Zaxo

Zaxo
Çemê Xabûrê li bajarê Zaxo.
Zaxo li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Zaxo
Zaxo
Zaxo (Başûrê Kurdistanê)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Dihok
Navçe Zaxo (navçe)
Demografî
Navê nîştecihan Zaxoyî, xelkê Zaxoyê
Gelhe 410.196 (2016[1])
Erdnîgarî
Bilindayî 433
Koordînat 37°08′37″Bk 42°40′54″Rh / 37.14361°Bk 42.68167°Rh / 37.14361; 42.68167
Pira Delal a Zaxoyê

Zaxo (bi suryanî: ܙܵܟ݂ܘܿ, lat. Zākhō) qeza û bajarekî Başûrê Kurdistanê ye û li herêmê bi bernavkên wekî Zaxoka Delal an Zaxoka Rengîn an jî Bûka Behdînan hatiye binavkirin. Zaxo Bajarekî Mezine lê Bi hinceta ku dikeve ser sinorê dewletan heya niha nebûye parêzgeh.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du teorî li ser peydabûna navê Zaxoyê hene:

  • Yek jê ew e ku Zaxo ji peyvên za (ji zan / zayîn) û xo (xwe) têt[çavkanî hewce ye].
  • Li gor teoriya din jî za ji zan / zayîn têt lê xo bi wateya xwînê ye[çavkanî hewce ye].

Nahiyeyên Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devoka Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zaxoyî devoka xwe wek şêweyek ji şêweyên devoka behdînî dihesibînin ku li Duhokê û bajarrên din jî yên behdînîaxêv yên Başûrê Kurdistanê têt axiftin. Lê di rastiyê de devoka Zaxoyê zêdetir nêzîkî devoka botî ye ku li Cizîrê[çavkanî hewce ye].

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qeza Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zaxo, yek ji qezayên Herêma Kurdistanê ye û dihête hijmartin yek ji dergehên welatî. Navenda qezayê bajêrê Zaxo ye, ku dikeve başur-xoravayê (sindi aşiret, silevanyi aşiret ) ya navdar bi axa xwe ya bi bereket. Zaxo bajêrekî cuwan e, bi ava xwe ya zelal û hewayê xweş dihêt nas kirin. Ava Xabûrî di nîva bajêrî de diburit, di nav bajarî de dibite du çek, û bajêrî dikit du qet û hinek ji bajêrî weke giravekê di nav xwe de digire. Li ser rûbarê Xabîrî, ji aliyê xorhelatê ve pirek ji keviran hatiye avakirin, ku dibêjinê Pira Delal, tê texmînkirin ku li ser demê Mîrgeha Behdînan hatiye nijinandin, welê dîroknas dîroka avakirina wê pirê vedigerînin bû serdemên kevnar.

Mêjûvan pêk ne hatîne li ser dîroka navê bajarî, gelek gotin li ser vê meselê hene, di hindek kitêbên aramiyan de[çavkanî hewce ye] navê bajarî hatiye gotin û dibêjin ya qetbiye ji tîpa Zaxota ew a ramana "serkevtin" didît[çavkanî hewce ye], ew hizir dikin ko ev nave ji şerek navbera romî û farisan li dorên vê deverê çêbibû û bi serkeftina Roma bi dawî hatibû, ji ber vê çende navê vê deverê bûye Zaxota' yan Serkeftin.

Di gotinekî din de, dibêjin[çavkanî hewce ye] navê Zaxo ji tipa kurdî Zê-XûN yan "Xabûrê Xûnê" hatiye, dibêjin ko ev nave jî, ji şerek li deverê qewmî bû û di wî şerî de gelek xûn hatbû riştin. Ev gotine nîzîktir e bû gotina yekem û çêdibe ew şerê di navbera romî û farisan de bit. Gotina siyê dibêjit, ko navê Zaxo ji vê tîpê hatiye yan Xabîr û Xowek yan ew devera wek nihala ne û av lê disekine. Herçewa bit navê Zaxo li gelek stiran û qesîdên kevin de hatîye vegotin, bû nimûne Zaxoka Delal.

Dîroka bajêrî bi duristî ne hatîye danan, belê Mîr Celadet Bedirxan dibêje[çavkanî hewce ye], ku bajêrê Zaxo bajêrkekî giring bû li ser demê kutiyan, ya giring ew e ko sabitekî yewnanî Zînfon li sala 104 berî zayìnê di bajêrî re buriye wekî ew zivirî bû welatê xwe û wî behsê Xelkê deverê kiriye[çavkanî hewce ye].

