Deryaçeya Dûkan

Deryaçeya Dûkan
دەریاچەی دووکان

Gola Dûkan
Herêm Kurdistan
Bilindî 515 m
Rûber 270 km2
Qeware 6.8–8.3 m3
Koordînat 36°08′0″Bk 44°55′0″Rh / 36.13333°Bk 44.91667°Rh / 36.13333; 44.91667
Deryaçeya Dûkan li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Deryaçeya Dûkan
Deryaçeya Dûkan
Deryaçeya Dûkan (Başûrê Kurdistanê)
Cure Embarav

Gola Dûkan an jî Deryaçeya Dûkan, deryaçeya herî mezin a başûrê Kurdistanê ye. Ew nêzîkî li bajarê Ranyeyê ye. Asasî gola Dûkan rezervûarek e ku li ser çemê zapa biçûk hatiye çêkirin. Bendava Dûkan di navbera salên 1954-1959an de ji bo depokirin, avdanî û hîdroelektrîkê hate çêkirin.[1]

Qada rûxarî ya deryaçeyê 270 km2 e. Di rewşa asayî de zerengiya (kapasîte) rezervûarê 6,8 km3 e. Lê di rewşa maksîmûm de qewareya avê digihîje 8,3 km3ê. Di vê rewşa maksîmûmê de bilindiya rûxarî ji asta deryayê 515 metre zêde ye.[2] Ji bo xebitandina îstasyona Hêzê jî divê bilindayiya rûxarî di navbera 469 û 511 metreyan de bibe. Qada Tejaneyê (hewza) jî  11,700 km² e.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kliot, Nurit (1994). Water Resources and Conflict in the Middle East. Milton Park: Routledge
  2. ^ Juwaideh, Albertine (1996). "Dukan Dam". In Simon, Reeva S.; Mattar, Philip; Bulliet, Richard W. Encyclopedia of the modern Middle East. New York: Macmillan Reference. pp. 587–588. ISBN 0-02-896011-4.
  3. ^ Fink, A.K.; Ostrizhnov, I.D. (1984). "Dokan hydroelectric station in Iraq". Power Technology and Engineering. 17 (10): 519–522. doi:10.1007/BF01425181.