Dengdar
Dengdar (li gorî hin zimannasan wekî bêdeng û bêdenganî [1] jî tê naskirin), di dengnasiya bilêvkirinê da, dengekî axivtinê ye ko bi girtina tivav an nîveşkan ya riya deng a jorîn dihêt bêjkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdaran dengdêr in.
Hema bibêje di hemî zimanên cîhanê da hijmara dengdaran ji dengdêran zêdetir e. Dengên mîna Ş, Ç, R, K û P'ê di zimanê kurdî da dengdar in. Dengên mîna Î, Ê, O jî dengdêr in.
Dengdarên zimanê kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di zimanê kurdî de 23 dengdar hene. Dengdar bi sê awayan ji hev vediqetin: li gorî cihderka dengan (bo mînak, dengdarên lêvî, diranlêvî, diranî û hwd), li gorî awayê derketina dengan (yên girtî, yên fîzekî û hwd) û li gorî asta derketinê. Bo nîmune, dengdara b, dengdareke lêvî ya girtî ya nerm e; ya c jî dengdareke pêşesmandevî ya nîvgirtî ya bixişîn e û nerm û sist e.
Dengdarên... | lêvî | diranlêvî | diranî | esmandevî | paşesmandevî | qirikî yên xidîkê (ûvûlar) |
qirikî yên hefikê (farîngal) |
qirikî yên hûkirinê (larîngal) |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Girtiyên difinî | m [m] | n [n] | -ng [ŋ], wekî reng, bang | |||||
Girtiyên hişk û nerm | p [p] b [b] |
t [t] d [d] |
k [k] g [ɡ] |
q [q] | -/'/h [ʔ], wekî saet, sa'et, sahet | |||
Nîvgirtiyên bixişîn ên hişk û nerm | ç [t͡ʃ] c [d͡ʒ] |
|||||||
Fîzekên hişk û nerm | f [f] v [v] |
s [s] z [z] |
ş [ʃ] j [ʒ] |
x [x] ẍ [ɣ] |
ḧ [ħ] ÿ [ʕ] |
h [h] | ||
Herikiyên rexkî | l [l] l/ll [ɫ], l'ya qelew, lama qellew |
|||||||
Herikiyên lerzokî yên nerm | r [ɾ] | |||||||
Herikiyên lerzokî yên hişk | r/rr [r], r'ya xurt yan tûj | |||||||
Nîvdengdêr | w [ʋ] | y [j] | ||||||
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Qanatê Kurdo, 1981
- Azal, Azad (2009). Zimanê kurdî. Înstîtuta kurdî ya Amedê.
Ev gotara têkildarî zimên şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |