Devera Gulliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Devera Gulliyan, dikevîte bakurê rojhelatê Zaxo, Ev devere li destpêkê dihat hijmartin ligel devera sindiyan paş li sala 1924 bo yekem car ev devere bi nave Gulî hat hijmartin. Bêgoman bo yekem car Gundê bêrsivê dihat hijmartin wek navçe, paş bo demekê kurt Gundê Dêmka dibîte navçe û herwesan Gundê Behmun jî wek herdu gundên dî dibîte navçe bo demekê kurt. Li dawiyê Gundê Batîfa dibîte Na`hî û her ta nuke jî her ewe. Ramana Batîfa ewe ku cihek deştî ye û ba û barov li ser da dihên. Batîfa dihêt dabeşkirin li ser du beşan, yek ewe ku dikevîye ser deşta sindiyan ve û beşê duyê jî yê çiyayî ye.

Devera Batîfa dihêt hijmartin yek ji deverên giring jibo kiştokalî, yek ji giringiyên wê eew ku rûbarê Xabûr dinava çiyayên wê deverê da dihêt, mina çiyayê Nizor, Rîsî, Serkî, Şowînî, Şabanî û çendekên din. Ji bilî rûbarê Xabûr ev du rûbarên dî jî yên giring yêt heyîn, ew jî rûbarê Keşanî û Sîrkutkî yê û çendîn kaniyên binav û deng yêt heyîn.

Hindek ji şînwarên kevnar yên vê deverê even xwarê ne.

Ruberê devera Batîfan 208 kîlometrin û 76 Gundan bi xo ve digirît. Dihêt diyarkirin ku ev deverek wek hemo deverên dî yên Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatîye wêran û kavil kirin