Depoya tovê gerdûnî ya Svalbardê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2024) |
Depoya tovê gerdûnî ya Svalbardê
| |
---|---|
78°14′09″Bk 15°29′29″Rh / 78.235867°Bk 15.491372°Rh | |
Dewlet | Norwêc |
Li beşa îdarî | |
Dema avabûnê | |
Xelat | |
Rûerd | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Depoya tovê gerdûnî ya Svalbardê (bi norwêcî: Svalbard Globale frøhvelv) projeyek e ku xaye dike hemî tovên nebatên li cîhanê di depoyekê de biparêze.[1] Depo li Longyearbyen, Norwêcê ye ku di sala 2008an de hatiye vekirin. Depoya tovê ji bo dûberên tovên ji çaraliyê cîhanê hatiye çêkirin ku di bankên genê de têne parastin ku ji bo hilanîneke demdirêj hatiye avakirin. Depo hewl dide ku ewlehiya dabînkirina xwarinê ya cîhanê li hember windakirina tovên li bankeyên genê, ji ber birêvebirina xelet, qeza, têkçûna amûran, qutkirina fonan, şer, sabotaj, nexweşî û karesatên xwezayî pêk bêne. Depoya tovê di bin şertên ku di peymaneke sêalî de di navbera hikûmeta norwêcî, Crop Trust û Navenda Çavkaniyên Genetîkî ya Nordîk (NordGen) de hatiye destnîşankirin tê birêvebirin.[2]
Hikûmeta Norwêcê ji bo avakirina bi qasî 45 milyon kr (8,8 milyon dolar di sala 2008an de) mesref kiriye.[3] Norwêc û Crop Trust lêçûna depoyê hildine kîsê xwe. Depokirina tovên di di depoyê de ji bo depodaran belaş e.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1984an de Banka Genê ya Nordîk (niha NordGen) dest bi hilanîna germplazma nebatên Nordîk piştgir bi tovên qerisandî li kana komirê ya berdayî yê li derveyî Longyearbyen dike.[4]
Di 2001ê de Peymana Navnetewî ya li ser Çavkaniyên Genetîkî yên Nebatan ji bo Xwarin û Çandiniyê (ITPGRFA) hatiye pejirandin û hikûmetên neteweyî di demek kurt de dest bi pejirandina peymanê kirine. Peyman ji bo çavkaniyên genetîkî yên nebatî pergalek piralî saz dike ku tê de peydakirina gihîştina materyalan û peydakirina mekanîzmayan heye ku kesên ku çavkaniyan bikar tînin bikarin her feydeyên bikêrhatî parve bikin.[5]
Tîmek bi serokatiya parêzger Cary Fowler bi awayekî çalak ji bo pêşvebirina depoya tovê xebitiye ku nêzîkî hikûmeta Norwêcê bû. Geoffrey Hawtin di tîmê de nûnertiya CGIARê (bi navê berê Koma Şêwirmendiyê ji bo Lêkolînên Çandinî ya Navneteweyî) yekane depoya herî mezin a depoya tovê (Seed Vault) dike.[6] Wan di sala 2004an de lêkolînek fîzîbîlîte pêk aniye û pejirandine ku Svalbard ji bo hilanîna demdirêj cîheke guncaw e.[7]
Di heman demê de di sala 2004an de ITPGRFA ketiye meriyetê û bûye xwedî saziyeke ewlehiya navneteweyî ku çarçoveyeke qanûnî wergirtiye.[5] Komîsyona FAO ya li ser Çavkaniyên Genetîkî ji bo Xwarin û Çandiniyê vê înîsiyatîvê pejirandiye û di cotmeha sala 2004an de hikûmeta Norwêcê soz daye ku ji bo Depoya Tovê fînanse bike û dest bi avakirinê bike.[4] Di sala 2006an de Geoffrey Hawtin ji bo amadekirina raporekê li ser mijarên teknîkî, îdarî û siyasî hatiye wezîfedarkirin.[8]
Her çiqas tovên yekem di meha çileya sala 2008an de hatibe jî depoya tovê bi fermî di 26ê meha sibata sala 2008an de vebûye.[9]
