesmandevî qirikî yên xidîkê
(ûvûlar)
qirikî yên hefikê
(farîngal)
qirikî yên hûkirinê
(larîngal)
Girtiyên difinî m [m] n [n] -ng [ŋ], wekî reng, bang
Girtiyên hişk û nerm p [p]
b [b]
t [t]
d [d]
k [k]
g [ɡ]
q [q] -/'/h [ʔ], wekî saet, sa'et, sahet
Nîvgirtiyên bixişîn ên hişk û nerm ç [t͡ʃ]
c [d͡ʒ]
Fîzekên hişk û nerm f [f]
v [v]
s [s]
z [z]
ş [ʃ]
j [ʒ]
x [x]
[ɣ]
[ħ]
- [ʕ]
h [h]
Herikiyên rexkî l [l]
l/ll [ɫ], l'ya qelew, lama qellew
Herikiyên lerzokî yên nerm r [ɾ]
Herikiyên lerzokî yên hişk r/rr [r], r'ya xurt yan tûj
Nîvdengdêr w [ʋ] y [j]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Qanatê Kurdo, 1981
  • Azal, Azad (2009). Zimanê kurdî. Înstîtuta kurdî ya Amedê.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)