Bajarê Zaxo hatîye berfireh kirin li wî cihî ew cihê bajêrê Hisêniya lê, ew a behsê wê li gelek kitêban de hatiye kirin û ereban navê Xabîrî kirbûn Xabîrê Hisêniya û heta nihe taxek bi navê Hisênîkê heye.

Dîroknasê kurd Bedirxanê Bidlîsî gotîye, ku bajêrê Zaxo digehite Mîrgeha Behdînan li ser demê Mîr Hesen Beg Korê Mîr Seyfedîn û yekemîn mîr li ser hatîye danan ji layê wan ve li sala 98h[çavkanî hewce ye]. Yek ji wan kinîseyekî cihûyan li Zaxoyê ava kiribû û niha şûnwarên wê diyar in.

Karê xelkê bajarî li ser çandinê ye bi taybetî jî çandina zivistanê wekî ceh, genim, noka, baqil û fêqiyên rengareng. Herwesa çandina havînê wek bacan, birinc û tûtin û hemî curên keskatiyê. Devera Zaxo bi nav û deng e bi darên spîndaran, gûzan û hinaran. Egera vê çendê ew e, ku Zaxo avekî zelal, û axekî ter û bi bereket heye.

Wek me gotî ku Zaxo dergehekî giring e bû derveyî cîhanê, ji ber vê çendê bûye melbendenkî giring yê bazirganî, gelek gencên bajarî bûne tacir herwesa gelek kompaniyên bazirganî lê hatine danan.

Dîn Ji sedî
Îslam 97%
Yên din 3%

Şûnwarên dîrokî yên Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Zaxoyê gelek şûnwarên dîrokî hene, rêveberiya şûnwaran li Duhokê dorê 51 cihên şûnwarî li Zaxoyê nivîsîne, yên giring ev in:

Kelheya Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelha Zaxoyê dikevit li nîva bajarî li layê xoravayê Xabûrî û heta niha ya li ber çav e. Li ser demê Mîrxaneya Behdînan, di demê Mîr Elî Xan de, ev kelhe hate nû kirin û berfireh kirin. Ev kelhe li ser kel û pelên kelhek ji wê kevintir hatiye avakirin û bi berên mezin hatiye avakirin û heta niha li ber çav e.

Kelheya Qubad Paşa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelha Qubad Paşa, ew qube dikevit di Mezarxaneya Zaxoyê de, ew qube şeş kojî ye û şeş pencer hene û dergehek ji fixarî hatiye avakirin û çend nexşek li ser dîwarên wê hene.

Şûnwarên Kêste[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şûnwarên Kêste bajêrek gelek kevin e, mêjûya wê diçe ser demê aşûriyan û gelek kel û pelên aşûrî û yewnanî û îslamî têde hatine dîtin. Herwesa rehmetî Şemdîn li ser şûnwarên Kêste nivîsîye li govara al-Exaa li nîsana sala 1933'an. Bajêrê Zaxoyê dorê 58 km ji melbendê parêzgehê dûr dikevit û pehnatiya wê 8731 km û sê deverên giring hene:

Devera Rizgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera Rizgarî navenda wê Îbrahîm Xelîl e, wekî dergehê bajêrî dihête hijmartin bû derveyî cîhanê. Li wê derê rêka navneteweyî ya cîhanî bo Tirkiye diburit. Navenda wê dikevit wî cihî ku Xabûr û Hîzil digehin yek û li wê derê Pira Cihanî navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de heyî.

Navê wê ji mezarê wê hatiye ew a tirba Îbrahîm Xelîl Pêxember û herwesa dihête hijmartin yek ji havîngehên bajarê Zaxo taybetî û parêzgeha Duhokê bi giştî.

Karê xelkê wê deverê li ser çandinê ye, bi taybetî çandina zivistanê wekî ceh, genim, nok, nîsk û hwd. Herwesa çandina havînê wek bacan û birinc û hemî corên sebzî. Ev devere bi nav û deng e bi bîstanan bi taybetî li gunde Lêhfê bîstanên xox, sêv û zeytûnan yên heyîn. Herwesa bîstanên hinar û hirmîkan yên lê heyîn.

