Deryaya Zer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Derya Zer hat beralîkirin)
Deryaya Zer, di vê nexşya îngilîzî de wekî "Yellow Sea" dixuye.

Deryaya Zer (bi çînî: 黄海, bi korêyî: 황해‎ yan 서해) para bakur a Deryaya Çîna Rojhilat ye. Ew dikeve navbera Çînê û Nîvgizîrteya Korêyê. Ji ber berd û kevirên binê wê ko Çemê Zer bi xwe re dibe derya zer tê navlêkirin. Rûbarê Zer ji parêzgeha Shandonga Çînê tê û dikeve nav vê deryayê.

Deryaya Zer li pehintirîn cih 640 kîlometreyan e. Ev derya ne ewqas kûr e û kûrahiya wê ya herî zêde 90 metreyan e. Benderên giringên ser vê deryayê li Yantai û Tienjin (Çîn) in û li Nampo (Korêya Bakur) û li Inchon (Korêya Başûr) ne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]