Hîpnotîzma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Karê hîpnozê ye. Hîpnoz di zimanê Grekî (Yewnanî) de tê wateya xewê.

Helbet çende radeyên xewê hene. Di hîpnozê de mirov bi kûrî ranakeve. Hişar di navbera xew û hişyariyê de ye. Mirov ji bandora gotinan re vekiriye.

Bikaranîna hîpnozê di tendurustiyê de cara pêşîn ji aliyê Franz Anton Mesmer (1734-1835) ve bûye. Di hîpnozê de mirov ji gotin û daxwazên bijîşk re vekirî û amade ye. Bi vê metodê bijîşk dixwazin nexweşê xwe ji sedemên nexweşiyê dûr bixin. Gelek cureyên teknîka hîpnozê hene. Gorî kesayetiya nexweşan metod jî tên guhertin. Amadebûna her mirovî bo hîpnozê ne yek e. Hin kes bêhtir zû hîpnotîze dibin, hin jî pirr derng. Kêm zêde 19 deqîqe bandora hîpnozê didome. Paşê hişar hişyar dibe. Destûra her bijîşk an derunînasê bo hîpnotîzmayê nîne. Perwerdehiyeke taybet divê.

Cureyek hîpnotîzmayê bi dermanan tê kirin û bandora vê cureyê ji yên din zêdetir e. Ev metod tenê ji bo nexweşiyên giran tê bikaranîn.