Çiyayên devera Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîyayên giring li deverê ev in:

Çiyayê Spî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê Spî yê ji başurê devera Doskiya dihêt û berev rojava diçit û dikevite li başurê deverê. Herweha cada cîhanî di wir de diburit bû Zaxo li Geliyê Spî yan jî geliyê Zaxo. Ew zincîreya dikevit li xoravayê cadê dibêjinê; Dijwar heta Zûrên dikevin hindavî Pêşabîrî li sinorê sê kojî yê sinoran.

Li vê deverê gelek şûnwarên kevin lê hene û heta niha dorê cihên lê nivîsîn, yên giring eve ne: Kelha Ermiştê, şûnwarên Dêrebînê, Pêşabîrê, şûnwarên Bêtasê, şûnwarên Dornexê û şûnwarên Brahîm Xelîl.

Çiyayê Xamtûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê Xamtûr dikeve bakurê deşta Sindiya û bajêrê Zaxo. Ev çiyaye dikeve nêzîk hêla tuxûbê bakur û yek ji bilindtirîn çiyayên vê deverê ye.

Geliyê Hefttenînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Geliyê Hefttenînê ku dikeve xorhelatê zincîreya çiyayê Xamtûrî û her beşeke ji wî çiyayî.

Pehnatiya wê dorê 59 km û hijmara gundên wê dorê 34 gunda ne, hemî hatine xirabkirin. Belê ji layê Hikûmeta Kurdistanê ve careke dî gundên deverê hatine avakirin.

Devera Sindîya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera Sindiya dikevit bakur-rojhelata bajêrî, berî niha ev devere li gel devera Guliya yek bû û navê wê devera Sindî-Guliya bû û navenda wê gundê Bêrsivê bû. Belê li sala 1934'an de hatine ji hev vekirin û melbendê wê bû gundê Şeranişê, ya dikevit di nîva devera Sindiya û piştî hîngê melbendê wê bû gundê Derkarê.

Psaxa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Psaxa ji Bakurê Kurdistanê, ji Eruh hatin e. Eslê xwe Garisan in. Silêman Axa Sindi seroke eşira sindiye.

  • Avdi Axa
  • Silêman Avdi Axa (Dr. Silêman)
  • Bıshar Axa
  • Alixan hamid
  • Mohammed Macit
  • Ali Awni
  • Abdulla Bishar Axa
  • Hamid Hefzullah
  • Hamid Xasti
  • Selman Xorsho
  • Jebar Meho
  • Ismail Tabir
  • Said Sofi Osman
  • Mela Smail sofi osman

Çiyayê Şikêrr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Em di şên erdê deverê bikin du qet û çiyayê Şikêrr e, ku dikeve di nevbera herdu qetan. Ew qeta dikevit aliyê bakur gelek çiya, zûr û nihal lê hene herwesa gele kanî û rûbarok wên lê heyîn wekî: Şeraniş, Stevlan, Bihêrê, Perex, Behnûne, Qesrok û Hîzil, Kelok, Marsîs û Sindî.

Qetê duwê jî devera deşta Sindiyan, ya bajêrê Zaxo ji aliyê başur ve dikevitê û cadeyek ber bi xorhelatê ve di nav deştê re ji Zaxo diçe bo bajêrokê Batûfa û hevraztir diçe bo nav Berwariya.

Deşta Sindiya bi bîstanên xwe yên xox, sêv, hirmîk û hinar bi nav û deng e. Herwesa bi genimê xwe û heywanên xwe namdar e. Li aliyên bakurê deverê gelek havîngehên xweş hene taybetî li Şeranişê û çiyayên deverê Nixamtîne ji dar û dirextî, bi taybetî li Şeranişê û geliyê Pisaxa û rêkên Sindiyan. Giringtirîn çiyayên wê, Şikêrre, Hefttenîn, Deriyê Dawetiyan, Hişkal, Serkê Reşûnê, Siwara Stewrê û Xamtûr in.

Gelek şûnwarên kevin li deverê hene û heta nihe dorê 84 ciha li rêveberiya şûnwara li Duhokê yên nivîsîne û yêt giring eve ne:

Pira Rebenka Bîşok, pira Şêx Ûsiv, kelhên Sinahtê, kelhên geliyê Perexê, kelha Selmanê Sindî û şikefta Stevlanê, Bihêrê û hwd.

Pehnatiya wê dorê 135 km û hijmara gundên wê dorê 111 gunda ne, hemî hatine xirabkirin. Li devera Sindiya gelek komelgehên Qesrî hatine avakirin weki Derkar, Bandro, Hîzava, Bêrsivê û gundê Darhozanê.

