Here naverokê

Edward VII

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Edward VII
Serwerî22 rêbendan 1901 - 6 gulan 1910
Tackirin9 Tebax 1902 (wek qral) 1 Rêbendan 1903 (wek împerator)
Yê pêşîVictoria
Yê paşîGeorge V
Jînenîgarî
Navê rastîAlbert Edward
Roja jidayikbûnê9 Sermawez 1841
Cihê jidayikbûnêLondon
Mirin6 Gulan 1910
Cihê mirinêLondon
DefnkirinKeleha Windsorê
Consort toAlexandra ye Danîmarkayê
XanedanXanedanâ Saxe-Coburg û Gotha
BavLawmîr Albert
DayikKeybanû Victoria
ZarokLawmîr Albert Victor

George V Keçmîra Qiralî Louise Keçmîr Victoria

Keybanû ye Norwêc'ê Maud

Edward VII (Albert Edward; 9 Sermawezê 1841 - 6 gulana 1910) Qiralê Keyaniya Yekbûyî û Împeratorê Hindistan'ê bû.

Ew ji 22ê kanûna paşîn a 1901 ê heta mirina xwe di 6êgulanêa 1910an de padîşahi kir. Qiral Edward VII, yekem qiralê Brîtanî ye ji Xanedanâ Saxe-Coburg-Gotha. Navê xanedana ku ew tê de bû, ji aliyê kurê wî George V ve, piştî wî derket ser text, bû Xanadenâ Windsor.[1]

Serdema Qiral Edward, bi serdemek guhertinên radîkal ên di warên siyasî, teknolojî û civakî de bû. Di vê serdemê de pêşveçûnên di pîşesaziya hewavaniyê, sosyalîzm û tevgerên lîberalîzmê de jî dest pê kir. Edward VII, bi taybetî jî piştî Şerê Boer Duyem'yê, ji nû ve birêxistinkirina artêşê û nûjenkirina hêzên deryayî bertekeka mezin da.

Qral Edward VII di dema desthilatdariya xwe de ji ber têkiliyên xwe yên nêzîk bi welatên din ên Ewropî re wekî hikûmdarek aştiyane dihat nasîn. Lêbelê, ji ber biraziyê wî, Împeratorê Alman Wilhelm II, têkiliyên wî bi Împeratoriya Alman re her dem dûr ma. Sedema sereke ya vê yekê helwesta Wilhelm II ya pro-şer û gumanên Qiral Edward zêde dibe ku dibe ku di demek nêzîk de li Ewropayê şer dest pê bike. Bi rastî, Qiral Edward di gumanên xwe de rast bû û çar sal piştî mirina wî, Şerê Cîhanê yê Yekem -ku tevahiya cîhanê dorpêç kir- dest pê kir.

Sernavân wi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 9 Sermawez - 8ê kanûna paşîn a 1841: Bilindahiya wî ya Qiral Dûkê Cornwall'ê
  • 8 Kanûn 1841 - 22ê kanûna paşîn a 1901: Bilindahiya wî ya Qiral Lawmîr ye Wales'ê
  • 22ê kanûna paşîn a 1901 - 6ê gulana 1910: Bilindahiya wî ya Qiral

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ciara, Berry. "The Royal Family". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 gulan 2016. Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)