Ebas Ehmed
Xuyakirin
Ebas Ehmed (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abbas Ahmad) di sala 1969an de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li Sûriyê perwerdehiya muzîkê wergirt. Di 1990î de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Di navbera salên 1990 û 1996an de pênc albûmên amatorî weşand. 1996an koçberî Almanyayê kir. Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewropayê konseran da. Pênc albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996), Deynek (1997), Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).
Ebas Ehmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên muzîka cîhanî lê muzîka kurdî guncandîye.Ebas Ehmed bi taybetî şêweyên pop-rockê ji bo di muzîka xwe de bi kar anî. Bi taybetî ciwanên bajarî yên kurdan ji berhemên wî hez dikin.
Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Keça Delal (1996)
- Deynek (1997)
- Barana Tirsê (2000)
- Mêvana Xewnê (2003)
- Bi Tenê (2007)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nûçeya HAWAR DENGûBAS ser albûma wî ya dawî Girêdana arşîvê 2007-08-13 li ser Wayback Machine?
- Malpera Ebas Ehmed Girêdana arşîvê 2008-03-09 li ser Wayback Machine?
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |