Ziman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ziman awayê gotin û ragîhandina di navbera mirovan de ye.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêbûn û pêşketina zimên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ku zimanê mirovan nebûya dê gelek cudatî di navber mirovan û lawiran de nebûya, ne tenê ji alî mejî ve, lê belê ji alîiyê fîzîkî ve jî. Ji ber ku bikaranîna mivî ji zimanî re hiştitbû dev û rûyê wî bên guhartin, wek valatiya di ezmanê devê mirovan de, çenga mirovan kurt e, ne wekî çenga lawiran e.

Ji ber ku jiyana mirovên destpêkê pêşket û di komên biçûk de jiyan kirin lewra neçar man ku gelek dengan derxin. Pêwîste ku mirov bizanibe ku ziman ne tenê li ser bingehî dengan derketêye, lê belê li rex deng, gelek hêman û nîşanên cuda hebûn. Girîngiya hereketan gelek hebû. Em vê yekêjî heya niha di hemû civak û zimanan de dibînin, ji ber ku arîkariya me ji bo danasîna tiştekî, peyvekî, navekî, pîvanekî û gelek wate û awayên ku em dixwazin bidin nasîn. Bi taybet jî hereketên destan, çavan û serî, ev hereketana li gel hemû gelan heye, û hemû kes dikarê bikar bîne, mînak: demê ku tu tiştekî naxwazî, tu serê xwe paşvadibî yanjî tu destê xwe didî pêş xwe.

Ji bu ku em çavkaniya derketina ziman nasbikin, pêwîste em di destpêkêde zimanên Meymonan û zarokên biçûk lêkolîn bikin. Her wiha pêwîste em zimanên kevin û zimanên vê demê bi hev re kêşe bikin. Cudatî û hevbeşiya di navber wan de nasbikin. Em dizanin ku em û Meymonan (bi taybet jî Şampazî) rebi çend gotinan par dikin, wek gotina ( KİX) ku ji bu tirsandina zarokan tê bi karanîn. Ev peyva di hemû zimanên cîhanêde heye. Her wiha peyva (Ba) û (Ma) ku zarokên yek Salî pê bangî bav û dayka xwe dike.

Gelek peyvên hevbeç di nav ber mirovên cîhanê de hene, tû dibînî ku gelek peyvên Îngilîzî di zimanê Misrî yê kevin de heye. Herusa gelek peyêv ku di gelek zimanan de yek wateyî didê heye wek ( na-no-nîst, nû-new-yeni, qut-cut- qet......û hwd). Ev tê wateya ku hemu ziman ji yek yan jî çend çavkaniyan çêbûne.

Tê gotin ku rolek mezin ya agir di pêşketina ziman de heye, bi taybet jî bandora vê yekê li ser jinan kiribû. Çawa rola agir ? Û çima bi taybet jî jin? Wek tê zanîn ku bi karanîna mirovan ji agir re hîşt ku mirov bi şev li dora agir ronin. Lê ji ber tarîtiyê ku hêl nada ku hereketan û hêmanan bi karbînin, mirov neçar dibûn ku peyêv û dengan derxin. Ev yeka bi taybet jî jinan dikir, ji ber ku jin bi karên çandiniyê dikirin û bi şev li hev dicîvan û ji hevre dipeyêvîn.

Gelek peyêv bingehê xwe ji dengê ku derdixînê nav lê hatine kirin, wek: Ba, Qijok xirxirk, çirçirk, firok, Baq, xûçxûşa avê, himhima Aş........hwd.

Zorahiya herî mezin ku mirovan di afirandina zimande kêşeya navên hêjmara (reqem) ne. Di zimanê gelê daristanên Awistralyayê de ji bilî hêjmara Yek (1) û Dû (2) tû hêjmarê dîtir nîne. Mînak : Ji bu ku hêjmara Sê (3) bînin ziman, wiha dibêjin “dû(2) û yek(1)”, û ku bixwazin bêjin deh (10), wê bêjin “ 2 û 2 û 2 û 2 û 2”. Ev yekajî dide xûyakirin ku çiqasî ziman pêşketiye û roj bi roj berfereh dibe. Li rex wêjî gelek ziman ji holê tên rakirin û wek zimanê gelên Amazon û gelek gelên ku bi komkûjiyan ji holê hatin rakirin, bi wan re jî ziman û hûnera wan hate kûştin. Her wiha gelek milet bi zimanê xwe yê zikmakî naxifin, di vî milî de zimanê Îngilîzî di pileya yekê daye ku bandora xwe li hemu cîhanê dike. Niha nêzikî 4000 zimanî zindî di cîhanê de hene.