Devera Guliya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navenda wê Batûfa yan Batîfa ye, dikevit aliyê Bakur- Rojhelata Zaxo. Yekemîn car, li sal a 1924 melbendê wê deverê gundê Dêmka bû, dûv de bû gundê Behnûna Guliya, û li vê dawiyê jî bû gundê Batûfa, ya dikevit ser cada navbera melbendê bajêrê Zaxo û devera Berwarî Bala. Navê Batûfan raman a hindê didit, ku pir bi ba û barovên zivistanê li serde dihên.

Em dişên vê deverê jî bikin du qet, qetek di kevit ser sinorê devera Sindiya heta Xabûrî, qetê Dûwê û yê bakur ji vê deverê çîyayî ye, gelek çîyayên bilind û gelek zûr û nihal yên lê heyîn û dîsa gelek Kahnî û rûbarok wên heyîn. Ev devere zengîne bi derametê xwe yê zivistanê û havînê û herwesa bi hewayê xwe yê xweşik bi nav û deng e.

Giringtirîn çîyayên wê deverê ev in: çîyayê Nizor ê, Rûs ê, Keşan, Serkê şînî, Behnûne û şabanî.

Giringtirîn rûbarokên wê ev in: royê Zirêzê û Banikê.

Şûnwarên Kevin yêd heyîn û heta nihe dorê 51 cihan yêd hatîn nivîsîn, yên girin ev in: Kelha şabaniyê, Kelha Keşanê, Kelha Bicwanî, Pira Nizdorê û şûnwarên Krît û Bêgova. Pehnatiya wê dorê 80 km û hijmara gundên wê dorê 47 gundane, hemî hatine xirabkirin.

Devera Zêbariya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera Zêbarya dikevite alîyê rojavayê bajêrê Zaxo ser bi nahiya Ibrahim Xelîl ve, gelek nêzîkî sinorê Tikiyê ye. 3 gundên zêbariyan li Zaxo hene wekî Tiyan, Hêtiyan, Şinava hene. herweha ev hersê gund di çandinê de şarezane û xodan-şiyanin. berhemên van gundên zêbariyan wekî { hinar , tirî, xiyar , hêjîr } binavûdengin, gundê { şinava } weki cihekê guzarî û cihên seyranan hatiyê naskirin.

Hunermendên Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zaxo di warê çandeyî û kulturî û Siyasetê de bajarekî giring e di Kurdistanê de.

Stranbêj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stranbêjên navdar yên Zaxoyê:

Wekî din Mihemed Arif Cizîrî û Tehsîn Taha û Eyşe Şan ji gelek ji jiyana xwe li Zaxoyê borandine.

Helbestvan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbestvanê navdar yê Zaxoyê Bedirxan Sindî ye. Helbesta wî "Ey Felek" hunermendên Kurd Mihemed Şêxoyî û Şivan Perwer kirine stran.

Helbestvane Abduleziz sileman zaxoyi

Helbestvanê navdar yê Zaxoyê Naîf Boselî ye. Helbesta wî "Çrîska şureşê geşbî Ji kumatê îru derket" û sitrana "Wenekin lawê kurd dujmin hêlîna çêkin" hunermendên kurd Erdewan Zaxoyî û şakir akreyî, Kirin stran û hindekên din "Navê Kitêba wî ya helbestan" jiderdên Awarebonê ye.

Helbestvanê zaxoyê yê herî navdar bi rexneyê mamoste mistefa hisên e

Nivîskar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Abdulwahid Zaxoyi.
  • seid rezvanî zaxoyi.

[SelahSeedella]],nivîskarêFerhenga Selahedîn.

Abdulwahid Zaxoyi

Çend navdarên zaxoye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • [Hazim Beg Şhemdin Axa Slevanye,û Zaxo hemû erde wî bû.(bave hajar)Ew dihat naskirin.]
  • Mela Taha Boseli
  • Avdi Axa
  • Silêman Avdi Axa (Dr. Silêman)
  • Bıshar Axa
  • Alixan hamid
  • Mohammed Macit
  • Ali Awni
  • Abdulla Bishar Axa
  • Hamid Hefzullah
  • Hamid Xasti
  • Selman Xorsho
  • Jebar Meho
  • Ismail Tabir
  • Said Sofi Osman
  • Mela Smail sofi osman

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]