Bendava Dûkan
Bendava Dûkan بەنداوی دووکان | |
![]() | |
Bendava Dûkan
| |
Cih | |
Herêm | Silêmanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê |
---|---|
Dewlet | Iraq |
Koordînat | 35°57′15″Bk 44°57′10″Rh / 35.95417°Bk 44.95278°Rh |
Nexşeya cihan Hikûmeta Herêma Kurdistanê
| |
Avayî | |
Destpêk | 1954 |
Vekirin | 1959 |
Bendav | |
Mebest | Çendmebestî |
Cure | Kemera gundor (silindir) |
Bilindayî | 116,5 m |
Dirêjahî | 360,0 m |
Çem | Zêyê Biçûk |
Cureya Rêherkê | Karûbar: Serdab, Acîl: Zengildev |
Zerengiya deravêtê ya rêherkê | Karûbar: 2450 m3/s, Acîl: 1860 m3/s |
Embarav (gola bendavê) | |
Embarav | Deryaçeya Dûkan |
Qewareya gola bendavê |
6.970.000.000 m3[1] |
Îstgeha wizeya karebayê | |
Turbîn | 5 x 80 MW[2] |
biguherîne![]() |
Bendava Dûkan (bi soranî: بەنداوی دووکان, lat. Bendawî Dûkan), bendaveke kemerî ya çendmebestî ye ku li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ye. Ew pêşiya Zêyê Biçûk girtiye û bi vî awayî jî Deryaçeya Dûkan çêbûye. Bendava Dûkan di navbera salên 1954-1959'an de hatiye çêkirin. Belam jêderka hêz bi temamî di sala 1979'an de bi ger kete. Dirêjayiya wê 360 metre û bilidiya wê jî 116,5 metre ye. Zerengiya maksîmûm a santrala hîdroelektrîk a bendavê 400MW e.
Dîroka projeyê[biguherîne]
Bendava Dûkan di navbera salên 1954-1959'an de ji bo embarkirina av, avdanî û hîdroelektrîkê wek bendaveke pirmebestî hate çêkirin.[3] Sêwirandina bendavê ji aliyê Binnie & Partners(şirketa endezyariyê ya Îngilîz) ve hatiye çêkirin.[4] Herêma ku di bin avê de ma, li wê nêzîkî 50 gund hebû. Ev 50 gund jî ji 1.000-1.200 malbatan pêk dihatin.[5] Beriya çêkirina bendavê ev 50 gund hate valakirin û kesên ji vê herêmê li rojavaya deryaçeyê hatin bicihkirin.
Santrala hîdroelektrîkê di sala 1973'yan de ji aliyê şirketa Rûsî ya bi navê Hydroproject ve hate sêwirandin û di sala 1979'an de bi ger kete. Wizeya santralê, ji sedema kêmasiyên xweytî û veherê ve, kêm bû û pêwîst bû ku piştî suxreya 30 salî ew bê guhirandin. Di sala 2007'an de Bankaya Cîhan 40 milyon dolar şiyand, da ku bi vî pereyî bendavên Dûkan û Derbendîxan vebiherînin.
Pêşangeh[biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne]
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Dokumaneke li ser Bendava Dûkan[1]
- ↑ http://www.envirozan.info/EZ_Docs/Dams/D_Iraqi%20Dam%20Assessments.pdf
- ↑ Kliot, Nurit (1994). Water Resources and Conflict in the Middle East. Milton Park: Routledge. ISBN 0-415-09752-5.
- ↑ https://link.springer.com/article/10.1007%2FBF01425181
- ↑ Jwaideh, Albertine (1996). "Dukan Dam". In Simon, Reeva S.; Mattar, Philip; Bulliet, Richard W. Encyclopedia of the modern Middle East. New York: Macmillan Reference. pp. 587–588. ISBN 0-02-896011-4.