Em dixwazin di despêkê de beş û şaxên zimanên cîhanê bidin xuyakirin. Li gorî zimannasên cîhanê ku zimanên zindî dabeşkirine û bingehê wan vekolandine, û li ser vî bingehî ku rêziman, koka ziman, devoka ziman û şêwayê pêşketina zimanan, hemu ziman hatine dabeşkirin.

Destpêka peydabûna zimên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta niha ji bo şarezayan nediyar e ku cara yekem mirov li ku dera cîhanê peyda bûne yan ji wir çûne ku û li ku niştecih bûne? Ya ronî û eşkere ew e ku mirov di li cihekî jiyane û bi zimanekî axivîne. bi derbasbûna demê hêdî hêdî zêde bûne, bi neçarî ber bi vî alî û wî aliyê cîhanê ve çûne û berbelav bûne. Bi vî awayî wekî civak, kom û deste hatine dabeşkirin. Her komekê jî ji xwe re şêwe û zimanekî taybet peyda kiriye. Hemû zimannas li ser vê li hev dikin ku ziman di destpêkê de sade bûye û dibêjin ku ziman ji dengê ba, baran, giyandar (jîndar) û kar û tevgera mirovan derketiye holê; paşê ku mirov bi pêş ketine û şaristanî bi dest xwe ve anîne, zimanê wan jî bi pêş ketiye. Ew şareza li gorî bîr û baweriyên xwe dengên ku di zimanê kurdî de hene bi vî awayî rave dikin: kalîna mîhê, lorîna gur, heftîn (hewtîna)a se, hêrîna bizinê, nirîna şêr, şêyîn-hîrîna hesp, waqîna rovî, qareqara mirîşkê, qebîna kewê, xuşîna avê, vizîna bayê, gurmîna topê, teqîna tifingê, çîkîna cûcikê, çîrîna derî, kilîna meşkê, xirçîna zebeş, zimîna pê, hirîna ewran, mewîna pîsîkê û hwd. ku di kurdî de mînakên bi vî awayî pir in. Tê zanîn ku mirovan di destpêkê de nekariye binivîse û alfabeyek jî ji bo nivîsandinê tune bûye. Dîroka alfabe û nivîsînê nayê zanîn lê wisa tê xuyakirin ku yekem xet nivîs pir sade û zakokane bûye û ji wê xetê re "Xeta Wêneyî" hatiye gotin. mirovan bi xêzkirina wênayan helwesta xwe ji hev re diyar dikir. Hêdî, hêdî di nava neteweyan de xet guheriye û jê re alfabe hatiye diyarkirin û navê "Alfabeya bizmarî" lê hatiye kirin. Bûyerên şerên xwe li ser kevir û zinaran bi vê xetê kolane. Xetên bizmarî yên îranî jî hemû xetên bizmarî yên Babîl û Aşûrî sadetir û xweştir bûne û her wiha cudahiyeke mezin di nav vê xetê û xetên navborî de hebûne. Çima ku gelê îranê alfabeya bizmarî ya babîlan guherî û elfabeyeke bi rêk û pêk damezirand. Ew kevirên nivîsî ku li Textê Cemşîd, Bêstûn, Hemedan û hin cihên din ên Îran û Kurdistanê hatine dîtin, nimûneyên ji wan xetên bizmarî ne. Hemû kevirên nivîsandî yên dema Hexamenişiyan bi xetên bizmarî hatine nivîsîn ku alfabeya wan 36 tîp in. Diyakonof di perawa "Dîroka med" de dibêje: Pêkanîn û şêwenivîsîna kevirên nivîsandî yên parsiya kevin bi taybetî dema ku mirov wan li çend beşan par dike derdikeve holê ku wan alfabeya xwe ji babîl û îlamiyan wernegirtiye, dibe ku wan ji ûrartûyan xwestibe. Ev yek jî nîşanî me dide ku parsiyan tîpên bizmarî ji medan wergirtine. Diyar e ku zimanê medan bandoreke mezin li ser zimanê parsî kiriye û bi vê yekê re mirov dikare bibêje ku û bi v3e yekê re mirov dikare bibêje ku wan alfabeya xwe jî ji medan wergirtiye. Lê heta niha kevirekî ku bi tîpên medî hatibe nivîsîn peyda nebûye ku vê rastiyê derxîne holê.