Di çarçoveya salvegera yekemîn a depoya tovê de zêdetirî 90.000 mînakên tovên xwarinê hatine hilanîn ku hêjmara giştî ya tovan gihîştiye 400.000 mînakan.[10] Di nav tovên nû de 32 cûrbecûr kartolên ji bankayên genê yên neteweyî yên Îrlendayê û 20.000 cûreyên nû yên ji Dewletên Yekbûyî hebûn. Nimûneyên din ên tov ji bankeyên genê yên li Kanada û Swîsreyê û hem jî ji bankayên genê yên navneteweyî yên li Kolombiya, Meksîk û Sûriyê hatine.[11] Vê barkirina 4 ton (3,9-tonên dirêj; 4,4-tonên kurt) hêjmara tovên ku li depoyê hatine hilanîn gihîştiye zêdetirî 20 milyon cûreyên tovê.[10]
Mîsyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîsyona depoya tovê ev e ku li dijî windabûneke qezayî ya cûreyên tovên di genbankên kevneşopî de biparêze. Dema ku bankayên genê ji ber birêvebirina xelet qeza, têkçûna amûran, qutkirina fonan û felaketên xwezayî cûreyên tovan winda bikin tê payîn ku careke din ji bo zêdekirina van tovan derfet ji depoya tovê were girtin. Ev bûyerên pêşnedîtî hinek caran ji nişk ve pêk tên ku di van bûyeran de şewat, lehî û şer û pêvçûnên navxweyî hene. Hinek şer û pevçûnên navxweyî bûne sedema wêrankirinên hinek bankên genan. Banka genê ya niştimanî ya Fîlîpînê ji ber lehiyê zerar dîtiye û piştre ji ber agir wêran bûye, bankên genê yên Efxanistan û Iraqê bi tevahî winda bûne û di heman demê de bankek genê ya navneteweyî ya li Sûriyê tune bûye.[12] Li gorî The Economist "Depoya Svalbardê ji bo 1,750 bankên tov ên cîhanê, depoyên cihêrengiya biyolojîkî yên çandiniyê piştgiriyek e."[12]
Qanûna Norwêcê tovên ku genetîka wan hatine guhertin ji bo hilanîna depoyê qedexe kiriye.[13]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Charles, Daniel (23 hezîran 2006). "A 'Forever' Seed Bank Takes Root in the Arctic". Science. 312 (5781): 1730–1731. doi:10.1126/science.312.5781.1730b.
- ^ "Svalbard Global Seed Vault - NordGen". www.nordgen.org (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Hopkin, Michael (1 adar 2008). "Biodiversity: Frozen futures". Nature (bi îngilîzî). 452 (7186): 404–405. doi:10.1038/452404a. ISSN 1476-4687.
- ^ a b "The History". Svalbard Global Seed Vault (bi îngilîziya amerîkî). 4 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
- ^ a b ""Overview | International Treaty on Plant Genetic Resources for Food and Agriculture"".
- ^ ""Food Ark"".
- ^ "Study to Assess the Feasibility of Establishing a Svalbard Arctic Seed Depository for the International Community" (PDF).
- ^ ""Svalbard Global Seed Vault – Theme for World Food Prize 2024"".
- ^ "'Doomsday' seeds arrive in Norway" (bi îngilîziya brîtanî). 31 kanûna paşîn 2008. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
- ^ a b Walsh, Bryan (27 sibat 2009). "The Planet's Ultimate Backup Plan: Svalbard". TIME (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "| AHN". web.archive.org. 25 gulan 2011. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
- ^ a b "Banking against Doomsday". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "FAQs - Crop Trust". www.croptrust.org. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2024.