Derûnnas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Derûnnas an jî psîkolog, kesên ku bi rêbazên zanîstiyê li ser derûniya (ruhê, giyanê) giyandêran lêkolîn dike, probleman tesbît dike û li tedawîkirina wan digerin in.

Derûnnas di beşa derûnnasiyê ya zankoyan de perwerde dibînin. Piştî 4-5 salên perwerdeya lîsansê û 2-3 sal hostatî û doktorayê dikarin dest bi karê xwe bikin. Dîsa ji bo hin rêbazên taybet ên derûnnasiyê perwerde pêwîst in. Bo mînak hîpnotîzma. Derûnnasên ku perwerdeya hîpnotîzmayê nedîtine, nikarin vê rêbazê bikarbînin, qedexe ye.

Derûnnas li zankoyan, li ofîsên xwe, nexweşxaneyan, dibistanan, zîndanan, fîrmayên aboriyê hwd kar dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]