Zimanên cîhanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziman Axivtvanên zikmakî

(bi milyonî)

Çinî 848
Spanî 329
Inglîzî 328
Portûgalî 250
Erebî 221
Hindî 182
Bengalî 181
Rûsî 144
Japonî 122
Çawkî 84.3

Komên zimanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên hind û ewropî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên Hind-Ewrupî ku ki Asiya navîn heya beravên Rojavayê urupa,ev beşa di hindirê xweda dibê dû perçe,

Malbata rojhilatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata rojhilatî ku bi navê Zimanên hind û arî tên nasîn, ev perçeya di hindirê xwedajî dibe gelek zimanên bingehên, wek Mîtanî, Sinsikirêtî, Exmînî (Farisiya despêkê), Medî (Kurdî) ji zimanên herî kevin di cîhanê da ye. Zimanê Kurdî beşeke ji malbata zimanên Ariye.

Malbata Rojavayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Rojavayî ku gelek caran bi navê kentum tê naskirin, ev perçeya di nav gelê Asiya, ên ji nejada hind û ewropî ne, li rex gelên Upupî ji bilî zimanê finlendî, macarî û zimanê baskî. Her wiha zimanê rojavayî di hindir xweda dibe gelek beş:

Zimanmalbata Afrîka û Asyayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên Samî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşê zimanê gelên ku di nav herdû çemande û Çola Erebistanê û Bakurê Afrîka cîh digrin, dibêjin peyva “Samî” ji navê Sam kurê pêxember Nûh tê.

Gelek taybet mendêyên zimanên Samî ên cuda hene, mînak: gelek tîp ên taybet hene ku tenê di wan de heye wek (ح- ط ض) her wiha piranê zimanê Samî, demê nivîsandinêda ji rat berve çep diçê;dîsa jî gelek tîpên ku di zimanên Arî de hene , gelê Samî nikarê wan tîpana bikar bînin,wek “ P- V- Ç-J- G...hwd.

Di hindir zimanên Samî de gelek ziman û Zarayên cur bi cur hene wek:

  • Perçeyê Başurî: zimanê Erebî ê kevin bi hemu devok û zaravayên kevnar,wek “Hemîrî, Qitbabî, Semudî, Sebiayî” , Erebiya bakurî ya nû û zimanê Athyûbî “Hebeşî”.
  • Perçeyê bakurî: ev perçeya bi piranî li kenara Derya Spî û Mezopotamiya tê bi karanîn.wek “ Aramî, Siryanî û Sabiî”
  • Perçeyê rojavayî “Kananî”: Fênîqî, Abrî “israîlî”.
  • Perçeyê rojhilatî: Ekadî, Babîlî û Asûrî.

Zimanên ûral û Sîtkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev beşa di hindirê xweda dibe dû beş:

  • Zimanên ûralî: ê ku li derdora çiyayên Oralê tê dîtin wek Filendî, Estonî û Hingarî “mecerî”.
  • Altayî: di Asiya naverastde belav dibe, wek Tirkî, Mengolî, Tinokosî û Minanşwî.

Zimanên Asya dûrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tipîtî- zimanên Asya dûrîn -“rojhilata dûr”( zimanên Tipîtî, Çînî, Taylandî û Bormayî....hwd.).

Heya niha bi sedan ziman hene, hîn baş nehatine lêkolîn kirin; lewra bi şewayekî rêkûpêk nahatine dabeşkirin, ne diyare ku ev zimanana dikevine kîjan beşî yan kîjan perçeyî. Nîmunê vê yekê jî li Cîhanê gelekin, wek zimanên gelek nejad û Qebîleyên Efrêqî û Ostiralî.

Rûpelên girêdayî:

Zimanên çêkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew ziman bi mibesta pêwendî yên nav netevî ya gelên dinya yê bi destê mirov hatine çê kirin. Nimûneya bi navbanga wan zimanan Esperanto û Ido ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]