Durrës
Durrës
| |
---|---|
| |
Durrësi | |
Durrës li ser nexşeyê | |
Koordînat: 41°18′48″Bk 19°26′45″Rh / 41.31333°Bk 19.44583°Rh | |
Dewlet | Albanya |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 46.3 km2 (179 sq mi) |
Bilindahî | 0 m (0 ft) |
Nifûs | 113.249 (2011) |
Dem | |
Koda telefonê | 052 |
Malper | durres |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Durrës bilêvkirina albanî: [ˈdurəs] yan Dûrasî[çavkanî hewce ye] yan jî Dirac[çavkanî hewce ye] (bi albanî: Durrësi) duyem bajarê herî populer ê Komara Albanyayê ye û navenda wilayeta Durrës û navenda şaredariya Durrësê ye. Bajar yek ji kevintirîn bajarên Albanyayê ye ku bi berdewamî mirovan lê jiyan kirine ku bi qasî 2500 sal dîroka tomarkirî ya bajêr heye.[1] Durrës li ser deşteke rast a li ser peravê Deryaya Adriyatîk a Albanyayê ye ku di navbera çemên Erzen û Ishëmê de li başûrê rojhilatê Deryaya Adriatîk hatiye avakirin. Avhewaya bajêr bi zêdetirî di bin bandora avhewaya demsalî ya Deryaya Navîn de ye.
Durrës ji aliyê kolonên yewnanî yên kevnar ên ji bajarên Korîntos û Korkîra ya ve di bin navê Epîdamnos de li dora sedsala 7an ê berî zayînê bi hevkariya eşîra herêmî ya îlîrî ya bi navê Taulantii hatiye avakirin.[2] Ji ber ku bajar bûye parçeyek yekbûyî ya Împeratoriya Romê û şûngirê împeratoriyê ya Împeratoriya Bîzansê, wekî Dyrrachium tê zanîn ku bajar bi bingehîn pêşkevtî bû. Rêya Via Egnatia ji bajêr dest pê kiriye û ber bi rojhilat ve di nav qad, deşt û bilindahiyên nîvgirava Balkanê de ber bi Konstantînopolîsê ve çûye.
Bajêr bi girêdanên veguheztinê, berhevkirina saziyên aborî û bi pîşesaziya kevneşopî bajar pozîsyona pêşeng a aborî ya li Albanyayê bi dest dixe. Bendera Durrësê, ku yek ji mezintirîn benderên li ser Deryaya Adriatîk e, bajêr bi welatên din ên cîran ve girê dide. Amfîşanoya Durrësê di nav lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye ku di lîsteya ceribandinê ya li Albanyayê cih digire. Amfîşanoya Durrësê bi kapasîteya 20.000 kesan demekî amfîşanoya herê mezin ê li Nîvgirava Balkanan bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Sedlar, Jean W. (1 adar 2013). East Central Europe in the Middle Ages, 1000-1500 (bi îngilîzî). University of Washington Press. ISBN 978-0-295-80064-6.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 29 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê di 29 kanûna paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 adar 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |