Dozên qirkirina sîyasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

'Dozên qirkirina siyasî', gotinaka ku Kurdan ji wan dozên ku di wan de bi hezaran Siyesetmedar, Parlamenter, Rewşenbîr û Rêveberiyên kurd têde dihatina darizandin re dihat gotin bû. Ev Doz, bi armanca, jevbelavkirina rêxistiniya civake kurd û ji holê rakirina saziyên wan yên siyasî pêk dihatin. Di temenê qedexeyên li ser zimanê kurdî, li ser navê kurdî û navê Kurdistanê pêk dihatin. Di dozan de, hemû girtî kurd bûn û ji yekî jkî mafê xwe parastina bi kurdî ne hat dayin. Zimanê kurdî, bi navê "zimanekî ku nayê zanîn" dihanîn ser ziman, û rayadarên dewletê derbasî belge û dokumentên Dadgahan dikirin. Maf, ji kurdan re ji bo xwe parastinê ne hat dayin. Gelek ji wan girtiyên ku hatin girtin, bi tirkî jî nizanibûn. Lê zimanê wan kurdî jî qedexe bû.