Ekberê Mezin
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a erebî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Ekberê Mezin | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 15 çiriya pêşîn 1542 Umarkot Fort (Împeratoriya Moxol a Hindistanê) |
Mirin | 15 çiriya pêşîn 1605 Fatehpur Sikri |
Sedema mirinê | Dîzanterî (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Akbar's Tomb |
Meqam | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Malbat | Mughal dynasty |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Celaledîn Mihemed Ekber (bi farisî: ابو الفتح جلال الدين محمد اكبر) an Ekberê Mezin (bi farisî: اکبر اعظم, lat. Akbar-i-azam, jdb. 15ê çiriya pêşîn a 1542an, m. 15ê çiriya pêşîn a 1605an) yek ji padîşahên Hindistanê ku bi eslê xwe mongol bû.
Piştî bavê xwe Nesredîn Mihemed Humayûn di salên 1556 - 1605 de desthilatdarî kiriye. Di dema xwe de gelek reforman di artêşa Împeratoriya Mongolî ya Hindî de pêk tîne. Bo mînak fîlan bikartîne. Bi xwe kesekî nexwandî bûye, ango xwandin û nivîsandinê nedizanîbûye lê li ser fîlozofiya wê demê lêkolîn kiriye. Di nava olan de gorî xwe nermiyeke avakiriye.
Ekbar, di warê bac, îdareya hikûmetê û dadmendiyê de jî gelek reform pêk aniye. Di sala 1562î de bi navê Mohur dirav derxistiye. Li dijî zewaca bi zarokan re, leyîstikên bi berdêla diravî, neheqiyên li jinên bî, xwefirotina jinan hwd derketiye û bandora zagonan li ser jiyanê bilindkiriye. Wî jî wekî hemî desthilatdarên tirk û mongol hez ji zimanê farisî kiriye.
Ekberê Mezin gelek avahiyên bêhempa daye çêkirin. Wî ji zanîstiyê, muzîkê, fîlozofiyê hezkiriye. Mirov dikare bêje, ew gihîştiye nêrîneke taybet bo xwe.